spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piyase – Mexmûr

Di salên 90’î de ji Botan, Serhed, Colemêrg û ji gelek deverên din gel ji ber tundî û zilma arteşa tirkiyeyê di welatê xwe de bûn penaber. Welatiyên ku ji ber zilm û zordariya dewletê  neçarî cîh û ware xwe terk kirin  di serî de li Bihêrê, Şeraniş, Bêrsivê, Geliyê Qiyamet, Etrûş, Nînova, Nehdaran û herî dawî jî li Mexmûrê bi cih bûn.  Di sala 1995’an de bi encama çalakiya rojiyê ya li Zaxoyê weke Penaberên Siyasî hatin qebûlkirin û di sala 1998’an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî  ve wek gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ango Wargeha Mexmûrê hatin qebûlkirin û ketin bin banê Neteweyên Yekbûyî.

Wergeha Mexmûrê ji destpêka salên 90’î heya niha ji ber destê PDK’ê geleke zehmetiyan kişandin. PDK’ê gelê wir birçî hişt, serê wan jêkir û wan firot dewleta Tirkiyeyê. Di nav van zehmetiyan de şêniyên wargerhê xwe ji aliyê perwerde û jiyanê ve birêxistin kirin. Tevê hemû zehmetiyan şêniyên Wargeha Mexmûrê bi têkoşîna xwe navê xwe di dîroka kurdan bi tîpên zêrîn nivîsandin.

Di sala 2019’an de berpirsê MİT’ê Osman Kose ji aliyê çend ciwanen kurd ve li Hewlerê hat kuştin. PDK piştî vê bûyerê di 17’ê tîrmeha 2019’an de ambargo danî ser wargeha Mexmûrê. Ambargoya li ser wargehê ji bo çeteyên wek DAIŞ’ê firseta êrîşê çêkir. Ji ber ambargoya heyî bi hezaran karker ji karê xwe bûn, nexweşên giran tedawiya xwe nedomandin û perwerde ket bin xetereyê. Ambargoyeke fîzîkî, aborî, derûnî, siyasî, mirovî, tenduristiyê û ji her aliyê qadên jiyanê ve li ser wan hatiye danîn. Armanca vê ambargoyê ew e ku gel were cezakirin.

Ji ber rêgirî û nêzîkatiyên li bendên kontrolê yên hêzên ser bi PDK’ê ve gelek nexweşên kronîk ji ber nedermankirinê rewşa wan pir xirabtir bûn. Di van 2 salên ambargoyê de herî zêde jin jê bandor bûn, taybet jinên du canî. Heta niha nêzî 10 jinên ducanî ji ber rêgirî û ambargoyê zarokên xwe winda kirine.

Tevî hemû nerazîbûnên gelê wargehê û piştgiriya çend parlementerên Başûrê Kurdistanê jî ambargoya li ser wargehê her diçe tê dijwar kirin. Bi ambargoyê re êrîşên çete û dewletan jî zêdetir dibin.

Ji bo ku dewlet an jî çeteyên hovane êrişên Wergeha Mexmurê bikin tu hincet tune. Yên êrîşê Mexmûrê dikin dibên PKK’ê ji Mexmûrê li hêzên me dane. Lê dîsa rastî derket holê ku sivîlên bê guneh dibin hedefa SİHA’yên dewleta Tirkiyeyê.  Êrîşkarê wargehê modela modernîteya demokratîk ji xwe re dikin hedef û ji bo tunekirina vê modelê êrîş dikin. Lê piştî her êrîşê gel zêdetir hev girtiye û li ber xwe daye. Ji bo wê ye ku gefên tên kirin, tu encamek nagirin.

Ji sala 2017’an bigire heta 5’ê Hezîrana 2021’ê bi dehan car bi balafiran û destê çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gelê Mexmûrê hatiye kirin, bi dehan welatî şehîd û birîndar bûne. 6’ê Kanûna 2017’an balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê Wargeha Mexmûrê bombebaran kir û di êrîşê de 5 endamên Hêzên Parastina Cewherî, di êrîşa 13’ê Kanûna 2018’an de 4 jin jiyana xwe ji dest dan. Roja 18’ê Tîrmeha 2019’an carek din balefirên Tirkiyeyê bombe li wargehê barandin û di encamê de du şêniyên wargehê birîndar bûn.

Di 15’ê Hezîrana 2020’an de jî balefirên artêşa Tirkiyeyê derdora wargeha Mexmûrê, Çiyayê Qereçox û devera Miştenur a dikeve tenişta kampê bi dijwarî bombebaran kir.

Bi şewba koronayê jiyana li wargehê zêdetir xirab bû. Hewce bû ku rêveberiya başûrê Kurdistanê alîkarî bikira, lê nekir. Şêniyên Mexmûrê ji bo muhtacî ber destê dijminên xwe nebe hewl da ku di nav çolistanê de çandinî û sewalkariyê bike. Li  derdorê wargehê ji bo sewal û çandiyê gov çêkirin û dest bi karê çandiniyê kirin.

Di rewşa heyî de êrîşa Wargeha Mexmûrê bi armanca qirkirinê tê kirin. Li hember van êrîşan Hikûmeta Herêma Kurdistanê an jî rayedarekî wan bertek nişan neda. Tenê Hikûmeta Iraqê tevê şandeya xwe ya lêkolînê li cihê bûyerê lêkolîn kir. Di encama lêkolînê de destnîşan kirin ku Mexmûr hatiye bombekirin û sivîl hatine qetilkirin. Lê bertekeke tund li ser vê encamê nehat dayîn. Tenê piştî lêkolînê gotin hewceye Tirkiye li hember xaka Iraqê rêz bigire.

Hevşaredarê wargeha Mexmûrê Bedran Pîranî di hevpeyvîneke xwe de rastiya zehmetiyên ambargoyê wiha bi lêv kir:” Gelê wargehê kar û debara xwe li ser Hewlêrê re pêk dianî. Lê niha nikarin derkevin derveyê wargehê. Berê pir kêm be jî hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkarî dida wargehê. Me dikaribû kel û pelan bi bûhayê guncav bikiriya lê ji ber ku rêgirî destpê kir em nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin. Me hemû xebatanên xwe yên şaredariyê bi alîkarî û piştgiriya gel pêk tînin.”

Di encamê de PDK bi xwestina Tirkiyeyê ambargo daniye ser Wargeha Mexmûrê. Dixwazin Wargeha Mexmûr ji aliyê aborî ve tune bikin. Ji ber ku aboriya civakeke tunebe nikare jiyana xwe bidomîne. Niha bi ambargoyê dixwazin bi birçîbûnê Mexmûriyan terbiye bikin. Heke pêvajoya 2 salan bê nirxandin mirov dikare bêje şêniyên wargehê ji aliyê bi destxistina pêdiviyên jiyanê de di bin xetereyê de ne.

Lê Mexmûrî tevê vê siyaseta qirêj û hemû tengasiyan jî di modela modertîneya Demokratîk de bi israr in.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê