Yekşem, Hezîran 13, 2021

Piştî karesatên xwezayî tundiya li ser jinan zêdetir dibe!

Li gorî xebata Dibistana Tiba Tropîkal û Hîjyenê ya Londrayê (LSHTM) di karesatên xwezayî de tundiya li ser jinan zêdetir dibe. Encama xebatê di BMJ Global Healthê de hat parvekirin.

Lêkolîna LSHTM’ê xebata yekem e ku têkiliya di navbera karesata xwezayê û tundiya li ser jinan de kiriye.

Di vê xebatê de lêkolîneran bi giştî têkiliya di navbera 37 xebatên  wek lehî, hişksalî, bager, erdhejê û ya di navbera tundiya li ser jinan de lêkolîn kirine û encamên wê nirxandine.Ji van xebatan 20 jê hejmarî, 16 jê jî têkildarî çawaniyê de, bi rêbazên cuda hatine kirin.

Di 20 xebatên hejmarî de 8 jê raste rast têkiliya di navbera tundiya li ser jinan û karesata de, di 4’an de li ser çend cure tundiyê hatiye sekinandin. Di 5 lêkolînan de tekilî di navbera karesatên xwezayî û tundiya li ser jinan de nehat dîtin. Di 2 xebatên dawî de jî hat destnîşankirin ku karesata avhewayî raste rast tundiyê zêdetir dike.   

Her wiha zanyaran di lêkolînên hejmarî de da zanîn ku tundî nayên gilîkirin.

Encamên ku di 16 xebatên çawanî û xebatek bi rêbazên cudatir de derketin holê ku piştî karesatan tundiya li ser jinan zêdetir dibin.

Sê xal ên serekeyên ku bandor li ser tundiya jinan dikin ev in; Xala yekemîn mijara aboriyê, ji dûrketina aqil û travma, xala duyemîn kêmbûna alîkariya tendirûstî û ji civakê dûrketin, xala sêyemîn jî newekheviya zayendî, di temsîlkirina jinan de bêderfetbûn hat nîşandan.

Hewceyî gotinê ye piştî belavbûna şewba Covîd-19’an jî tundî û zextên li ser jinan her çû zêdetir bubûn.