spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Prof. Dr. Ugur Şahîn: Metirsiya ji mutasyona ‘Omicron’ çi ye!

Di van rojên dawî de mijara mutasyona (varyanta) nû ya Covid-19 di rojeva hemû cîhanê de ye. Li gorî saziya Tenduristiya Cîhanê ev mutasyona nû gelekî bi lez belav dibe. Omicron cara pêşî li Afrîkayê hate dîtin û metirsî heye ku gelek deverên cîhanê belav bibe.

Prof. Dr. Ugur Şahîn der barê varyanta nû ya Covid-19 de fikarên xwe wiha anîn ziman û got: “Metetirsiya bi tenê ya ji varyanta nû Omicron, hebûna kesên ku hîna derziya Covidê li xwe nedane”.  Bi vê yekê Şahîn ku mucidê deziya BioNTech e, bal kişand ser girîngiya derzîkirinê û got ku tiştê mirov dixe nava fikaran ew e ku hîna hin kesên ku derzî li xwe nedane hene.

Şahîn ji ajansa Reuterê re axivî û got ku di nava 2 hefteyên pêşiya me de ew dê testên laboratuarê berdewam bikin û binêrin ka bandora derziya BioNTechê li hemberî vê varyanta nû çiqasî bikêr tê.