25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştperdeya hevdîtina bi heyeta Lîbyayê re

Beriya çend rojan serokê hikûmeta nû ya Lîbayayê Abdulhemîd Dubeybe di nava heyetekê de serdana Tirkiyeyê kir û bi serokomar Erdogan re hevdîtin kirin. Ji bilî mijarên giştî yên di çapemeniyê de hatin belavkirin gelek mijarên din di navbera heyeta Lîbyayê û ya hikûmeta tirk de hatin nîqaşkirin. Ji wan yek ji pirsgirêkên sereke yên ku di medyayê de nehatin parvekirin û di civîna ji çapemeniyê re girtî ya herdu heyetan de hatin gotin, mijara pereyan bû. Erdogan ji heyeta Lîbayayê xwestiye ku 3.8 milyar dolar deynê xwe bidin.

Tirkiye pereyê çekan ji Lîbyayê dixwaze

Li gorî nûçeyeke malpera El Erebiye di vê hevdîtinê de ji heyeta Lîbyayê hatiye xwestin ku 3.8 milyar dolar bidin wan ji ber ku wan di dema hikûmeta Serac a Ixwanan de ew pere li Lîbyayê xerç kirine. Ew pere wekî xisara ku li şirketên Tirkiyeyê hatiye kirin, pereyên ku dane çeteyên ji Sûriyeyê birine û çekên ku firotine hikûmeta Serac, bi nav dikin.

Ji aliyekî din ve rayedarên hikûmeta Lîbayayê gelek caran dane xuyakirin ku peymanên bi Serac re hatine imzekirin betal in û wan têkildar nake. Lê hikûmeta tirk bi vê yekê dixwaze ku zextan li hikûmeta nû ya Lîbyayê bike ku tevli pêvajoya ji nû ve avakirina Lîbayayê bibe û berjewendiyên xwe yê aborî pêk bîne.