19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Platforma Ked û Demokrasiyê: Em ê li dijî hovîtiyê qadan bin

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, beriya 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê li avahiya Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Li eywana civînê pankarta “Em ê li dijî hovîtiyê di 1’ê Gulanê de li qadan bin” hat daliqandin. Di civînê de Serokê Şaxa Hejmar 2 ya Genel-Îş’ê ya Amedê Hasan Hayrî Eroglû axivî.

‘Têkoşîna hevpar pêwîst e’

Eroglû diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de li dijî mêtingerî û polîtîkayên li dijî kedê hêrsa gel çêbû û wiha got: “Li gel hemû zext û astengiyan û berovajîkirinan bi berxwedanên biçûk û mezin hêrsek derket holê. Ji ber vê têkoşîna hevpar pêwîst e.”

‘Em ê 1’ê Gulanê li qadan bin’

Eroglû xwest ku hêzên ked û demokrasiyê daxwaz û hêviyên civakê bi rêxistin bikin û destnîşan kir ku di 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê de li dijî lêpirsînên ewlehiyê, vekişîna Peymana Stenbolê, derxistina ji kar a bi Kod-29’ê, qeyrana aborî û xizaniyê, KHK’an, karê bêtemînat û bêedaletiya baca li ser xebatkaran wê bi dirûşma ‘Li dijî Hovîtiya Kapîtalîst Yekitî, Têkoşîn û Piştevanî’ li qadan bin.

AMED