25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Planên şaş encamên rast dernaxin

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Bi şerê herêma Idlibê re hevsengiya êdî tu wateya peymanên Astana û Soçî yên di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de nemaye. Wisa diyare ku, bi têkçûna van peymanan , di rojên pêş de ew ê pêşveçûnên girîng pêk werin ku qedera herêmê yekser eleqedar dikin.

Bêguman ev pêşveçûn di heman demê de ew ê hebûna Tirkiyeyê ya di herêmê de jî diyar bike. Di rewşa ê heyî de Enqere di navbera polîtîkayên komên terorîst û Rûsya de dide meşandin asê maye û ger di vê polîtîkaya xwe ya şaş de israr bike ew ê ji bo xwe rewşê hîn xirabtir bike.

Bi alîkariya Rûsyayê ya hewayî artêşa Sûriyeyê li Idlibê li dijî komên terorîst ên bi pişgiriya Tirkiyeyê ve li herêmê hatine bicihkirin serkeftinên baş bi dest dixe û di encama van êrîşan de gelek cih hatine rizgarkirin. Rêveberiya Tirkiyeyê ji ber van êrîşan ji Rûsyayê aciz e. Lewma rêveberiya Enqereyê ji bo li herêmê bikaribe destê Rûsyayê lewaz bike û van êrîşan bide sekinandin ketiye nav lêgerînê.

Rûsya li herêmê ji bo bigihêje armancên xwe bi gelek hêzan re tifaq bi pêş xist. Di pêşxistina van tifaqan de Rûsya her tim li gorî berjewendiyên xwe tevgeriyaye. Lewma dema li herêmê destkeftiyên wê dikevin bin xetereyê yekser dikare hevaltiya xwe ya bi van hêzan re bi dawî bîke. Li herêmê rewşa wê ya leşkerî û siyasî jî dest dide ku ew bikaribe gavên bi vî awayî bavêje.

Rêvebiriya Kremlînê demek dirêj bi Tirkiyeyê re ji nêz ve eleqedar bû. Ev eleqedariya bi Tirkiyeyê re ne ji xwe bû û vala bû. Wisa diyar e ku Rûsya li gorî stratejiya xwe Tirkiye û komên gerêdayî wê bi awayekî aqilane bi kar anîne. Wisa diyar e ku di plana Rûsyayê ya li ser herêmê de hin guhertin çêbûne. Bi van êrîşan ve derdikeve holê ku di planên nû de cih ji tirkan û komên terorîst re nîn e. Haya rêvebiriya Erdogan jî ji vê planê heye. Lewma ji bo xwe erzan neke û bikaribe bi tehdîdên cuda destê Rûsyayê lewaz bike ketiye nav lêgerînê.

Lê planên şaş tûcarî bi xwe re encamên rast dernaxin holê. Erdogan ji bo destê Rûsyayê lewaz bike berê xwe da Ûkraynayê. Moskowa bi çûyîna Erdogan a Kîevê pir aciz bû. Mirov dikare bêje ne di rêveberiya Moskowayê tenê di nav aliyên muxalîf de jî ev serdana Erdogan bi zimanekî hişk tê rexnekirin. Bêguman ji serdanê zêdetir mijara wan aciz dike jî peyama şantajê ye. Ez di wê baweriyê de me ku rêveberiya Kremlînê ew ê li hemberî vê peyama Erdogan bê helwest nemîne. Wek me got ji despêkê ve Rûsya di çarçoveya planekê de nêzî Tirkiyeyê bûye. Wisa diyar e ku Pûtîn di meşandina vê planê de gihiştiye astekê. Tirkiye dibe ku wek endamekî NATO’yê hebûna xwe berdewam bike, lê ji ber hevkariya wê ya bi komên terorîst ew ê tu carî ji hêla welatên rojavayî ve wek partnerekî stratejîk û bi ewle neyê dîtin.

NATO û welatên rojavayî ji ber vê hevkariya Tirkiyeyê, di asta stratejîk de agahî û xebatên îstixbarî dan sekinandin. Ev jî ji bo Tirkiyeyê wendahiyek mezin e. Pûtîn ji bo Sûriyeyê gotibû: “Heke di lîstika piyesê de çekek li ser dîwar hebe, di dawiya piyesê de ew ê yek vê çekê biteqîne.” Wisa diyar e lîstika ku Pûtîn mînaka wê daye rewşa şerê Idlibê radixe ber çavan. Di dawiyê de dixwazim ji gotinên pêşiyên rûsan minakekê bi we re par ve bikim, “Ji ber hirçê çêlek xwariye tawanbar e, lê çêleka ketiye daristanê jî nemafdar e.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê