19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan dikandarê ku got ‘Ev der Kurdistan e’ binçav kir

Dikandar Cemîl Taşkesen ê di dema serdana Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ Meral Akşener a li navçeya Misirc a Sêrtê de got ‘Ev der Kurdistan e lê tê înkarkirin’ hat binçavkirin. Taşkesen, di çarçoveya lêpirsîna têkildarî axaftina wî hatiye destpêkirin de hat binçavkirin. Miduriyeta Polîsan a Sêrtê diyar kir ku Serdozgeriya Komarê ya Misircê li ser gotinên Cemîl Taşkesen ên “Ziman û nasnameya me tê înkarkirin. ‘Kurdistan’ tê înkarkirin. Em li dijî vê ne. Ev cihê hûn niha lê ne ‘Kurdistan e’ lê mixabin di Meclîsê de ‘Kurdistan’ tê înkarkirin” bi îdiaya “propagandaya rêxistine” lêpirsîn daye destpêkirin.