24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Buldan: Daxwaza malbata Şenyaşar daxwaza me ye jî

Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ên li pêş Edliyeya Rihayê ku nobeta xwe ya edaletê didomînin, beriya seredana Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bi lêdanê hatin binçavkirin.

Polîsan Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du kurên wê ji aliyê parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê di êrişê de bi birîndarî xilas bibû, bi lêdanê binçav kirin.

Hat diyarkirin ku dayika Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar bi îdiaya ku “Heqaret li peywîrdarên dewletên kirine” hatine binçavkirin.

Piştî binçavkirina Malbata Şenyaşar Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, berdevka HDP Ebru Gunay, Parlamenterên HDP Ayşe Sûrûcû û Mahmut Togrul li ber Edliyeya Rihayê li şûna malbata Şenyaşar dest bi çalakiyê kirin. Pervîn Buldan li ber Edliyeyê der barê malbatê de axivî.

Pervîn Buldan der barê malbata Şenyaşar de axivî û diyar kir ku di daxwaza edelatê de dê tim li gel malbata Şenyaşr bin û wiha got: “Em bi hêvîne ku dê teqez di daxwaza edelatê de bi ser bikeve.”

Buldan ber dewama axaftina xwe de da zanîn ku berxwedan malbata Şenyaşar berxwedana me ye jî û ev tişt anî ziman: “Êdî hikûmeta AKP-MHP nikarin welat bi rê ve bibin. Em vê nêzîkatiya li hember malbata Şenyaşar qebûl nakin. Divê bi awayekî lezgînî daxwaza me û ya malbatê were cih û kujerên werin cezakirin.”