24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştperdeya şerê Karabaxê

Pirsgirêka herêma Karabaxê ya di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de temenê wê derdora 30 salî ye. Di nav van salan de hin hewldanên navneteweyî ji bo çareseriyê çêbûn lê ew tev neçûn serî. Niha di vê demê de ji nû ve geşbûna vê meseleyê û heta ku giha asta şer û pevçûnan di navbera herdu welatan de. Li gorî gelek aliyên ku mijarê ji nêz ve dişopînin di geşbûna vî şerî  de rola hikûmeta  tirk heye. Bi taybetî dema mirov bala xwe bide daxuyaniyên vê hikûmetê yên der barê geşkirina osmaniya nû de û vegera li sînorên Împaratoriya Osmanî ya hilweşyayî, ne dûrî aqilan e ku destê hikûmeta tirk di vî şerî de hebe.

Ji aliyekî din ve jî, mesela derketina nakokiyên di navbera Rûsya û hikûmeta tirk de hem li Lîbyayê, hem li Sûriyeyê ev jî nakokî û bazarên bi Rûsyayê re aloztir dikin, ji ber ku Rûsyayê di vê nakokiyê de cihê xwe li kêleka Ermenistanê girtibû.  Amerîka û NATO’yê  ji nêzîkatî û hevkariya di avbera hikûmeta tirk û Rûsyayê de aciz e. Hikûmeta tirk jî tiştê ku dixwest bi rêya têkliyên xwe bi Rûsyayê re pêk bîne, piraniya wan pêk anîn û desthilatdariya xwe ya li Sûriyeyê xurtir kir.

Ji aliyekî din ve, bi destpêka bi vî şerî re rayedarên hikûmeta tirk daxuyanî dan ku ew dê li kêleka Azerbeycanê bisekinin û bêguman dê têra xwe çekan bifiroşin wan jî, bi taybetî balafirên xwe yên bêmirov ên ew bi xwe çêdikin. Bi wê yekê jî dê hem pêşî li krîza xwe ya aborî bigirin û hem jî dê gaveke din nêzî xewna xwe ya desthilatiya osmaniya nû bibin.

Her wiha behsa hevkariyeke îstixbaratî di navbera Îsraîl û Azerbeycanê de tê kirin û ew yek jî wekî elementeke alîkar dikare were nîşandan, ji ber ku Îsraîlê jî ji desthilatiya Moskovê ya li ser Kafkasiyayê û Asyaya Navîn dilgiran e û bandoreke wê ya mezin li ser bazirganiya wê herêmê heye. Ji bilî wê yekê ew bi rêya wan Îranê dorpêç dike. Ji aliyê hikûmeta tirk jî jixwe ev yek xizmeta idîaya wê ya serkêşiya alema îslamî dike û nexasim ku xelkên wan herêman wekî bi eslê xwe tirk û misilman dibîne.

Lewre jî dema mirov bi giştî li vê meseleyê binêre, ev têkliyên nakok û tevlihev û ew cogên ku ji aliyên cuda diherikin tev di newalekê de li hev rast tên û dibin çemek. Tiştê ku mirov dikare bêje ew şer bi tesadufî derneketiye lê ji bo temamkirina nexşeya li ser li hev hatiye kirin. Tirkiye, Amerîka, Rûsya û Israîl, her yek ji wan dê li gorî dilê xwe berê vî çemî bixwaze biguherîne.