Rojnameya Heftane

‘Porê delala min sor e’

Der barê porê sor de gelek mesel, mît û bawerî hene. Ji dema misiriyan heta dema antîkê, ji serdema navîn a Ewropayê heta Rojhilata Navîn di gelek çand, bawerî û olan de di navbera porê sor û jinê de têkiliyeke yekser hatiye ava kirin. Her çiqas ev têkilî li gor demê, li gor helwestên serdest, li gor pêşdarazî û biryarên giyana dema xwe biguhere jî porê sor di dîrokê de bi du awayan hatiye temsîlkirin: ji hêlekê ve bi hêza jînê, vîn, evîn û hestê, ji hêla din ve bi xwîn, mirin, agir û dojehê tê pênasekirin.

Bi kîjan awayî dibe bila bibe, porê sor di heman demê de bûye yek ji nîşaneyên serhildan û îsyanê û her wiha yek ji sembolên femînîzmê. Porê sor di dîroka femînîzmê û tevgerên jinan de ‘berxwedana estetîk a kolektîv’ temsîl dike. ‘Estetîka jinê’ li dijî bîrdoziya laşî ku jinê ji xwezaya wê dûr xist û li gorî zilam estetîze kir, di salên 1960’î de wek antîtez derket pêş. Jinan ‘laşê çêkirî’ protesto kir. Ne tenê mêtingeriya xwezaya civakî ya jinê, di heman demê de rexneya danûstandina bi jinê kirin mijarên teorî û pratîkên xwe. Porê sor di vê çarçoveyê de wek helwesteke polîtîk ku hewceyî axaftinê nake derket holê. Ev têkilî bingeha xwe ji dîroka keltan distîne. Lewre tê gotin ku di serdema keltan de jin şervanên xurt, xwedî hêzên mîstîk û por sor bûn.

Bi sêr û efsûnê dijminê xwe bi bin dixistin. Bi tirs û xofê dihatin şopandin. Di serdema navîn de ev çîrok bi heman awayî ji bo pîrelkan hat gotin. Pîrelkên porsor bûn nîşaneya li dijî pergalê. Şarezahiya jinê ya ku bi xwezayê re mil bi mil dimeşiya, bû stiriya çavê dêrê. Porê sor bû rengê dojehê, jirêderxistinê, rengê serhildanê, jirêzêderketinê. Li seranserê Ewropayê jinên ji rêzê derketî rastî zext û zordariyê hatin, hatin kuştin û qetilkirin. Ev kevneşopî di serdestiya pergala zilam de di demên cuda de di bin navên cuda de her tim dewam kir. Femînîzm li dijî berevajîkirina dîroka pîrelk û porsoran hemî mîrateya porê sor girt ser xwe. Hem hêza jînê, hem a mirinê. Di têkoşîna jinan a ji bo wekheviyê de porsorî bû sembola rika jinan. Sufrajet bi porên xwe yên sor -henekirî- hatin naskirin. Naziyên alman têkoşêra hollandî Hannie Schaft bi navê ‘keçika porsor’ teşhîr kir. Saraya kurd bi porê xwe yê sor û kurîşk bû stirî; ket çavê dêrên vê demê, bû temsîla jina jirêzêderketî. Bi vî awayî porê sor “estetîka têkoşînê” bi “estetîka jinê” ve girê da. Ji ber vê yekê ye ku jinên têkoşer bi çi rengî dibin bila bibin her tim porsor in.