spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Plansaziya pêşerojê derxistin

HDK’ê civîna xwe ya Lijneya Giştî ya HDK’ê ya 10’emîn li dar xist. Di civînê de hat gotin ku pergala kapîtalîzmê di krîzeke kûr de ye û li gelek welatan gel jî dijî kapîtalîzmê rabûne

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di sala 2011’an wek sîwaneke têkoşîna hevpar a partî û derdorên muxalîf hat damezirandin. HDK’ê xwe wek alternatîfa rast ku pêwîstiya gelên Tirkiyeyê pê heye bi nav kir. HDK ya ku bi bu îdiaya avakirina xeta têkoşîna siyasî xwe saz kir, hêzên Tirkiyeyê yên demokratîk, sosyalîst, femînîst û hwd. di nav xwe de dihewîne.

10’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê bi dirûşma “Kapitalîzm, baviksalarî û faşîzm dikuje; ji bo jiyanê li ber xwe bide, xwe birêxistin bike û ava bike” di hefteya borî de pêk hat. Her wiha Meclisa Jinan a HDK’ê jî 10’emîn konferansa xwe bi dirûşma “Bi serhildanên Jinan ên li Şîlî, Sudan, Îran, Rojava ber bi jiyanek nû” pêk anîn. Di konferans û kongreya ku hatî lidarxistin de plansaziya pêşerojê hat amadekirin. Di kongreyê de Îdîl Ugurlu û Sedat Şenoglu wekî berdevkên HDK’ê hatin hilbijartin. Di lijneya giştî ya HDK’ê de rêzikname hat guhertin. Di rêziknameyê de hejmara endamên meclîsa giştî ji 121 kesan daxistin 101 kesan. Encamnameya kongreyê jî hat aşkerakirin.

‘Li dijî şer serî rakirin’

HDK’ê bal kişand ser pergala kapîtalîzmê û diyar kir ku pergala kapîtalîzmê li tevahiya cîhanê di nav krîzê de ye û bi mezinbûna vê krîzê re şer û pevçûn her ku diçe li herêmê zêde dibin. HDK’ê di encamnameya xwe de mijar nirxad û got: “Pêşbirka di navbera emperyalîstan de bi ser gelan de tê xwarê. Herî dawî kuştina fermandarê leşkerî yê Îranê Qasim Silêmanî ya ji aliyê DYA’yê ve herêma me ber bi şerekî nû ve biriye. Li Tirkiyeyê jî rejîma qesrê, li pey xeyalên xwe yên zindîkirina Osmaniyan bi komên cîhadîst ên li gel xwe re êrîşîşporeşa Rojava û destkeftiyên wê kirin. Her wiha ev rejîm niha jî ji bo ku ji çavkaniyên Lîbyayê sûdê werbigire, hewl dide leşkerên xwe bişîne Lîbyayê. Li cîhanê ji ber şerê heyî gelên ku bêzar bûne êdî li Iraq, Lubnan, Fransa û heta Îranê dest bi serhildanan kirin.”

Rewşa koçberan demek dirêj e di rojeva Tirkiyeyê de ye û ev mijar jî di encamnameya HDK’ê de wiha hat nirxandin: “Îro erdnîgarî bi guhertinên demografîk ên mezin re rû bi rû ye. Sedema vê krîza avhewayê serwerên cîhanê ne. Ev kesên şerxwaz bi şerê ku derdixin, bi talana ku li ser çavkaniyên xwezayê pêk tînin di heman demê de dibin sedema koçberiyeke mezin. Kesên tên koçberkirin mecbûr dimînin ku bi kedeke erzan bixebitin, keda wan tê çewisandin û dibin hedefa êrîşên nijadperestan.”

‘Vîna gel hat xespkirin’

Mijare din ku di kongreyê de hat nîqaşkirin tayînkirina qeyûman bû. Vê mijarê di encamnameyê de jî wiha cih girt: “Rejîma qesrê li Tirkiyeyê ji ber pirsgirêkên siyasî, îktîsadî û civakî ku sedema wan ew bi xwe ye, êdî nema dikare xwe li ser lingan bigire. Bloka AKP û MHP’ê ji bo krîza heyî derbas bikin di bin navê bekayê de zêdetir serî li tundiyê didin û dixwazin ku muxalefeta demokratîk bifetisînin. Li Kurdistanê şaredarên ku bi dengê gel hatin hilbijartin di bin navê qirkirina siyasî de ji peywirê hatin girtin û îradeya gel hat xespkirin û qeyûm tayînî vê îradeyê hat kirin. Lê pêvajo nîşanî me dide ku dê ev tayînkirina qeyûman tenê bi şaredariyên HDP’ê sînordar nemîne û dê di fersenda ewil de şaredariyên Enqere, Stenbol û her wekî din jî bên desteserkirin.”

‘Tinazên xwe bi gel dikin’

Her wiha di encamnameyê de qala şîdeta li hemberî jinê û binpêkirina mafê kedkaran û karkeran jî hat kirin û wiha hat bilêvkirin: “Bloka AKP -MHP’ê tenê nûnerên komeke biçûk a kesên bijarte yên olîgarşîk in û ji bo dewlemendkirina koma xwe ya biçûk têdikoşin. Lê ji bo kedkaran jî wekî ku tinazên xwe bi wan bikin gotin ‘me ji bo we jestek kiriye’ û muçeyê asgarî wekî 2 hezar û 324 TL diyar kirin. Îktîdara ku kesên ji ber krîza aborî întîhar dikin, ji nedîtî ve tê daneyên di warê aboriyê de jî wekî rewşa baş nîşan didin û derbas dibin.”

Jinan encamname aşkera kir

Meclîsa Jinan a HDK’ê bi xebatên xwe ji jinên Tirkiyeyê re bû mînak. Bi tecrûbeyên xwe yên bi salan xebatên xwe geştir kirin. Herî dawiyê jinan 10’emîn konferansa xwe ya HDK’ê pêk anî. Di konferansê de xebatên ku hatin kirin hatin nirxandin û ji bo pêşerojê jî plansazî hatin amadekirin. Nîqaşên ku di konferansê de hatin kirin wekî encamname bi raya giştî re hatin parvekirin. Çend biryarên ku di encamnameyê de cih girtin wiha ne: “Meclîsên Jinan a HDK’ê dê di sala 2020’an de li dijî kuştina jinan, xespkirina deskeftiyên jinan, êrîşên zayendî û hişmendiya dewletê, têkoşîna xwe bidomîne. Ji bo astengiyên li pêş debara jinê heyî bên rakirin, ji bo heqê wekhev û karê wekhev, bê qebûlkirin, ji bo mafê rêxistina xebatê bê parastin û ewlehiya wê bê kirin, ji bo kreşan bikin xizmeta civakê, ji bo keda malê bê dîtin, xebatên bi rêxistin divê bên kirin.Konferansa me, li aliyekî polîtîka û xebatên dema pêş diyar dike û bi rêxistin dike, li aliyê din jî kêmasî û nebesiyên dema borî bibîr dixe û ji bo dubare nebin xwe li gor wê ji bo pêşerojê amade dike.”