25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piyase – Rewşa çandinî û polîtîkyên ku li ser çandiniyê tên meşandin

Di bîra we her kesên ku di ber erdên genim de derbas bûne an jî li gund jiyane ev dîmen heye. Lê we di demên dawî de qet ferq kiriye ku di nav heman metreyê de tayên geniman ne wek hev in û li gor berê qama wan kin e?

Gelo sedemên vê mijarê çi ne? Belê temaşevanên hêja me xwest em di vê bernameyê de debarê polîtîkayên ku li ser çandiniyê tên meşandin û bandorên van polîtîkayan bisekinin.

Em ji bo vê bernameyê bi Endamê Platfoma Ked û Demokrasiyê û Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya şaxa Amedê Abdulsamet Ucaman re derbarê biha, gubre, çandinî û şerê taybet yê ku bi riya çandiniyê li ser gel tê ferzkirin axivîn.

Wek tê zanîn ji destpêka serdema çandiniyê heta niha civakê piştî paleyiyê ji bo sala pêş xwe toximan hildianîn û ev kar her sal dubare dibû. Bi vê rêbazê jî hilberîna civakê qut nedi bû.

Lê di demên dawî de li Tirkiyeyê ev rewş ji holê hat rakirin. Bi taybet di salên dawî de bi rêbazên pergala kapîtalîzmê toximên çandiniyê tên îthalkirin. Hem ji ber ku  hemcedariya van toximan bi zêdetir  gubreyê heye hem jî  ji ber bihabûna mazotê lêçûnên çandiniyê her diçin zêdetir dibin. Ji ber wî jî gelek cotkarên ku debara xwe bi çandiniyê dikin nikarin çandiniyê bikin.

Wek tê zanîn li Tirkiyeyê her roj bi hincetên ewlehiyê heremên çandiniyê tên qedexekirin. Bi vî awayê gund tên valakirin, gel ji xwezaya xwe tê dûrxistin û neçar dimîne ku koç bike. Bi vê koçkirinê gel bi her cure rêbazên şerê taybet re rû bi rû dimîne.