spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan êrîşî Ferît Şenyaşar kir

Çalakiya nobeta “Edaletê” ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliya Rihayê, di roja 24’emîn de dewam kir. Polîsan cardin êrîşî malbatê kir û di êrîşê de Ferît Şenyaşar ji ser hişê xwe ve çû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Malbata Şenyaşar saetên serê sibê hat ber Edliyeya Rihayê û xwest li nav edliyeyê dest bi çalakiya xwe bike. Polîsan malbat ewil derxist derveyî edliyê. Ferît Şenyaşar xwest ji derveyî edliyê çalakiya xwe bidomîne. Amîrê Şaxa Ewlekariya Rihayê ji Ferît re got: “Tu yê derkevî derveyî muştemîlatê. Tu yê li vê derê ranewestî.” Lê Ferît ev yek qebûl nekir. Polîsan li ser vê yekê li Ferît Şenyaşar xist û xwestin wî binçav bikin.

Şenyaşar bi erdê re kaş kirin

Polîsan Ferît Şenyaşar bi erdê re kaş kir û lingê wî di bin wesayîtekê de ma. Şenyaşar ê di vê navberê de ji serê xwe hat derpkirin, hêrs bû û ji ser hişê xwe çû. Piştî Şenyaşar ji ser hişê xwe çû, gazî ambulansê kirin.

Emîne Şenyaşar: Hûn çi ji me dixwazin?

Şenyaşar ê di dema binçavkirinê de bi hêrs bû û ji ser hişê xwe çû, rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan. Dayik Emîne Şenyaşar û parêzerên wî refaket ji bo Ferît Şenyaşar kirin. Dayik Şenyaşar bertek nîşanî lêxistina kurê xwe da û hêrsa xwe wiha anî ziman: “Ma em ê biçin ku derê, em ê li ku derê li edaletê bigerin? Ma hûn çi ji me dixwazin? Gelo hûn çima qatilan nagirin?”

Li aliyê din, gef li nûçegihanên Jinnews û Ajansa Mezopotamya yên bûyer dişopandin hatin xwarin û hatin astengkirin.

Ferîd Şenyaşar niha di beşa lezgîn de tê girtin û tedawiya wî didome.