spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piyase – Budçeya Ji Bo Şer

Li Tirkiye di salên dawî de qeyrana aborî her diçe kurtir dibe. Lê rayedarên Tirkiyeyê tevê vê  qeyrana aboriya heyî jî dema budçeyan amade dikin vê yekê paşgo dikin. Di amadekirina budçeyên xwe yên salana de giraniya dahatên xwe ji bo şer vediqetînin.Di sala 2015’an de ji bo şerê li dijî kurdan 50 milyar TL hat xerckirin. Ev budçe bi demê re qat bi qat zêdetir bû û tenê di sala 2020’î ji budçeyê 230 milyar TL  ji bo şer hatiye veqetandin. Ev budçeya ku ji bo şer tê veqetandin bi tu awayî ji bo beşên din nayê xerckirin. Wek tê zanîn di du salên dawî de li cîhanê ji ber rewşa pandemiyê hemû welat budçeyên xwe ji bo tenduristiya welatiyên xwe xerc kirin. Lê Tirkiye li gor vê rewşa pandemiyê  dîsa lêçûnên zêde ji bo şer veqetandin. Ji sala 1984’an heya niha ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd salane herî kêm derdorê 30 milyar dolar tê xerckirin. Heta dawiya 2021’an dê lêçûnên Tirkiye yê şer ji 250 milyar TL’e jî derbas bike.

Tirkiye di sala 2021’an de çi qas pere ji bo kê û çi veqetandiye di lîsteya şêr de ye. Ev 223 milyar û 691 milyon û 892 hezar TL ye tenê pereyê ku tê diyarkirin e. Ji xeynê wî pereyê ku cudatir tê xerckirin jî heye. Tirkiye hedef dike ku di sala 2022’yan de 122 milyar û 400 milyon û 850 hezarî ji bo şer xerc biek. Rejîma AKP-MHP’ê  her sal lêçûnên şer zêdetir dike. Li gorî daneyên TUÎK’ê li Tirkiyeyê 28 milyon û 81 hezar kes, îstîhdam dibin. Li gorî daneyên DÎSK’ê hejmara kesên ku bi mûçeya kêmtirîn dixebitin derdora 10 milyon kes in. Mehane maliyeta kesên ku bi mûçeya kêmtirîn dixebitin, mûçe û prim jî di nav de derdora 2 hezar û 950 TL ye. Mehane maliyeta 10 milyon kesên ku bi mûçeya kêmtirîn dihebitin bi giştî 29 milyar û 500 milyon TL ye. Ger mûçeyên 18 milyon kesên ku hatine îstîhdamkirin ji 4 hezar TL’yî bê hesabkirin, lêçûna wan ya mehane 72 milyar TL ye. Kesên ku di pîşeyên tenduristî, ewlehî, çûnûhatin, xurek, dermankarî, saziyên weşan û çapemeniyê de dixebitîn bi giştî 5 milyon kes in. Eger lêçûnê şer di têkoşîna bi şewbê de bihatana bikaranîn dê rewşa pandemiyê hem ji bo welatiyan hem jî ji bo xebatkarên tenduristiyê hisantir derbas bibûna.