18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan li Nisêbînê 11 kes binçav kirin

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê polîsan di saetên sibê de bi ser gelek malan de girtin. Polîsan Dayikên Aştiyê jî di nav de 11 kes binçav kirin. Di çarçoveya lêpîrsîna der barê serdema qedexeya derketina derve ya di salên 2015 û 2016’an de hatiye destpêkirin, 7 jê jin 11 kes binçav kirin.

Di nava kesên hatin binçavkirin de Dayikên Aştiyê Hayat Akdaş, Bilmez Arî, Seyran Onuşdu û jinên bi navê Şehrîban Demîr û Sedîka Îlhan jî hene.

Şehrîban Demîr a hat binçavkirin nû welidiye. Polîsan dema bi ser mala Dayika Aştiyê Hayat Akdaş a berê de girtin, derî û şibake şikandin û wisa ketine hûndir. Polîsên ku li malê kes nedîtin, çûn navnîşana Akbaş a nû û ew binçav kir.