17 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî qetilkirina Denîz Poyraz meclîs ava kirin

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê di 15’ê Tîrmehê de bi dirûşmeya “Em ji bo azadiya xwe, xwe birêxistin dikin, em bi ruhê Denîzan ber bi azadiyê ve dimeşin” damezrandina xwe aşkere kirin. Endama Meclîsê Gulşen Ozer, têkildarî xebatên meclîsê bi lêv kir ku piştî qetilkirina Denîz Poyrazê pêdivî bi rêxistinbûyînek nû dîtine û wiha got: “Em ê li bajêr û navçeyên Amedê xebatên xwe ji nû ve birêxistin bikin. Hêza jinan tim bûye tirsa hêza hegemon. Ji ber vê êrîşî jinan dike. Dê ji xeynî perwerdehiyên serwextirinê û xweparastinê, çalakiyên cur bi cur jî bên lidarxistin.”

Ozer, diyar kir ku kiryar tên berdan, lê jin tên girtin û got: “Dibe ku gelek ji me dîsa bên girtin. Lê êdî jin şiyar bû ne. Êdî tu jin vê siyasetê û van qetilkirinan qebûl nakin. Ma dê heya kengî jinan binçav bikin û bikujin. Jinên ciwan ji me bihêztir in û dê hîn bêtir mafên xwe biparêzin. Jin divê ji bo gotin û bîra xwe, xwe birêxistin bikin. Ji bo vê pêdivî bi partiyekê an jî saziyekê tune ye. Gava bê xwestin mirov dikare li her derê xebatên ji bo rêxistinkirinê û serwextkirinê bike. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî vê hêza faşîst xwe birêxistin bikin.”