20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piyase – Qeyrana Aborî û Gendeliya li Başûr

Di demên dawî de navê Herêma Fedaral a Kurdistanê ango başûrê Kurdistanê tim bi çalakiyên ji bo mûçe nedayînê, hevkariya bi operasyonên li ser heremê  û neçariya koçberiyê dikeve rojevê. Li başûrê Kurdistanê ev alozî, qeyrana aborî û siyasî ya ku heya her diçe kûrtir dibe. Li aliyeke qeyrana aborî li başûrê Kurdistanê kûrtir dibe lê li aliyê din PDK ji 23’yê nîsanê heya niha di operasyonên ku li ser Zap, Avaşîn û Metînayê pêk tên de ji Tirkiyeyê re hevalbendiyê dike. Ev hevalbendiya ku PDK’ê bi Tirkiyeyê re dike li başûrê Kurdistanê dibe sedema hem aloziya siyasî hem civakê hem jî ya aboriyê.

Wek tê zanîn niha bi hezaran welatiyên kurd li ser sînorên Polonya û Belarûsê bi serma, birçîbûn û mirinê re rû bi rû ne. Heya niha zêdetirî 10 penaberên li sînorê Belarûs-Polonyayê jiyana xwe ji dest dan. Ew kesên ku mirinê dane ber çavan û ji welatê xwe direvin diyar dikin ku ew ji ber rewşa siyasî û aborî li ser riya Ewropayê ne. Ji ber ku şîrketên malbatên Talabanî  û Barzanî dest danîne ser zanîngehan, bazirganiyê, hikûmetê û partiyan rewşa li başûrê Kurdistanê sererast nabe. Ev malbat ji bo ku gel di nav welatê xwe de jiyaneke bi rûmet û baştir ava bike tu derfeteke nehiştiye. Qeyrana aborî ya li başûrê Kurdistanê bandora xwe li her aliyê jiyanê dike. Ceyran û av başûr ber bi kêmbûnê ve diçe û enflasyon jî tim zêde dibe. Bi salan e hikûmeta Başûr ji bo pirsgirêkên heyî tu plan û projeyan pêşnexistiye. Lê tevî ku hikûmet tu çareseriyê nabîne ji van aloziyan gel berpirsiyar dibîne. Yanî hikûmet bi sûcdarkirina gel dixwaze polîtîkayên xwe yên şaş veşêre.

Ev gotinên ku hikûmeta Başûr li hemberî civakê dibêje bi gotinên hikûmeta Tirkiyeyê re yek in. Elbet wê gotinên wan yek bin ji ber ku pergala wan yek e. Ji ber van aloziyên ku hene li başûrê Kurdistanê xwendekarên zanîngehan daketin qadan , dest bi çalakiyan kirin û ev çalakiyên wan hêjî didomin. Hikûmet xerca xwendekaran nade û ji bo xwendekarên ku zanîngehê quta kirine tu derfet ava nake. Ji ber wî jî xwendekar çalakiyên girseyî li dar dixin. Divê bê bibîrxistin, di sala 2014’an de hikûmeta Başûr bi hinceta qeyrana aborî û qaşo şerê li dijî DAIŞ’ê xerca mehane ya xwedekaran, birîbû. Lê di navbera 7 salên ku derbas bûn de jî tu sererastkirin di rewşa xerca xwendekaran de nehat kirin.

Li başûrê Kurdistanê rewşa aboriyê bi vî rengî ye. Lê kesên ku polîtîkayên PDK’ê rexne dikin jî bi dijminahiyê tên sûcdarkirin. Wek hûn jî dizanin li aliyeke tê angaştkirin ku li Başûr qeyrana aborî heye lê li aliyê din mal û milkên malbata Barzanî ji rojevê dernakevin. Mijara mal û milkên malbata Barzanî cara yekemîn di sala 2018’an de bi standina 2 vîlayên ku li ser navê Heval Doskî yê xebatkarê malbata Barzanî ji nîqaşê re hat vekirin. Herî dawî mijara mal û milkên malbata Barzanî bi lêkolîna ku rojnamegerê amerîkî Zack Kopplîn bi belgeyan parve kir, tê zanîn. Rojnameger Kopplîn, ewil peymanên di navbera şirketa leşkerî ya taybet a Amerikayê û şîrketên Serokwezîrê Iraqê yê berê Nuri el Malikî de derxist holê. Li ser vê têkiliyê xwe gihand peymanên di navbera şîrketên leşkerî yên Amarika û malbata Barzanî de. Kopplîn piştî xebata 6 mehan a li ser rapora malbata Barzanî parve kir.  Li gor vê raporê 4 xanûmanên malbata Barzanî ku bihayê wan bi 75 milyon dolar in li Amerîkayê hene.

Herî dawî bi belgeyan hat qanihkirin ku Muksî Barzanî li Miamiyê bi bihayê 18.3 milyon dalarî dermanxaneyeke standiye. Her wiha 4 şîrketên mezin ên malbata Barzanî li Amerîkayê hene. Kopplîn li ser van daneyan diyar dike ku ev mal û milkên ku êdî tên zanîn tenê parçeyeke ji serweta malbata Barzanî ye. Li Kaliforniya, Beverly Hillsê 2 qesrên malbata Barzanî hene. Li Virginia xanûmanek wan heye. Niha jî li Mîamiyê derxanxaneyek wan a 12 hezar m2 derket holê. Ev mal û milkên malbata Barzanî tenê yên em dizanin. Tê diyarkirin ku malbata Barzanî di standina mal û milken li Amerîkayê şîrketên paravan li ser navê wan dan û standinê dike û navê wan vedişêre. Piştî ev raporên derketin holê li gor daneyên emlakên li Dûbaî tê îdeakirin ku li Dubaîyê jî mal û milken malbata Barzanî ji yên Amerîkayê qat bi qat zêdetir hene. Niha pêşmerge nikarin meaşên xwe bistînin. Xwendekar nikarin xercên xwe bigirin. Enflasyon zêde ye. Ji aliyê hikûmetê ve tê îdeakirin ku ‘Perê hikûmetê tune ye’. Heke li başûrê Kurdistanê ewqas pirsgirêkên aboriyê hebin wê demê kesên ku hikûmetê bi rêve dibin ewqas mal û milkê xwe bi kîjan pere distînin?