20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsê ku Mîhrac Mîroglu kuşt serbest hat berdan

Polîsê ku li navçeya Hezexê ya Şirnexê bi maşîna zirxî ya leşkerî li Mîhrac Mîroglu xist û ew qetil kir serbest hat berdan.

Di 3’ê îlonê de, ser danê êvarê, li taxa Turgut Ozal a Hezexê, dema Mîhrac Mîrogluyê 7 salî bi duçerxeya xwe li kolanê digeriya maşîna zirxî ya polêsan lê da û ew kuşt.

Piştî rojan îfadeya polîsê ku ajokarê maşîna zirxî bû hat girtin. Hat ragihandin ku Serdozgeriya Komarî ya Hezexê lêpirsînê bi mebesta ‘qezaya trafîkê ya mirinê’ daye destpêkirin. Piştî bûyerê polîsê ajokarê maşîna zirxî nehat binçavkirin û 3 roj piştî mirina Mîhracî îfadeya polîs hat girtin. Piştî îfadegirtinê polîs serbest hat berdan.

Polîsê ku bi maşîna zirxî Mîhrac qetil kir di îfadeya xwe de got ku wî maşîn bi lez neajotiye, wî mexsûs wisa nekiriye û nexwestiye bûyereke bi vî rengî biqewime.

Her wiha hat zanîn ku dozgeriyê hê jî îfadeya malbata Mîhracî negirtiye.