19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî Lîbyayê niha dora Azerbeycanê ye

Çavkaniyên taybet diyar kirin ku dewleta tirk plan dike, çeteyên Sûriyeyê û leşkerên tirk derbasî şerê di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de bike. Ji bo wê çeteyên li gelek herêman û Idlibê amadekariyên xwe dikin da ku biçin Azerbeycanê.

Tê diyarkirin ku piştî ragihandina wezîrê parastinê yê dewleta tirk Hulusî Akar ya piştgiriya ji bo şerê Azerbeycanê yê li dijî Ermenistanê, çeteyan dest bi amadekariyan kiriye. Li aliyê din, wezaretê piştrast kir ku serbaz û leşkerên tirk gihaştine Azerbeycanê.

Heman çavkaniyan da zanîn ku bi dehan çeteyên Sûriyeyê li beramberî 5 hezar dolarî, dê piştî cejna qurbanê biçin Azerbeycanê.

Di navbera Azerbeycan û Ermenistan de ji salên 1990’î ve, ji bo serweriya çiyayê Qerebaxê nakokî hene. Li herêmê, hinek caran di navbera her du aliyan de şerên dijwar rû didin. Hefteya din, di şerê navbera her du dewletan de, 2 leşkerên Azerbeycanê hatin kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn û leşkerek Ermenistanê jî hat kuştin.

Her wiha çavkanî û dezgehên çapemeniyê bi bîr xistin ku hejmara çeteyên Sûriyeyê yên dewleta tirk şandine Lîbyayê, ji 15 hezar çeteyî zêdetir e. Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji wan 500 çete hatin kuştin.