Duşem, Tirmeh 26, 2021

Piştî OHAL’ê jî qedexe û zext didomin

Di ser darbeya 15’ê tîrmehê re 5 sal derbas bûn. Hêj berpirsiyarê esasî nehatine cezakirin. Her çend OHAL rabûbe jî zext û qedexeyên li Kurdistanê didomin.

Beriya darbeyê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de AKP bi serê xwe nebû îqtîdar. HDP’ê jî bend derbas kir. Li meclisê bû partiya 3’emîn. AKP ji sedî 40,8 deng stend. Ji hilbijartina 3’ê mijdara 2002’an heta vê hilbijartinê cara ewil hêjmara xwe ya zêde li meclisê winda kir. Ji ber AKP bi serê xwe nebû îqtîdar, hilbijartin betal kirin û di 1’ê mijdara 2015’an de dîsa hilbijartin pêk anîn. Bi vê yekê re pêvajoya şer dan destpêkirin. Ligel ku di vê pêvajoyê de di 28’ê sibatê de li Dolmabahçeyê mutabaqata çareseriyê îmze kirin jî di 24’ê tîrmeha 2015’an de, bi îlankirina şer ev pêvajoya çareseriyê xelas kirin. Di tebaxa 2015’an de kolan qedexe kirin. Hêza leşgeran li herêmê serdest kirin. Di 9’ê nîsana 2016’an de li navçeya Nisêbînê operasyona leşgerî pêk anîn erka rêveberiyê ji destê walî derxistin û xistin destê leşgeriyê. Li herêmê leşgeriyê înîsiyatîf xist destê xwe û bêtir şer zêde kir. Di vê pêvajoyê de Erdogan li dijî Kurdan erkek mezin da leşgeran. Erk da leşgeran ku karibe li dijî kurdan bi hêsanî çekê biteqîne. Bi vê yekê “zirxa zagonî” pêş xist. Di 13’ê tîrmeha 2016’an de ev erka dabûn leşgeriyê erê kirin.

Nakokiyên di navbera Cemaat û AKP’ê û qeyrana MÎT’ê bi qeyrana dersxaneyan derket holê. Di operasyona 17-25’ê kanûnê de derket lûtkeya herî jor. Piştre jî hewldana 15’ê tîrmehê pêş ket. Ji ber “lêpirsîna nelirêtiyê ya 17’ê kanûnê” 3 wezîran îstîfa kir. Ji ber vê yekê AKP’ê gelek polîs ji peywirê girt. Hewldana darbeyê bi kasetên deng ên li ser medyaya civakî hatin parvekirin û guhertina zagona Lijneya Hekîm û Dozgeran (HSK) berdewam kir.

Li Tirkiyeyê di 15’ê tîrmeha 2016’an de hewldana darbeyê pêş ket. Leşgerên ku tê gotin endamên Cemaeta Fethullah Gulen bûn û di nava TSK’ê de bi cih bûbûn, ketin nav vê hewldanê. Di şeva hewldanê de 251 kesan jiyana xwe ji dest da. 2 hezar û 194 kes jî birîndar bûn. Li saziyên fermî yên wekî Serokatiya Serfermandariyê, Teşkîlata Parastina Neteweyî û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, li ser pirên Stenbolê û gelek navendan di navbera leşker û polîsan de şer derketibû. Di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de piştî darbeya leşkerî ya 12’ê îlona 1980’yî, 36 sal şûnde dîsa hewldana darbeya leşkerî pêk hat. Hikûmeta AKP’ê ji hewldana darbeyê Cemaeta Fethullah Gulen berpirsiyar girt. Piştî AKP di sala 2002’an de bû îqtîdar, kadroyên xwe yên girîng xistin nava dewletê. Di pêvajoya  Ergenekon-Balyozê de hin kes tasfiye kirin û kadroyên xwe li şûna wan bi cih kirin. Ji kesên berpirsiyarê darbeyê Orgeneral Akin Ozturk, di sala 2011’an de, piştî lêpirsîna Balyozê bû Fermandarê Hêzên Hewayî. Li şûna Orgeneral Bilgin Balanli bi cih bû.

Partiyên muxalefetê ji bo milê siyasî yê darbeyê bê ronîkirin xwest li meclîsê komîsyon bê avakirin. Lê AKP’ê ev pêşniyarname red kir. Komîsyona Lêkolîna Darbeya 15’ê tîrmehê di 4’ê cotmeha 2016’an de dest pê kir. Di komîsyonê de parlamenterên partiyan wiha hatibû dabeşkirin: 9 AKP’î, 4 CHP’î, 1 MHP’î û 1 HDP’î.

AKP’ê piştî hewldana darbeyê di 4’ê mijdara 2016’an de li dijî hevserok û parlementerên HDP’ê operasyon li dar xist. Hevserok û parlamenterên HDP’ê binçav kirin û girtin. Bi hezaran karmend û karker ji kar hatin avêtin. Qeyûm tayînî şaredariyan kirin. Bi sedan siyasetmedar hatin girtin.

Li gorî rapora Xebatên Komîsyona Lêkolîna OHAL’ê ya çileya 2019’an; bi KHK’yan 131 hezar û 922 tedbîr pêk anîn. Di pêvajoya OHAL’ê de herî kêm 125 hezar û 678 memûrê cemaweriyê îxrac kirin. 270 xwendekar dûr xistin. 2 hezar û 761 sazî û rêxistin hatin girtin. 3 hezar û 213 personel rutbeyên wan jê kirin. Gel ewil ji bo li dijî pêkanînên dij-demokratîk bireve “rıza” nîşan dan. Lê niha ev halê ruhê razibûnê êdî winda dibe.

Zextên li ser kurdî zêde kirin

Di pêvajoya çareseriyê de AKP’ê zextên li ser kurdan sist kir lê piştî hewldana darbeya sala 2016’an hemû saziyên bi kurdî bûn hedef. Li şaredariyên ku qeyyûm li ser wan hat peywirdarkirin tabelayên bi kurdî hatin rakirin, di demeke nêz de jî nivîsên bi kurdî yên ji bo peya û rêyan jî hatin jêbirin. Li kolanan kesên bi Kurdî axivîn û stranên li dawetan jî wekî salên 1990’î bûn hedef.

KURDÎ-DER, MAPER û Egîtîm-Senê di sala 2014’an de li Baglara Amedê Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger, li Cizîra Şirnexê Dibistana Seretayî ya Bêrîvan, li Gevera Colemêrgê jî Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş vekir. Dibistana Seretayî ya Bêrîvanê jî roja ku hate vekirin dozgeriyê xwest mohr bike û bigire. Xwendekar û malbatan mohra dibistanê rakirin û perwerdehiya bi kurdî domandin. Dibistan 3 caran hat mohrkirin. Piştî ku di sala 2016’an de qeyyûm li ser şaredariya Cizîrê hate peywirdarkirin perwerdehiya bi kurdî sekinî.

Dibistana Ferzad Kemanger a ku li Amedê di sala 2014’an de perwerdehî dida 250 zarokên 5-11 salî bi KHK’ya nimareya 677’an hate girtin. Dibistana Elî Herîrî ya ku li Amedê perwerdehiya bi kurdî dida jî hat girtin. Koleja Dîcle Firat a li Amedê jî di sala 2016’an de hat girtin.

Dibistan kirin qereqol

Li Gevera Colemêrgê jî Dibistana Dayika Uveyş ya ku mufredata wê ji aliyê KURDÎ-DER’ê hatibû amadekirin bi peywirdarkirina qeyûm re bi dawî bû. Dibistana ku herî kêm 800 zarok lê perwerde dibûn di nava pêvajoyan de bandora wê hat şikandin. Di sala 2016’an de bi qedexeyên derketina derve re, cihê li Parka Apê Mûsa perwerdehî lê dihat dayîn jî hat girtin û kirin qereqol.

Li Kerwasa Licêya Amedê jî dibistana bi kurdî ya 4 qat di dema operasyonên qedexeya derketina derve de di nîsana 2017’an de bi kepçeyan hate rûxandin. Kreş û Zarokistan ên ku bi Kurdî perwerde didan û şaredariyên DBP’ê piştgiriya wan dikir jî ji aliyê qeyûman ve kirin saziyên ku bi tirkî perwerdeyê didin an jî kursên Quranê.

Li Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê jî ji ber îxracên KHK’ê beşa Kurdolojî ya di bin banê ‘Enstîtuya Zimanên Zindî’ de jî bandora wê hat şikandin.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ku ji sala 1992’an ve li ser ziman, wêje û dîroka Kurdî dixebite, bi KHK’yê re hat girtin. KURDÎ-DER a ku di sala 2006’an de li Amedê hatibû avakirin û li 37 cihan şaxên wê heû jî bi KHK’ya nimareya 677’an hat girtin. Akademiya Ziman a Ehmedê Xanî û Komeleya Nivîskarên Kurd jî hat girtin.

Ji xeynî sazî û akademiyan gelek Tv û radyoyên bi kurdî weşana xwe dikirin jî hatin girtin. Denge Tv, Jiyan Tv, Van Tv, Zarok Tv û gelek radyo bi KHK’yan hatin girtin. Hemû saziyên bi kurdî perwerde didan û weşan dikirin jî bûn hedefa van êrîşan.

OHAL rabû, lê…

OHAL a di 20’ê tîrmeha 2016’an de hat îlankirin, piştî 2 salan di tîrmeha 2018’an de rabû. Li gel OHAL bi awayekî fermî rabû jî qedexeyên li bajarên Kurdistanê didomin. Li Colemêrg, Wan, Şirnex, Mêrdîn, Dêrsim, Çewlig, Dîlokê qedexe li ser qedexeyan tên îlankirin. Herêmên jiyanê li mirovan tên qedexekirin û çalakiyên nava bajar tên qedexekirin.

OHAL di 19’ê tîrmeha 2018’an de rabû, lê qedexeyên li bajaran, binpêkirina mafan bi dawî nebûn. Her çend OHAL bi dawî bûbe jî dîsa tundiya li ser mirovan gelek zêde ye. Piştî OHAL bi dawî bû jî qedexeyên li ser bajarên Kurdistanê didomin.

Walîtiya Wanê ji 21’ê mijdara 2016’an heta niha bê navber her ji 15 rojan carekê û ji  mehê carekê hemû çalakiyên rêxistin û saziyên sivîl qedexe dike. Qedexe li ser qedexeyê tên îlankirin. Dîsa li Colemêrg, Şirnex, Çewlig, Dêrsim û Mêrdînê jî bê navber herêmên taybet ên ewlehiyê tên îlankirin û ketina herêman li welatiyan tên qedexekirin.

Operasyonên leşgerî û siyasî didomin

Piştî OHAL bi dawî bû dîsa parlamenteriya parlamenterên HDP’ê Musa Farisogullari û Leyla Guven hat xistin, qeyûm tayînî şaredariyan kirin. Hevşaredar hatin girtin. Piştî OHAL bi dawî bû jî dîsa bi sedan siyasetmedar hatin binçavkirin û girtin. Bi dehan rojnameger hatin binçavkirin û girtin. Zextên li ser çapemeniyê û siyasetê didome. Li bajarên Şirnex, Mêrdîn, Amed, Çewlig, Dêrsim, Colemerg û Wanê hêj gund tên dorpêçkirin û operasyonên leşgerî didomin. Ketin û derketina gundan têne qedexe kirin û zozan li koçeran tên qedexekirin.