25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piyaseya hirçê û slumpflasyon

Fona Pereyî ya Cîhanê (IMF) û Banqeya Cîhanê du saziyên ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ji bo pergala pere û fînansê ya navneteweyî saz bikin, hatine avakirin.  Ji vê pergalê re tê gotin Pergala Bretton Woods an jî wek saziyên cêwî yên Bretton Woodsê tên binavkirin. Li gor Peymana Bretton Woodsê (1944) hemû pereyên cîhanê bi dolarê Amerîkayê ve hatin girêdan û dolarê amerîkî bû tekane pere ku li hemberî zêr bi nirxekî westar (sabît) bê qebûlkirin. Li gor vê peymanê onsek zêr (1 Ons=31.10 gr) wek 35 dolarê amerîkî qebûl kirin. Peymana Bretton Woodsê di heman demê de destpêka kadîbûna (globalbûna) pergala fînansê û pere ye jî. Peywirên van saziyên cewî ew in, ku hevsengî û aramiya piyaseyê bidin rûniştandin. Ji bo rewşa pergalê her sal, salê du caran di mehên nîsan û cotmehê de IMF raportên  rewşa welatan amade dike, li gor nîşaneyên (indikator) makro û darayî nirxandinan li ser pêşveçûyîna aborî û dahata welatan dike. Carinan jî hişyarî dide welatên ku rewşa wan ber bi başbûnê ve naçe. Rêveberiyên welatan der barê hevsnenga darayî, piyase, budçeyê, rêjeya ribayê (faîz) û rêjeya pereguherînê (Exchange rate) de şiyar dike.

Li gor nîşane û texmînên IMF’ê, Dahata Neteweyî ya Giştî (DNG) ya Tirkiyeyê di sala 2020’an de wê ji %5 dakeve û enflasyon jî wê li derdora  %18’an be. Li gor raporta meha cotmeha 2019’an texmîna rêjaya  zêdebûnê %3 bû. A niha tê wê menayê aboriya Tirkiyeyê wê ji %8 tengav bibe. Ev tengavbûn nêzikî 60 milyar dolarî ye.  Texmînên IMF’ê gelekî girîng in, ji ber ku biryardarên rêvebirina karan, fabrîkayan, karsaz, karker û zihakar di piyaseyê de li wê gorê tevdîrên xwe werdigirin û biryarên xwe didin. Li gor pîvanên aborî û fînansê, erge li welatekî DNG kêm bibe û enflasyon jî pê re zêdê bibe, jê re “Slumpflasyon” tê gotin. Rewşa aboriya Tirkiyeyê ne tenê ku IMF’ê ji bo sala 2020’an tesbît kiriye lê belê ji bo sala 2021’î jî xuya ye, ku wê di nav slumpflasyoneke kûr re derbas bibe. Ji ber ku têsîrên şokê li gor dîtaneya derengî (lag) Granger (ceribandina sedemî û lag) û Posner (zarîkirina derengiya bazirganiyê) li ser hinek îndîkatoran test kirine, 3 an jî 4 demsal didomin. Halbûkî li gor armanc û hedefên 2023’yan ên sedsaliya cimûriyetê û li gor Plana 10’emîn a Pêşveçûnê ku di dema vê hikûmeta desthildar de hatiye amadekirin, di 2023’yan de DNG’ya Tirkiyeyê pêwîst bû ku ji 2 trilion dolarê amerîkî derbas bûbûya. Li gor vê hejmarê ew ê ji DNG’ê serê kesekî 25 hezar dolarê Amerîkî bikete. Ew plansazî bi tevahî hilweşiya û a niha van salên pêşiya me xuya dike wê salên darbendiyê, tunebûnê, qeyran û desttengiyê bin.

Partiya desthildar a Tirkiyeyê wexta di 2002’yan de hêza piraniya parlamentoyê bi dest xist, bi piştgiriya Yekîtiya Ewropayê (YE) û sererastkirina aboriyê li gor prensîbên IMF’ê, Krîterên Maestricht û Baselê yên pergala fînansê, banka û rewşa darayî ji nû ve nirxandin û dest bi reforman kirin. Di 5 salên pêşîn ên desthilatdariya xwe de plansaziya 2009 û 2014’an, Plana 10’emîn a Pêşveçûnê amade kir. Li gor pîvan û reformên YE’yê hewl dan ku civak jî û aborî jî pêşve here û ji derveyî nijadperestên jakoben hemû derdorên civakî piştgirî dan vê pêvajoyê. Di 2010’an de referandûma ku hêza desthilatdariyê ji bo reforman zêde kir, hêvî da piyaseyê. Di 2014’an de şerê DAIŞ’ê dest pê kir û di heman demê de hewldana ji bo rejîma serokatiyê jî dest pê kir û hilbijartinên hezîrana 2015’an ji bo demokrasiyê, serdestiya hiqûqê û piyaseya ku bi hêviyên baş bi rê ve diçe, hêviyeke mezin çêkirin. Piştî ku hilbijartin betal bûn û şûnde tofan û qiyamet rabû. Desthildarî ji bo hêza xwe biparêza agir bi reforman xist, demokrasî û serdestiya hiqûqê ya ku jixwe li Tirkiyeyê kor û topal bû, berê xistin cemedxanê, di dawiyê da jî agir pêxistin û şewitandin. Di 2017’an de rejîma Tirkiyeyê guherî û hêza teknokratên ku aborî, fînans û dezgehên darayî yên dewletê bi rê ve dibirin, hat tunekirin, kesên ku li dijî grubeke kleptokrat dengê xwe yê muxalefetê bilind kirin, hatin tasfiyekirin. Hewldana darbeyê ya 2016’an derfet da desthildariyê ku hemû saziyan têxe bin reveberiya komeke biçûk. Di nav vê gêjgerînekê de piyaseyan hêviyên xwe wenda kirin, kêmhêvîbûnê hevsenga piyaseyan xera kir û di tebaxa 2018’an de krîza (qeyrana) nirxê pereguherînê li piyaseya Tirkiyeyê xist. Li şûna ku desthilatdar pêşiyê li qeyranan bigire, mafê axaftinê qedexe kir û hêz û çavkaniyên bankeya navend daxistin û ziha kirin. Piştî ku pêvajoya hevdîtina bi Îmraliyê re hat astengkirin, di 5’ê nîsana 2015’an de rêzaniyên (polîtîkayên) şer li ser budçeyê giraniyeke mezin çêkir. DNG’ya Tirkiyeyê di 2019’an de daket 740 biliyon dolarî. Rêjeya dolar û TL jî bi qasî 3 katan zêde bû, rêjeya pereguherînê ji bo dolarê amerîkî ji derdora 2.5 TL’î derket derdora 7 TL’an. Yanî li gor 5 sal berê, hêza welatiyan û dahat, serê kesê ji 3 qatan zêdetir daket.

A niha jî li derdora 730 biliyon dolarî ye û li gor texminên IMF’ê piştî krîza şewba Covid-19’ê di 2020’an de ew ê slumplflasyon çêbibe, him DNG kêm bibe û him jî enflasyon zêde bibe. Di vê pêvajoyê de polîtîkayên aramiyê tenê ji bo komeke biçûk tên amadekirin û welatî di bin barê qeyranê de dimînîn.

Di sala 1944’an de wexta ku IMF tê damezrandin, 1 ons zêr 35 dolar e. A niha 1 ons zêr di piyaseya cîhanê ya serbest a spot de gişhîşt 1740 dolarî. Her çiqas qeyrana Covid-19’ê li ser piyaseya kadî tevahî bandor kiribe jî, şewba Covid-19’ê wek tofanekê li piyaseyê tesîr kir, ji ber kadîbûnê çawa sermiyan û kar, danûstandina mal û xizmetan di nav welatan de azad pêk tê, nexweşîn û şok jî welat bi welat digerin. Ruhê krîzên pergalê jî di nav vê geremolê de xwe roj bi roj zêde dide nîşandan.

Piştî qeyrana 2008’an ku li Amerikayê dest pê kir û belav bû, aborînasên Amerîkayê yên bi nav û deng ên wek Joseph Stiglitz, Oliver Blanchard, David Romer, George Akerlof wek lijneyeke edîtoryal di bin navê “Qeyranê Çi Ferî Me Kir” de bi kurahî rewş nirxandin û di der barê polîtîkayên makro yên aboriyê de pêşniyazên xwe nivîsandin. Di wê demê de aborînas Alan Greenspan ku di der barê aboriyê de pirtûka bi navê “Serberjêrçûyîna Serbest” nivîsandiye û bi nîşaneyên makro rêjeya pereguherînê, riba-faîz û pergala navneteweyî dinirxîne û tîne ziman, ku wexta nîşane serberjêr dibin, pêşîlêgirtin gelek zor dibe û ji bo pêşîlêgirtinê rêzaniyên heterodoks pêwîst in, saziyên xurt dikarin pêşiyê li serberjêrçûyînê bigirin. Li cihê ku Tirkiye sazî û çavkaniyên xwe xurt bike, kes xurt kirin û hundirê saziyan vala kirin, lê mijiyan, berê çavkaniyan dan nav satarên taxa komekî ku tevna pola nepotîzm û kleptokrasiyê de ne.

Piştî 2015’an rewşa rêvebirina aboriya Tirkiyeyê jî xera bû. Di referandûma 2017’an de jî ev xerabûn ji bo pergaleke navendî dest pê kir. Vê pergala navendî fonek damezirand, ku navê wê jî Fona Hebûniya Tirkiyeyê (Turkey Wealth Fund) danîn û şirîkatiyên wek Ziraat Bankası, Halkbank, Borsa Istanbul, Turk Telekom, THY, PTT, TURKSAT, BOTAŞ, Eti Maden û Çaykur di bin sîwana vê fonê de hatin komkirin. Bi piranî fonên wiha ji ber ku di welatên dewlemend de zêdehiyên bazirganiyê derdikevin, tên damezirandin. Li Tirkiyeyê ev zêde nîn e, ji ber ku Tirkiye di warê bazirganiyê de tim deyndar e, kêmasiyên bazirganiyê hene. Ji ber ku çavkaniyên Bankeya Navend a Cimûriyetê nemane, vê fona hanê jî wek Bankeya Navend ji bo ku ji piyaseyê re pere bibînin, tê bikaranîn. Ev fon jî a niha betal e û nikare bê bikaranîn. Piştî ku rejîmê hukmê xwe xurt kir, ji bo bûrjûvaya nêzî xwe ava bike, berê çavkaniyên dewletê dan şîrketên mezin ên ku di nav wan tevnên kleptokrasiyê de ne. A niha jî tenê fona bêkariyê heye, ku mezinahiya wê li derdora 20 bilyon dolarî ye. Lê mixabin ji ber ku di vê pergala navendî de serdestiya hiqûqê, zelalî û hesabdayîn nîn e, ev budçe di ku derê de tê xerckirin ne diyar e. Bi piranî ev fon ji berîka karkeran û xebatkaran derdikeve lê wisa xuya ye, di nav vê şêlûbûnê de tevnên kleptokrasiyê dest didin ser van fonên ku bi ked û xweydana eniya welatiyan hatiye berhevkirin. Ji bo demên ku senedên parên şirîkatiyan û hemû îndikatorên piyaseya fînansê dadikevin, di zimanê guhertingehê de “Piyaseya Hirçê” tê bikaranîn. Wisa xuya ye ku piyaseya hirçê li hemû cîhanê ji ber Covid-19’ê dest pê kir. Di nav vê tevlihevî û qelqeleyê de li Tirkiyeyê jî qeyrana Covid-19’ê li piyaseyê xist. Rez ji xwe ne tu rez bû, hirçê jî lê xist.

Slumpflasyon: Di zimanê piyaseyê de wexta ku buhabûna mal û xizmetan û kêmbûna dahatê bi hev re derdikevin holê û hevsenga piyaseyan xerab dikin, tê bikaranîn.

Zêdeya bazirganiyê (Trade Surplus-Ticaret Fazlası): Pîvana hevsenga di nav bazirganiya dervefrotin û dervestandinê (hinarde û hawirde) de ye. Ku dervefrotin (îxracat) jidervestendinê (îtalat) derbas bibe, ev zêde dertê holê. Hevsenga Bazirganiyê = Dervefrotin-Jidervestendin

Piyaseya hirç û ga: Di zimanê piyaseyan de wexta piyase serberjêr dibe û reşbînî hebe, jê re tê gotin piyaseya hirçê, ji ber ku napirkên hirçê serberjêr in, wexta piyase hêvîdar dibe xweşbînî hebe, guhertingehên senedan û endeks ber bi jor ve diçin, berejor dibin, jê re tê gotin piyaseya ga, ji ber ku qiloçên ga serê wan berjor in.

Gotinek ji gotinên pêşiyên me

Rez ji xwe ne tu rez bû teyrokê jî lê da: Ji bo rewşên ku ne baş in û bi ser de jî tofaneke xwezayî yan jî çewtiyeke bi destê mirovan bi ser de tê, tê bikaranîn.