19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piyase – Zema li ser gaza xwezayî û ceyranê

Li Tirkiyeyê her roj di bihayên malan de guhertin çêdibin. Lê mixabin ev guhertin li gor berjewendiyên gel nînin. Her çi qas rayedarên dewletê her roj di axavtinên xwe de bibêjin aboriya me dê bifiri jî ev firîn ber bi jor ve nîne. Ji ber ku Tirkiye nikare aboriya xwe sererast bike aboriya heyî jî her diçe xiraptir dibe. Berdêla vê yekê jî gel bi zemên tên ser fatûrayên xwe didin.

Civak li hember van bihayan bi bertek e çinkî dahata ku tê destê wan êdî têra lêçûnên wan nake. Hê di nav kolan û malan de zemên li ser lokanta,cixare, tamîrxaneyan û hwd tên axivtin lê hikumet vê carê jî ji sedî 15 li gaza xwezayî û ji sedî 12 jî zem anî ser ceyrana ku di sanayiyê de tê xebitandin.

Bi vê zamê di nav 3-4 salên dawî de ji sedî 122 zem hat ser gazê.Dema ev zem hatin parvekirin wek ku zem wê ji berîka gel dernekeve hat ragihandin. Lê ev zema ku li ser lêçûnên sanayiyê hatin kirin dê li ser hemû berhemên ku li Tirkiyeyê hilberîna wan tê kirin jî bandora bike.Hûn ê bibêjin zema li ser gaza xwezayî ya di sanayiye de tê bikaranîn wê bandora xwe çawa li ser bihayên tiştên din jî bike?

Bifikrin ku hûn xwediyê kargeheke sanayîyê ne û di hilberînê de gazê xerc dikin. Lêçûnên we jî bi van zeman zêdetir dibin. Wê demê ji bo karibin karê xwe berdewam bikin hûn ê jî tiştên ku hilberîna wan dikin bihatir bifiroşin.Di heman demê de gaza xwezayê ya ku di sanayiyê de tê bikaranîn di hilberîna ceyranê de jî tê xerckirin.Ji ber wî her çi qas zema zêdetir li ser gazê hatibe kirin jî wê bi van zeman ceyrana ku li malan tê bikaranîn jî bihatir bibe.

Niha li hemû dewletan kêmasiya gazê heye û gaza heyê ji daxwaza gel re nabe bersiv. Lê li welatên wek Tirkiyeyê ku ji sedî 99 di enerjiyê de girêdayê derve ye rewş wê girantir derbas bibe.Li gor daneyên heyî Tirkiye ji sedî 33 nokte 6 ji Rusya,ji sedî 24 ji Azerbaycanê ji sedî 11 nokte1 jî ji îranê gaza xwezayî distîne. Îro ji ber ku BOTAŞ (şîrketa dewletê ya gazê ye) û şîrketên Tirkiyeyê nikarin deynên xwe yên şîrketa GAZPROM a Rûsyayê bidin nikarin handanê  jî bi hêsanî bikin.Dîsa li gor rewşa heyî heke di kura dolaran de heta serê salê qet guhertin çênebe jî wê bihabûna di gazê de ji sedî 40 zêde bibe. Lê di rewşa heyî de diyar e ku wê tl li hemberî dolar nirx wenda bike. Çinkî hikumeta AKP-MHP’ê îro raste rast di rojhilata navîn de şerên heyî gur dike û ev jî di siyaseta Tirkiyeyê de nediyariyê derdixe holê.  Ji aliyeke ve bêîstîkarariya di siyaseta hikumetê de ji aliyê din ve jî ji ber ku Tirkiye hilberînê xwe nake û girêdayê dewletên din e nikare aboriya xwe sererast bike.Di vir de behsa kura dolaran û polîtîkayên hikumetê ji ber vê yekê dikim. Dema di siyasetê de aramî û demokrasi tunebe dewletên din bi şiklekî cudatir nêzik dibin. Me got dewlet pêwistiya xwe ya enerjiyê bi riya handanê bi dest dixe û ev handan jî bi dolaran tên kirin. Gaza xwezayî jî yek ji wan e. ji ber wî kura dolaran girîng e.

Em werin ser bihayên îsal yên ku hatine ser gaza xwezayî; ji serê salê heya niha ji sedî 18 noqte 8 zem hatiye ser gazê.Her wiha di serê salê de hezar metrekupa gazê bi 170 dolarî ji derva dihat standin, niha gaza ku tê standin bi 238 dolar e û li gor ku rewşa heyî bihayên gazê heta zivistan biqede wê bibe 300 dolar.Ev bihabûna di gazê de dema ketina nirxê lîra jî li ber çav bê girtin wê rewşa bihayê gazê jî baştir bê nirxandin.Tirkiye di 9 mehên dawî de ji 40 milyar metrekup zêdetir gazê xerc kiriye. Li gor texmînan Tirkiye wê heta dawiya salê 58 an jî 60 milyar metrekup gazê xerc bike.Tirkiye li Behra Reş 135 milyar metrekup gaza xwezayê dîtibû û Erdogan li gel vê xerckirina rêjeya gazê wek êdî ew ê ji derva qet gazê nestînin bi gotina mizgînî derket pêşberê gel. Lê di rastiye de dema xerckirina gazê ya salane bê hesapkirin wê demê rastî derdikeve holê ku Erdogan bi gotinan rewşa gazê ya heyî manîpole dike.