spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî verêkirinê şîna Denîz Poyraz hat danîn

Denîz Poyraz a ku di 17’ê hezîranê de di êrîşa li ser avahiya HDP’ê de hatibû qetilkirin duh derdora êvarê hat definkirin. Jinan duh darbestê Denîz Poyraz li ser milê xwe anîn goristana Kaynaklar a Bûcaya navçeya Îzmirê û li wir spartin axê. Duh ji bo cenazeyê her du birayên Denîz Poyraz ên di girtîgehê de bûn jî beşdarî cenaze bûn.

Li goristanê girseyê dowîzên wekî ‘Em hemû Denîz in, em hemû HDP’yî ne’ û dirûşmên mîna ‘Hevrêya Denîz nemir e’ berz kirin. Her wiha jinan bi qurnefîlan darbestê Denîz xemilandin û li bi strana Delîla ya bi navê ‘Sê Jinên Azad’ bi hezaran kesî Denîz Poyraz oxir kirin. 

Şîna Denîz hat danîn

Îro şîna Denîz Poyraz li taxa Çîmentepeyê hat danîn. Cihê şînê li pêş Nûnertiya HDP’ê ya taxê hat danîn. Di şînê de wêneyê û dowîzên ‘Em soz didin Denîz, em ê aştiyê bînin’ hatin daliqandin. Di şînê de dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz û bavê wê Abdullîlah Poyraz, parlamenter, hevserokên bajêr, rêveber û endamên HDP’ê sersaxiyan qebûl dikin.

Di saetên serê sibehê de gelek kes hatin şîngehê û sersaxî ji malbatê re xwestin. Her wiha hat zanîn ku Dayîkên Aştiyê dê piştî nîvro serdana malbatê bikin.