Thursday, June 24, 2021

Portreya jineke berxwedêr: Leyla Qasim

Di dîroka Kurdistanê ya berxwedanê de yek ji hezaran jinên kurd yên berxwedêr jî Leyla Qasim e. 47 sal berê ji aliyê rejîma Baasê ve hat îdamkirin. Piştî van salên dûr û dirêj, bi şêweyeke berfirehtir, gelek kes li ser rêya Leyla Qasim dimeşin û ji aliyê jinên kurd ve ev rê tê hebandin. Navê Leylayan êdî semboleke li Kurdistanê.

Rêya Leyla, rêya serfirazî û şanaziya jinên kurd û hemî jinên cîhanê ye. Gelek helbestvan û stranbêjan qala qehremaniya Leyla kiriye û li ser wê helbest û kilam nivîsîne. Du helbestvanên bi nav û deng ên kurd Seyda Hêmin Mûkriyanî û Cegerxwîn in jî ji van kesan e ku Leylayê di nav helbestên xwe de bi bîr anîne.

Zaroktiya Leylayê

Leyla Qasim di sala 1952’an de li gundê Bamîlî yê navçeya Xaneqînê ya Diyalayê hate dinê. Malbata wê malbeteke hejar bû lê bavê Leylayê bi israr dixwest ew bibe yeke xwendakar. Di sala 1958’an de li Xaneqînê dest bi xwendina dibistanê kir û dibistana seretayî û ya navîn li Xaneqînê qedand. Bavê Leyla, Qasim Hesen di şîrketa rafîneya petrolê ya Elwendê de dişuxulî. Piştî Qasim hate teqawitkirin di sala 1971’ê de mala xwe ji Xaneqînê bire Bexdayê.

Leyla Qasim di nav hejarî û bêçaretiyê de mezin bû. Li gel vê yekê jî zilm û zordariya rejîma Baasê ya li ser kurdan dibîne û ev yek jî hê di zaroktiya wê de dibe bingeha ku hestên azadîxwaz, xebat û tekoşînê pê re pêş bikevin.

Tevlibûna rêxistinên neteweyî

Di sala 1971’ê de beşê civaknasiyê li koleja Adab ya Bexdayê qezenc dike. Leyla di temenekî ciwan de dikeve nav xebatan û xwe digihîne rêxistinên neteweyî yên kurdan. Leyla Qasim di 20 saliya xwe de Yekitiya Xwendakarên Kurdistanê (YXK) nas dike. Di demeke kurt de di nav xwendakarên kurd ên li Bexdayê de, dibe xwedî bandor.

Li hemberî zilmê

Leyla herî zêde li dijî binpêkirina mafên jinan û tunehesibandina nasnameya kurdan, sekinî. Bi xwesteka xwe beşa civaknasiyê hilbijart, ji bo ku bikare rastiya civaka Kurd derxe holê. Leyla Qasim pişt re bi goterekê balê dikşîne ser zilma Seddam Huseyîn û dibe hedefa Baasê.

Leyla û hevalên xwe tên girtin

Li gel berfirehbûna şerên di sala 1974’an de dezgehên îstixbaratî yên rejîma Baasê bê navber kesayetên kurd yek bi yek dişopandin. Di 28’ê nîsana 1974’ê de Leyla Qasim li gel çar hevalên xwe Cewad Hemewendî, Nerîman Fûad Mestî, Hesen Hemereşîd û Azad Silêman Mîran di encama operasyoneke berfireh a hêzên asayîş û leşkerî ya rejîma Bexdayê de hatin binçavkirin.

Li ber darê mirinê jî serî natewîne

Dema Leyla di bin çavdêriya îstixbarata dewletê de bû jî bi cesaret bersiva pirsyarên rayedarên dewletê dide.Di dadgehê de li nav çavê dadgerê Baasî meyze dike û bi dengekî bilind dibêje: “Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min bi hezaran kurd dê ji xewa giran şiyar bibin. Ez pir kêyfxweş im ku bi serfirazî û di rêya azadiya Kurdistanê de canê xwe feda dikim.”

Rayedarên îstixbarata dewleta Iraqê dizanibû ku eger keçeke wiha xwedî bawerî zindî mabûya dê bandoreke mezin li ser bîr û rayên xwendekarên kurd û ereb pêk anîbûya. Ji bo wê jî di demeke kin de bi lez û bez doza wê û çar hevalên wê bi dawî anîn û di roja 12’ê gulana 1974’an de Leyla û hevalên wê darve kirin.

Piştî Leyla tevlibûna ciwanan

Xebeta darvekirina Leyla Qasim û hevalên wê bû sedem ku gelek ciwan bi taybetî hevalên wê yên xwendekar û rewşenbîr tev li nava refên pêşmergeyan bibin û ji bo domandina rêya şehîdên Kurdistanê xwe gihandin çiyayên Kurdistanê. Bi vî awayî Leyla bû pêşenga jinên şoreşger. Gelê kurd Leyla weke qehremaneke neteweyî dibînin. Bi hezaran dayikan navê Leyla li zarokên xwe kirin.