20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Prof. Dr. Ugur Şahîn: Metirsiya mutasyona nû ‘Omicron’

Di van rojên dawî de mijara mutasyona (varyanta) nû ya Covîd 19 di rojeva hemû cîhanê de ye. Li gorî saziya Tenduristiya Cîhanê ev mutasyona nû gelekî bi lez belav dibe. Omicron cara pêşî li Afrîkayê hate dîtin û metirsî heye ku gelek deverên cîhanê belav bibe.

Prof. Dr. Ugur Şahîn der barê varyanta nû ya Covîd 19 de fikarên xwe wiha anîn ziman û got: “Metetirsiya bi tenê ya ji varyana nû Omicron, hebûna kesên ku hîna derziya Covîdê li xwe nedane”.  Bi vê yekê Şahîn ku mucidê deziya BioNTech e, bal kişand ser girîngiya derzîkirinê û got ku tiştê mirov dixe nava fikaran ew e ku hîna hin kesên ku derzî li xwe nedane hene.

Şhîn ji ajansa Reuterê re axivî û got ku di nava 2 hefteyên pêşiya me de ew dê testên laboratuarê berdewam bikin û binêrin ka bandora derziya BioNTechê li hemberî vê varyana nû çiqasî bikêr tê.