spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan gef li bavê Denîz Poyraz xwar

Polîs piştî kuştina Denîz Poyraz şûna ku berê xwe bidin kujer Onur Gencer gfan li hemberî malbata Poyraz dixwin.
Derket holê ku dirûşmên di merasîma Denîz Poyraz de hatine berzkirin û axaftinên hatine kirin polîsan aciz kiriye û polîsan van yekan ji xwe re kirine hincet. Polîsan axaftina bavê Denîz Poyraz Abdullîlah Poyraz a di dema merasîma cenazeyê de kirine hincet ku qaşo bavê Poyraz ‘propaganda’ kiriye û gefan li malbatê xwariye. Hat hîn bûn ku polîsan ji xizmên malbatê re gotiye “Em vê yekê ji we re nahêlin”.
Xizmeke malbatê ya ku ji ber metirsiyan nexwest navê xwe aşkera bike diyar kir ku roja merasîma cenazeyê Poyraz yê li mizgefta Kadîfekaleyê pêk hat polîsek hatiye cem wê û gotiye “We xeletî kir. Abdullîlah Poyraz di axaftina xwe de propagandaya PKK’ê kiriye. Em ê vê yekê jê re nehêlin.” û bi vî rengî gefan li bavê Poyraz xwariye.
Polîs axaftinên bav ên li ser merasîma keça xwe wekî propagandayê dinirxînin lê dema kujer digirin jê re dibêjin “navê te çi ye kekêcan”.