19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piyase – Polîtîkayen Tirkiyeyê û zêdebûna dolar û nirxwendakirina TL

Wek hûn jî dizanin di 23’ê îlonê de Bankaya Navendî ya Tirkiyeyê faîzê daxist. Piştî daxistina faîzê di kura dovîzan de guhertin çêbûn û lîreya Tirkiyeyê li hemberî pereyên din nirx wenda kir. Vê nirxwendakirina tl jî bi xwe re bihabûna xurek, gaz, ceyranê û amûrên din anî.

Di vir de em vê pirsê bikin. TL li hemberî dolar çima nirx wenda dike?

Erka Bankaya Navendî ya welatekî di vir de welat ferq nake ku kîjan e lê erk yek e û ev erk jî ev e; hewceye Bankaya Navendî di bin bandora hikûmetê de nîn be û armanca wê ya sereke parastina nirxê pereyê welatê xwe be. Lê li Tirkiyeyê Bankaya Navendî di destê serokkomarê AKP’yî de bûye wek pêlîstokekê. Erdogan bi riya ku zêdetir pereyan bi dest bixe tevî ku tu zanyariyekî wî tune ye jî midaxeleya bankayê dike û li gor xwesteka xwe serok û berpirsiyarê bankayê diguherîne. Pirî caran jî kesên nêzikî xwe li Bankaya Navendî bi cih dike. Ev guhertin prestîja aboriya Tirkiyeyê di nav welatên din de bêqîmet dike ev jî
bi lîre nirx dide wendakirin.

Li aliyê din aloziya di nav siyaseta Tirkiyeyê de jî baweriyê ji aboriyê dişkîne. Lewra hewldanên Tirkiyeyê tim ji bo şer tên kirin û ji bo van şeran jî ji welatên derve li ser bihayê dolaran çek tên kirîn. Hûn jî dikarin bi çend lêkolînan encama têkiliya di navbera şerê ku li hemberî kurdan tê kirin û zêdebûna dolar de bibînin. Mînak Erdogan di axaftina xwe ya 15’ ê cotmehê de jî gefa êrîşa leşkerî ya li dijî rojavayê Kurdistanê xwaribû. Ev ragihandin li ser dolar bandor kir û kura dolaran ji 9.37 lîrayê derbas kir. Li gor rewşa heyî tê texmînkirin ku dolar ji 10 Tl yî û euro jî ji 12 tl yî derbas bike.

Li Tirkiyeyê tu kes mûçeyê xwe bi dolaran nastîne lê Ji 3 paran 2 par bazirganiya Tirkiyeyê bi welatên rojavayê re ye û ev jî li ser hemû tiştên ku tê standin bandor dike. Yanî dema dolar zêde dibe û Tlyê ku hûn mûçeyên xwe pê distînin bêqîmet dibe wê demê hûn nikarin tiştekî jî bistînin. Erdogan ji ber van kiryarên xwe êdî di qada navneteweyî de jî muxatap nayê girtin. Bila çûyîna Erdogan a Amerîkayê bê bîra we. Bifikirin serokkomarê welatekî ji bo hevdîtinên dîplomasiyê biçe welatekî din lê rayedarên wî welatî pê re hevdîtin nekin. Ev di qada navneteweyî de têkçûneke mezinxe. Heke serokkomarê dewletê dewleta xwe kiribe vê rewşê wê bawerî çawa bi aborî û pereyên wê dewletê were. Îro zêdebûna dolar wê li firingî û palîcanê ku hûn li nav bexçeyê xwe datînin jî bandor bike. We rast bîhîst wê li ser firingî û balîcanên we yên li bexçê we jî bandor bike ji ber ku gubre tê bikaranîn ya ji
derve tê kirîn an jî bi madeyên ji derve tên standin hilberîna gubreyê tê kirin. Her çi qas ji ber aloziya siyaseta Tirkiyeyê em nikarbin sedî sed texmîna nirxê dolar bikin jî lê tiştê
teqez ew e ku dê gel di aliyê debara mala xwe de zor û zehmetiyên ji niha xirabtir bijî.