20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan li Wanê bi ser MEBYA-DER’ê de girtin

Li Wanê derdora sibehê polîsan bi ser mala Gulistan Onver  de ku Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Winda Kirine (MEBYA-DER) girtin. Hat gotin ku operasyon bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatiye kirin.

Polîsan dest danîne ser pirtûkên li malê. Piştî lêgerîna bi qasî 2 saetan a li malê polîsan Onver birin navenda MEBYA-DER a Wanê û li navendê jî geriyan.

Piştî lêgerînê polîsan Onver birin Şubeya TEM’ê ya Miduriyeta Emniyetê ya Wanê. Bi Onver re 2 kesên din jî hatine binçavkirin û hat diyarkirin ku yên hatine binçavkirin dê herî kêm 4 rojan di bin çavan de bimînin û 24 saetan jî qedexeya hevdîtina bi parêzeran re li ser wan hatiye danîn. Tê gotin  dibe ku hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.