spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan gelek kesên xwestin biçin Taksîmê binçav kirin

Li Stenbolê polîsên dewleta tirk mudaxaleyî girseyê kir ku xwestin 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê pîroz bikin.

Polîsan ji ber 1’ê Gulan Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê hemû rêyên diçin qada Taksîmê û kolana Îstîklalê girtin. Polîsan destûr neda kesên xwestin biçin Taksîmê. Polîsan endamên Konseya Nûnertiya Karkeran û Hêza Kedê yên ku ji Tarlabaşiyê pankarta “Qada 1’ê Gulanê Taksîm e” vekirin û meşiyan binçav kirin.

Polîsan mudaxaleyî xwendekarên zanîngehê kir ku li Osmanbeyê bi pankarta “Ji kampusan heta kolanan em ê bi ser bikevin” ber bi Taksîmê ve meşiyan, hemû binçavkirin.

Her wiha polîsan mudaxaleyî endamên Federasyona Anarşîst a Şoreşger jî kir ku bi pankarta “1’ê Gulanê şer e” ber bi Taksîme ve meşiyan û gelek kes bi derbkirinê binçav kirin. Endamên Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) ên li Mecîdiyekoyê hatin ba hev jî ber bi Taksîmê ve dest bi meşê kir. Polîsan mudaxaleyî endamên SODAP’ê kir û gelek kes binçav kirin.

Komîteyên Ciwanan jî bi berzkirina dirûşmên “Taksîm nikare ji gel re were girtin” , “Bijî têkoşîna me ya 1’ê Gulanê” ji bûlwara Tarlabaşiyê ber bi Taksimê ve meşiyan. Polîsan pêşiya ciwanan girt û gelek kes bi derbkirinê binçav kirin.

STENBOL

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê