Tuesday, September 28, 2021

Piyase – Bêkarî

Di zanista aboriyê de her çi qas xebat wek karê debarê hatibe pênasekirin jî ji aliye antropolojik de xebat pêwistiyeke. Wek ku tê gotin ‘heke di xwezayê de moriyek jî bêkar nîn be dê însan çima bêkar be.’ Mijara bêkariyê tenê ne mijareke aborî ye. Ji ber ku kesên bêkar nikarin xwe tev li jiyanê bikin, rastî zor û zehmetiyan tên. Belê temaşevanên hêja em ê di vê bernameyê de li ser sedemên bêkariyê û hejmara bêkarên li Tirkiyeyê bisekinin. Li welatekî ji bo hejmara bêkaran kêm bibe hewceye ku ji aliye aboriyê ve pêşketineke çêbibe. Li Tirkiyeyê di salên dawî de tê gotin ku ji aliyê aboriyê ve pêşketineke heye. Lê li welateke dahata neteweyî ji sedî 50 zêde bûbe jî eger bêkarî ji sedî 3 zêdetir bûbe dê gel zêdebûna dahatê na bêkariyê hîs bike. Heke li welatekî ji aliye aboriyê ve pêşketinek hebe hewce ye li wî welatî hilberîn jî zêde be. Lê mixabin li Tirkiyeyê tevî hemû angaştên heyî jî bêkarî her diçe zêdetir dibe. Li welatên pêşneketî, bêkarî ji ber tunebûna bazarên kar zêde dibe. Zêdebûna nifûsê, polîtîkayên çewt ên perwerdeyê, kêmasiya di ramedanê de, bêîstîkrariya di polîtîkayên siyasetê de jî sedemên girîng ên bêkariyê ne. Li gor daneyên Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI) lêçûnên leşkerî yên Tirkiyeyê di navbera salên 2010 û 2019’an de ji sedî 86 zêde bûye. Li gorî heman saziyê,… 15’emîn dewleta ku herî zêde di warê leşkerî de lêçûnan dike Tirkiye ye. Di navbera salên 2011-2020’î de lêçûnên leşkerî yên dewleta tirk ji sedî 77 zêde bûye.Ev fatûraya giran a şer û lêçûnên leşkerî ji budçeyên perwerdehî, tendirustî, ragihandin û enerjiyê tên birîn. Ew lêçûnên di şerê navxweyî yê li sûriyeyê hat bikaranîn û bi hezaran penaberên ku ji suriye û afganistanê derbasê tirkiyeyê dibin li ser aboriya Tirkiyeyê bareke giran e. Di heman demê de ev penaberên hajmara wan 6-7 milyonî derbas dike wek karkerên erzan tên bikaranîn. Her çiqas mijara penaberan ji der ve yê mijara me zêdetir girêdayê polîtîkayên siyasî, civakî û çandî be jî di rastiya xwe de ev penaber ji aliyê xistina mûçeyan û bêkariyê ve xwediyê bandoreke mezin in. Li Tirkiyeyê yek ji sedema bêkariyê jî, koçberkirina ji gundan e. Dewlet bi polîtîkayên xwe xwezayê terxrîb dike ji ber ku gundî êdî nikarin debara xwe bi çandinî û sewalkariyê bikin neçar dimînin koçê bajaran bikin. Bi taybetî hikumet bi hinceta rewşa ewlehiyê li Kurdistanê mudexeleyê xwezayê dike. Dar û daristanên Kurdistanê tên şewitandin û pêşî li ber çem û rûbarên wan tên girtin. Dewlet ji bo kesên ji salên 90’î heya niha ji gundan derdikevin tu qadên xebatê venekir. Ji ber wî ew kesên ku koçê bajaran dikin nikarin di qada sanayî û xizmetê de kar bibînin. Wek hûn jî dizanin… Li Tirkiyeyê saziya TUÎK’ê mehane û salane bi gel re rêjeya bêkaran par ve dike. Lê pirî caran saziya DİSK-AR’ê rêjeya TUİK’ê vala derdixe. Em dikarin nakokiya di navbera daneyên TUİK û DİSK-AR’ê di vê grafikê de jî bibînin. TUÎK’ê di meha kanûna 2020’an de hejmara bêkarên îlona 2020’î parve kir û got ku rêjeya bêkaran ji sedî 12 noqte 7 e. Lê DÎSK-AR vê rêjeyê derewand û got rêjeya bêkariyê ji sedî 26 noqte 4 e. TUİK di her çaryeka salê de hejmara bêkaran bi gel re par ve dike. Em bi hev re li ser vê grafikê li bêkariya çaryekên duyemîn ên 3 salên dawî binêrin.Lê em div ê mijarê de dixwazin bal bikişînin ser rêjeya bêkariya jinan a di nav civakê de jî. Her çiqas di parvekirina dewleta tirk de rêje bêkariya jinan kêm xuya bikin jî sedema vê yeke ne ku jin di her qadên de dikarin bixebitin û kar bikin. Sedema vê yeke jin di statuya karkeran û bêkaran de jî nayên hesibandin. Yanî zayendperestî xwe di tabloyên bêkariyê de jî dide der.