23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piyase – Pere

Dema hê mirovahî derbasê jiyana xwecihî nebûbû pêwistiya wan bi pere jî tune bû. Çimkî di wê demê de hemû kesan pêdiviyên xwe bi xwe ango bi hev re pêk dianîn û tiştên ku nikaribûna bi dest bixin bi riya pevguherînê bi dest dixistin. Bi demê re ji bo malan nirx hat diyarkirin, vê nirxdayînê bi xwe re fikra hevbuhayê anî û pere derket holê. Di serdemên berê de ji bo pevguherînê ajal, amûr û zad dihat bikaranîn. Li deverên wek Yewnenistana kevn kole jî bi malan re dihatin guhertin. Lê ji ber ku parvekirin û neqilkirina van amûran zehmet bû mirovahî bi demê re li tiştekî ku hêsantir bê guhertin û neqilkirin geriyan. Di encamê de jî pere hat dahênan. Di destpêkê de pere ji bo hêsankirina danûstandinê û bazirganiyê hat dîtin. Her çiqas pere di destpêkê de ji bo hêsankirinê hatibe dahênan jî ev pere di rastiya xwe de ji bo ‘kar’ ango ‘kelk’ê nedihat bikaranîn. Ev pereyê ku ji zêr û zîvan hat çêkirin di destêpêkê de ji bo kirîn û bazirganiyê derket lê dû re pir guherî.

Di destpêka pereyan de sîke hat şixulandin. Sîke li gor giranî û nirxekî, di şiklê dîskekê de hat çêkirin û ket nav gel. Li gor daneyên heyî cara yekemîn pere ji aliyê lîdyayiyan ve hat îcatkirin. Bi îcatkirina pereyan hemû dewletan bi nav û armayên xwe pereyan derdixist û ji bo lêçûnên zêdetir tim pêwistî bi pereyan didîtin. Mînak em bibêjin dewleta bi navê A’yê heye û di nav pereyên wan de 2 gram jî zêr heye. Pêwîstiya dewleta ‘A’yê bi pereyên zêdetir heye. Heke dewleta ‘A’yê ji nav pereyan grama zêr bixîne jî nikare zêdetir lêçûnan bike. Ji ber ku dema ji nav pereyan grama zêr kêm bike dê nirxê pereyê wê jî bikeve. Ango dema dewleta A’yê bixwaze zêdetir lêçûnan bike, bacên ji welatiyên xwe distîne zêdetir dike. Em vê bi mînakekê şênbertir bikin. Em bibêjin eşyayeke bi 4 lîreyî heye. Dewlet ji sedî 25 zem dide ser wî eşyayê. Wê demê em ê heman eşyayî bi 5 lîreyan bistînin. Di vir de çi bû, dewlet qet tiştek nekir lê ji berîka me lîreyek zêdetir ji bo lêçûnên dewletê derket. Gelo ev pereyên ku ji zêr û zîvan dihatin çêkirin çawa veguherîn pereyên kaxiz.

Di sedsala 17’emîn de gelê Îngilîstanê zêr û cewherên xwe didan gel zêrkaran û wek temînatê jî ji wan senetan digirtin. Kîngê bixwestana bi wan senetên xwe diçûn û zêrên xwe digirtin. Bi demê re ev senet di bazirganiyê de hatin bikaranîn. Navê Banknot yanî ya ku em dibên panot jî ji vir tê. Tabî di vir de zêrkar jî karê ku dikin veguhestin karekî din û bingeha bankeriya niha avêtin. Çawa? Ji zêrên destên xwe bêhtir senedan dan xelqê. Ev mantiq di roja me de ji bo kredîdayînê tê bikaranîn. Yanî zêrkar li ser zêrên tune qezencekê bi dest dixin. Wek ku îro li ser pereyên qeydkirî kredî tê dayîn. Heke wê demê hemû muşteriyan bi hev re zêrên xwe nexwestana, pirsgirêk di vê pergalê de dernediket. 3 fonksiyonên pereyan hene;

1. Amûra Bedilandinê

2. Pîvana Nirxdayînê û

3. Amûra Nirxveşartinê ye

Hûn çi ango kîngê bixwazin dikarin danûstandinê bi pereyên xwe bikin. Yanî bi kurtasî pere wek amûra danûstandinê tê bikaranîn. Lê bi demê re xwestina bidestxistina pereyan bi xwe re çavbirçîtiyê jî derxist holê. Ji ber vê çavbirçîtiyê di navbera kes, kom û dewletan de pevçûn derketin. Di destpêkê de pere çawa dihat bikaranîn û niha pere çawa bûye komutanê mezin.

Pere di pevguherînê de wiha dihat bikaranîn “Mal–pere –Mal” Dema pere bû “pere-mal-pere+kelk” êdî zêdetir di bazirganiyê de bû amûra sereke. Û di roja me de jî êdî pere ji bo zêdetir pere bi dest bikeve bi vê formulê tê bikaranîn: “pere-pere”. Yanî bi vî awayî pere ji amûrbûnê derketiye û bûye armanca sereke ya jiyanê. Guhertina di pereyê de, di aboriyê de bêîstîkrariyê derdixe holê û dibe sedema qeyranên aboriyê.

Di roja me de her dewlet li ser navê xwe pere derdixe û ji 160’î zêdetir cûreyên pereyan hene. Di teoriyê de her dewlet çiqas bixwaze dikare pere derbixe lê dema hilberîna dewletekê sabît be û zêdetir pere derbixe, wê demê li wî welatî enflasyon zêde bibe. Lê ku pereyê tê derxistin dema di hilberînê de û hinardeyê de bê bikaranîn wê demê pere nirx wenda nake û aborî pêş dikeve. Dewletên xwediyê pereyên wek dolar, euro û sterlîn li gor dewletên din dikarin zêdetir pere derbixin. Sedema wê jî ev e: Konvertibilîte ango guhertina van pereyan bi pereyên din re hêsantir e. Yanî ev dewlet dikarin pereyên xwe li welatên din zêdetir bi kar bînin. Ji ber wî ye ku dikarin serweriya xwe li ser aboriya çar aliyê cîhanê ava bikin. Ev pereyên ku wek sîke hatin îcatkirin bi demê re bûn senet û panot lê guhertina di pereyê de li vir neqediya û pere êdî di bankayan de wek pereyê qeydkirî tê xebitandin. Di roja me de ji sedî 90 pereyên cîhanê qeydkirî ye. Pere herî dawî jî wek pereyê sanal tê bikaranîn ku me di bernameya Bitcoînê de behsa wan kiribû.