Şemî, Nîsan 17, 2021

Piştî salekê

Bûye wek kevneşopî, her sal dawiya salê mirov kumê xwe datîne pêşiya xwe û muhasebeya sala derbasbûyî dike. Ez jî dixwazim bi vê munasebetê serpêhatiya xwe ya nivîsandinê ya salekê binirxînim. Ev salek e di rojnameya Xwebûnê de du hefteyan carekê bi awayekî rêk û pêk dinivîsim. Nivîsa min a yekemîn der barê Sakîne Cansiz de bû. Hem ji ber salvegera şehadeta her sê jinên li Parîsê hatin kuştin û hem jî ji bo nivîseke destpêkê bo min pîroz bû, min bi Saraya porsor dest bi nivîsên xwe kir. Ji wê demê heta niha hema bêje beriya her nivîsê salname jineke/jinên din pêşberî min dikir. Jinên ku yan bi tekoşîna xwe, yan bi şehadeta xwe, yan jî bi çalakiyên xwe mohra xwe li dîrokê xistibûn û dixin hemû pelên salnameyê dagirtibûn. Di ser de bûyerên rojane diqewimîn, serê xwe ji nav kaxiz û pênûsê derdixistin.

Sal bi Sarayê dest pê kir, bi Leyla Guven ber bi dawî ve çû. Wek kesekê ku kûrbûna xwe giranî li ser mijarên der barê jinan (bi taybetî jinên kurd) û femînîzmê de çêdike, min digot dê ne zehmet be, di mijara jinan de –bi rêk û pêk- nivîs nivîsandin, lê di pêvajoya nivîsandinê de min dît ku qet jî ne wisa ye. Nivîs bi serê xwe çiqas çalakî ye, yan jî çalakiyeke çawa ye, dikare bê nirxandin an jî pirsyarkirin. Her wiha ger mirov nivîsê wek amûra hest û ramanên xwe parvekirinê/mayîndekirinê bigire dest, tişteke xwezayî û ji rêzê ye jî, lê dema nivîs der barê jinan û têkoşîna wan de be, êdî ne tenê nivîs e, ne jî tenê parvekirina nêrînê ye, bi serê xwe têkoşînek e. Destpêkê jiyan û tekoşîna ku tê parvekirin xwendineke ne ji rêzê divê. Tu dikevî nav pelên dîrokê, yên hatine nivîsandin çeprast/serobino dikî (ya rastî sererast dikî), dikevî milê kirdeya xwe û jiyana wê pê re dişopînî. Di vê rêwitiyê de leqayî gelek tiştên nû dibî, wê ji nû ve nas dikî, şaşwaz dimînî, heyrana wê dibî, pê re aciz dibî, pê re kêfxweş dibî, car caran ji xwe şerm dikî; dibêjî çawa heta niha min vê agahiyê nizanibû.

Dîroka jinan pirî caran wek dîroka bindestbûnê tê pênasekirin, lê di pêvajoya nivîsandinê de dibînî ku ya rastî dîroka jinan dîroka berxwedaniyê ye. Jin her tim li ber xwe dane û didin. Peyv û gotinên hînkirî û hînbûyî ji nû ve dinirxînî. Bala xwe didî gotinê; baldartir nêzîk dibî. Car caran bi xwe re dikevî nakokiyê. Jina ku heta niha ji te re wek qurbanî xuya dikir, ji nişka ve dibe şêr li pêş çavên te.
Li hêla din dibînî ku jiyana jinan -rengê wan, çand û ola wan ji hev bi hezaran kîlometre dûr bin jî- digihîjin hevdu. Yên wan digihîne hevdu li aliyekî êşên wan be, li aliyê din jî berxwedana wan e. Li ser şopa mijara nivîsên xwe her tim bi şaşwazî leqayî hevbeşiyên jinên cîhanê bûm. Bo min nasandin û lihevgihandina têkoşîn/jiyana wan, ji hevdu sûd girtina wan girîng bû. Di vê çarçovê de nivîs di heman demê de bo min ji bo hevkariya jinên cîhanê peywir bû.

Ji bilî parvekirina jiyan û serpêhatiyên jinan bûyerên rojane diqewimîn ji perspektîfa jinê şîrovekirin û vê yekê bi nivîskî ravekirin, te dike xwedî îdia. Divê tu vê îdiayê li her qadê biparêzî. Lewre “gotin difire, nivîs dimîne.” Ji bo ku ya mayinde sibê li te çep venegere, bi teorîk û bîrdozî xwe dixemilînî. Ji ber vê yekê bo min pêvajoya nivîsandinê di heman demê de xwendekariyek bû.

Ji xeynî hemû van xalan bo min yekemîn sedema nivîsandina di Xwebûnê de, ziman bû. Min careke din dît, çawa ku jinbûn tenê bi zayendê nikare bê pênasekirin, çawa ku kurdbûn tenê bi etnîsîteyê, çawa ku welat tenê bi axê, malbat bi xwînê û koçberî bi dûrbûnê nikare bê pênasekirin, kurdî jî nikare tenê wek ziman bê pênasekirin. Wekî ku tê gotin, ziman mifteya cîhanê ye, min xwest bi vî awayî kurdî bo min di nivîsê de jî bibe warê jinê û mifteya cîhanê.
Salvegera Xwebûnê li we pîroz be. Sersala we pîroz be!