18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pîyase – Kur, dolar û krîzên aborî yên Tîrkîyeyê

Di roja me de ji bo pêşketina dewletan hin rêbazên aboriyê tên bikaranîn û her dewlet ji bo pêşketina aboriya xwe di rêbazên aboriyê yên ku bi kar tînin de guhertinan çêdikin. Lê hikûmeta Tirkiyeyê ya heyî di van demên dawî de di rêbazên şaş û qels de israr dike. Ev jî dibe sedema krîza aboriyê ku gel nikare debara mala xwe bike. Ji serê salê heya niha her çi qas aborînas û dewletên xwediyê aboriyên mezin… bibêjin ji bo enflasyon kêm bibe hewceye ku faîz bê zêdekirin jî Banqaya Navendî ya Tirkiyeyê ji serê salê heta niha faîzê bi daxwaza serokomeriyê dadixîne. Banqaya navendî ya Tirkiyeyê tenê di mehên îlon, cotmeh û mijdarê de di faîzê de 400 pûan daxist. Ev daxistina faîzê me di bernameyên din de jî diyar kir ku li ser bihayên tiştan bandoreke neyînî çêdike û yek ji sedema nirxwendakirina TL ye. Ji aliyekî ve daxistina faîzê ji aliyekî ve tunebûna ramedanê ji aliyekî ve jî gendelî û kaosên di nav siyaseta Tirkiyeyê de sedemên zêdebûna dolar in. Lê sedema sereke ya nirxwendakirina tl bêîstîkrariya siyaseta Tirkiyeyê ye…. ku tevî krîza .aboriya heyî di nav hewldanên şer de ye û girêdayê vê siyasetê baca ku ji welatiyan kom dike yan dide çekan an jî bi rêyên dijhiqûqî ji holê radike. Ji serî salê heta niha ji ber polîtîkayên dewletê lîrayê Tirkiyeyê li hemberî dolar ji sedî 30 nirx wenda kir. Herî dawî Banqaya Navendî ya Tirkiyeyê tevî ku li Tirkiyeyê enflasyon ji sedî 20 jî faîzê daxist ji sedî 15 yan. Ev daxistina faîzê wê zextên li ser TL zêdetir bike.

Li gor daneyên Bloombergê di meha mijdarê de TL ji aliyê nirx ve xwediyê performansa herî xirab e û dîsa li gor analîstan Tirkiye krîza kûran dijî. Gelo krîza kûran çi ye?

Heke di perê welateke de guhertinên mezin ên neyînî çêbibin…. wê demê ..di piyaseya wî welatê de kûr kêm dibên û di kûran de krîz çêdibe. Ev krîza di kuran de ji îhracatê heta îthalatê ji îthalatê heta îstîhdamê bandora xwe li ser her tiştî dike. Yanî nirxwendakirina TL tê weteya ku hemwelatiyên Tirkiyeyê xizantir û şîrketên ku ramedanan dikin jî deyndartir bibin. Di salên çûyî de jî li Tirkiyeyê çend krîzên aborî çêbûn. Yek ji wan jî krîza aborî ya di sala 1994’an de ye. Ev kriz jî wek a niha ku Tirkiye bi lezeke mezin ber pê ve diçe. ji ber rêbazên şaş ên aboriyê û polîtîkayên şer pêk hat. Tirkiye wê demê ji ber ku di hazîneyê de budceya wan tunebû ji bo lêçûnên xwe ji banqayên cameweriyê deyn girtin. Banqayên taybet jî ji ber vê nêzikatiya hikûmetê pere bi faîzeke bilind dan banqayên cameweriyê. Piştî ku deynê dewletê û banqayên cameweriyê zêde bûn hikûmeta wê demê ji bo barê deynan kêm bike faîzê daxist. Ji ber ku hikûmet wê demê nikaribû deynê xwe bide xwest saziyên xwe bifroşe.

Bila ev mijar ji were xerîb neyê ji ber ku hikûmeta heyî jî ji ber deynên xwe çend sazî û fabrîqayên dewletê firot.

Di krîza wê demê de li Tirkiyeyê zêde dovîz derket. TL li hemberî dolar di rojeke de ji sedî 14 nirx wenda kir. Hikûmeta wê demê bi nirxwendakirina TL baca li ser gelek tiştan… zêde kir. Piştî vê krîzê hikûmeta heyî bi rêbazên ku tenê bikaribe rojê xelas bike gav avêtin. Ji ber ku ev gav seranser hatibûn avêtin di sala 1998’an de di aboriya Tirkiyeyê de dîsa krîzeke çêbû. Vê krîzê hem ji ber rêbazên aboriyê yên şaş hem ji ber bêîstîkrariya siyaseta Tirkiyeyê pêk hat. Di vê krîzê de yek ji rastiya trajik a ku derket holê ew bû ku Tirkiye ji bo bobelatên xwezayî qet budce veneqetandî ye. Tenê mînaka erdheja Marmarayê na di roja me de jî erdhej û lehiyên ku çêdibin nîşan dide ku hikûmeta heyî ji bo bobelatan budce venaketîne. Ji ber ku krîza wê demê her diçû kurtir dibû serokê wê demê Bûlent Ecevît li hemberî kamerayan got ev krîzeke dewletî ye piştî vê ragihandinê piyaseyên Tirkiyeyê serobino bûn. Faîza banqayan di şeveke de di navbera 5 hezar û 7 hezaran de zêde bû. IMKB yanî Borsa Stenbola wê demê di şeveke de ji sedî 20 nirx wenda kir. Piştî van bûyeran bi hezaran şîrket îflas kirin û bi sed hezaran karker bê kar man.

Yek ji krîza aborî ya Tirkiyeyê jî krîza di salên 2007-2008’an de bû. Her çi qas sedema sereke ya vê krîzê krîza aborî ya li cîhanê be jî. Tirkiye li hemberî vê krîzê nikaribû aboriya xwe sererast bike.

Wê serdemê de niqaşên ku dolar bibe TLeyeke dihatin kirin. Lê piştî vê krîzê dolarek bû 1 nokte 7 tl. 1 nokte 7 Tl. Yanî di sala 2008’an ya ku krîzeke cîhanî dihat jiyîn de jî dolar li hemberî Tl  rekora xwe ya wê demê şikand. Ji wê rojê heya niha dolar her sal li gor sala borî du sê kat zêde dibe. Niha ji ber polîtîkayên hikûmetê yên aboriyê gel ne dikare alternatîfa xwe ava bike ne jî dikare li gor standartên mirovahî bijî.Her çi qas serokkomarê AKP’î di axaftinên xwe de bibêje em li hemberî zêdekirina faîzê ne jî di rastiya aboriyê de ji bo enflasyon û krîz ji holê rabin hewceye ku faîz bê zêdekirin, budceya ku ji bo şer tê veqetandin ji bo gel bê xerckirin.. û hem di qada navneteweyî de hem di nav Tirkiyeyê de siyaseteke biîstîkrartir pêş bikeve. Kurt û kurmancî sedemên sereke yên krîza aboriya  niha û beriya niha jî hemû ji ber  polîtîkayên şer in ku pereyê wê ji berîka gel tê derxistin û polîtîkayên aboriyê yên şaş in.