25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan bi sucdariya kuştinê Umîtcan Ûygûn dîsa binçav kir

Umîtcan Ûygûn kujerê Aleyna Çakir  a 21 salî ye. Aleyna Çakir di 3’yê hezîrana 2020’î de li navçeya Keçîoren a Enqereyê li mala xwe kuştî hatibû dîtin. Ûygûn tevî hemû delîlan jî hatibû berdan.

Umîtcan Ûygûn vê carê jî bi sucdariya kuştina Esra Hankûlû a 25 salî binçav kirin. Polîs li ser îxbarê çûn mala Hankûlû ya li taxa Akdere ya navçeya Mamakê.

Di îfadeyên şahidan de tê diyarkirin ku herî dawî Umîtcan Ûygûn bi Esra Hankûlû re hatiye gelhev. Derket holê ku telefona Esra jî li cem wê nehatiye dîtin. Cenazeyê Esra ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî. Îfedeyên Ûmîtcan Ûygûn li miduriyeta polîsan didomin.

Umîtcan Ûygûn bi sucdariya kuştina Aleyna Çakir hatibû binçavkirin û hatibû berdan. Pişt re Ûygûn ji ber bikaranîna tiryakê di 10’ê çileyê de hatibû girtin û li ser îtîraza parêzerê wî di 17’ê tîrmehê de hatibû berdan. Umîtcan Ûygûn, weke faîlê kuştina Aleyna Çakir hêjî tê darizandin.