19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pîvana psîkolojîk a xiyaneta PDK’ê li Başûr

Abdullîllah Polat

Travmaya xiyanetê, bi têgînî ji hêla Jennifer Freyd ve yekem car hate destnîşankirin. Ew dikare wekî destdirêjiya mirovan ji hêla mirov an rêxistinên ku ew pê bawer in ve derbibire. Freyd travmaya xiyanetê wekî travmaya psîkolojîk a ku dema mirov di têkiliyeke pêbawer a nêzîk a êrîşkar de ye destnîşan dike, lê di heman demê de gava ku mirov hewceyî têkiliya di navbera wan de be jî dinirxîne.

“Trauma” peyvek yewnanî ye ku tê wateya “birîn”ê. Her çend yewnaniyan ev term tenê ji bo birînên laşî bi kar anîn jî îro travma birînên hestyarî jî dihundirîne. Piştî başbûna birîna laşî ya ji ber travmayê, nîşanên psîkolojîk jî dikarin derkevin. Reaksiyonên psîkolojîk ên li ser travmaya hestyarî; jê re “nexweşiya stresê ya piştî trawmatîkê” (PTSD) tê gotin. Nexweşiya stresê ya piştî trawmayê bi gelemperî piştî bûyereke zehf zexm; mîna şer, karesata xwezayî yan destdirêjiya cinsî yan laşî pêk tê.

Ew cîhana(der) ku mirov xwe lê bihêz dibîne, difikire ku dê tiştek bi min neyê, xwe bextewar û aram dibîne serûbinî hev dike û wî bi rastiya ku ew miriyek e, cîhan cihekî pir xeternak e û mirovên din xirab in re rû bi rû dihêle. Bi bandora travmayê re, mekanîzmayên tevlihev di mêjî de dixebitin û ev rewş ji tiştê ku mêjî dikare bipejirîne pir dûr dimîne; dibe sedema nîşanên ku mirovan bi domdarî aciz dike. Li şûna ku ew çareseriyan bibîne û pirsgirêkan bi xwe çareser bike, ew bi yên din ve girêdayî dibe (hêzek ji xwe mezintir). Ev tê wê wateyê ku ew mekanîzmayên xwe yên navxweyî dide îflaskirin. Plana ku PDK niha dixwaze li Başûr pêk bîne tenê bi vê yekê dikare were vegotin.
Ji ber ku travma tenê dibe sedema tirs û xofê naêşe. Belkî jî ya herî dijwar ku mirov pê mijûl bibe, travmayên ku herî dirêjtir dimînin ew travma ne ku ji xiyanetan, xiyanetên berbiçav peyda dibin. Di rewşa PDK‘ê de, ji bo ku feraseta zêdebûna şîdeta li dijî têkoşîna azadiya kurd a ji bo berjewendiya Tirkiyeyê û travmayên ku ji ber wan çêbûne were fêhmkirin û bandorên van bên lêkolînkirin. Derdikeve holê ku têgihîştina travmaya xiyanetê bi awayekî têgihîştî û dîmensiyonel di girtina gavên pêşîlêgirtinê de gaveke navîn a girîng e. Travmaya xiyanetê ne tenê dibe sedema bêhêvîtî û tirsê, di heman demê de zirarê dide baweriya cîhanê û mirovên din. Di hêla sosyolojîk û dîmenî de jî girîng e. Ev xiyaneta PDK’ê wateyekê li ser wê yekê zêde dike; dibe ku travmayeke civakî kûrtir bibe û para wê jî di zirara yekîtiya kurdan de heye.

Ger travmayek bê fêmkirin, dikare bê dermankirin jî. Lê mixabin, dijwar e ku meriv li ser vê yekê biaxive. Ji ber ku ya li başurê Kurdistanê diqewime tevlihev bûye, lê divê mirov wê paşguh neke. Tecrûbeya trawmatîk a ku nayê asîmîlekirin wekî kabûs, paşverûtî, jinûveçalakkirinên behreyê, nîşanên somatîk, panîk û hêrs tên mecbûrkirin û dubarekirin. Tecrûbeya trawmatîk cihê kesê/a li cîhanê û nirxên wî/ê ên der barê xwe de tehdît dike. Di vê çarçoveyê de, hest û ramanên binirx û ewlehiyê, dîtina cîhanê watedar û meqbûl, têgihîştina mirovên din ên baş û alîkar, neşikestî û desteserkirî di bin xetereyê de ne. Ev bi siyaseta niha ya PDKê re hevseng e û bêhêvîtî serdest e. Divê bê zanîn ku ne mimkûn e mirov bi zihniyeta rêvebiriyê ya bi zordariyê tê rêvebirin û tehamulî heqareta hêzên din dike û hembêz dike, di axa xwe de bi cih dike, mirov xwe wekî berê bihesibîne.
Ne zêdegavî ye ku mirov bibêje dê di nexşeya tendirustiya giyanî ya mirovên Başûr de guhertineke mayînde çêbibe, nemaze dema ku em li şîdeta bûyerên li Başûr binêrin; komkujiyên wekî kuştinên komploger û cinawir vê yekê diselmînin. Bandorên Şerê Viyetnamê li ser tevlêbûna PTSD di navnîşên tendirustiya giyanî de tên zanîn. Salên pêş me dê nîşan bide ku di şerê Başûr de bandoreke çawa li ser pirsgirêkên derûnî yên kurdan bike. Heya niha jî pêdivî ye mirov texmîn bike ku di van karesatan de wêneyên cihêreng hene, her ku diçe giliyên laşî zêde dibin.

Bandorên giyanî yên karesateke wisa mezin nayên tunekirin. Lê divê hewl bê dayîn ku ew kêm bibin. Ji ber ku zengilên felaketê li ber lêdanê ne. Pêwîst e bê zanîn: Pênaseya herî hêsan a karesatan çi ye? Dibe ku reaksiyoneke krîzê be. Ez gotarê bi gotinekê biqedînim: “Di jiyanê de hevsengiyek heye. Stresên rojane di balanseke diyarkirî de derdikevin holê. Hestên me di nav sînorekî de dilîzin. Her mirovek repertûarek heye ka mirov çawa bi stresa rojane re mijûl dibe. Felaket-travma hevsengiya mirov xira dike. ” (Ciwan 1995)