spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan 19 ciwan binçav kirin

Polîsan li Parka Înonu ya Edeneyê 19 ciwanên xwestin 33 ciwanên li Pirsûsê hatibûn qetilkirin bi bîr bînin, binçav kirin. Komek ciwan ji bo kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan, li Parka Înonu ya navçeya Seyhan a Edeneyê, çalakiya bîranînê li dar xist. Di bîranînê de, pankarta “Wê xewn û şerên kesên ku me winda kirin, dê di nivî de nemînin” vekirin. Ciwanan wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn hilbirtin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Edenê Kemal Pekoz, Hevserokê HDP’ê yê Edenê Mehmet Karakiş û endamên Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) beşdarî bîranînê bûn. Canser Dayanir li ser navê ciwanan daxuyanî da. Dayanir, kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi bîr anî û diyar kir ku berpirsiyar desthilatdariya AKP’ê ye.

Ciwanan piştî daxuyaniyê, xwestin ji Parka Înonu heya Parka Rêwîtiyên Xewnan (Parka Peykerê” bi meşin. Polîsan destûr neda û êrişî ciwanan kir. Polîsan di êrişî de 19 ciwan bi lêdanê binçav kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Edenê.

Kesên hatin binçavkirin ev in:  Ayşe Bezegîş, Elîf Kesen, Onur Yoldaş Mete, Cîhan Azîzoglu, Mutlu Ozşîmşek, Alî Baskin, Huseyîn Para, Canser Dayanîr, Serhat Yaman, Recep Koltuk, Ulaş Can Taylan Arguç, Bariş Bozkurt, Huseyîn Emun, Recep Korluk, Berk Alici, Selahattîn Burnaz, Bulent Sunar, Esat Kaya û Yalçin Emun.