25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Prof. Norman Peach: Tecrîd dijmirovî ye, divê Ocalan azad bibe

Profesor Norman Paech pisporekî siyaset û hiqûqê ye ku li qada navneteweyî tê nasîn û heta niha gelek konferans, semîner dane û pirtûk nivîsîne. Pirtûka wî ya dawiyê bi navê ‘Mafê Diyarkirina Çarenûsa Xwe ya Neteweyî û Kurdan’ bû.

Profesorê alman geşedanên li Kurdistanê û rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji nêz ve dişopîne. Heta niha di damezirandina gelek înîsiyatîfên li dijî şer de jî cih girtiye. Peach 3 meh berê bêdengiya Ewropayê ya li hember tecrîda li ser Ocalan weke ‘rûpela herî tarî ya Ewropayê ye’ pênase kiribû.

‘Hedef sembola têkoşînê bû’

Norman Paech di pirtûka bi navê ‘Diyalogên Avakirina Jiyana Azad’ de armanca komploya navneteweyî wiha rave kiriye: “Komplo bi armanca tasfiyekirina Ocalan pêk hat. Lê belê hedefa van hemûyan ji mirovekî bêhtir sembola têkoşînê bû. Bêguman ji bo vê armancê demançeyek jî hat bikaranîn ku sefîrê bilind ê Yewnanistanê yê li Kenyayê da Ocalan lê ne ji bo parastina xwe, ji bo xwekuştinê!” (rûpel 22-23).

Ajansa ANHA’yê bi profesorê alman Norman Paech re li ser tecrîdkirina Abdullah Ocalan hevpeyvînek kir.

Desteka welatên navneteweyî

Paech Ocalan wek siyasetmedar û rêberê sereke yê tevgera kurdî bi nav kir û diyar kir ku tecrîda 22 salan kiryareke zalimane û dijmirovî ye û wiha got: “Komplo ji bo lawazkirina daxwaza xweserî û naskirina nasnameya kurdan pêk hat. Ger DYA û Îsraîl û her wiha Almanya, Hollanda û Yewnanistanê nedayîna mafê penaberiyê yê Ocalan destek nekirana, dê Tirkiye nikaribûya Rêber Ocalan dîl bigirta.”

Binpêkirina Peymana Cenevreyê

Tê zanîn ku Ocalan beriya komployê serî li gelek welatên Ewropayê dabû lê daxwaza wî hatibû redkirin. Têkildarî vê mijarê jî Paech da zanîn ku redkirina daxwaza penaberiyê ya Ocalan binpêkirina Peymana Penaberan a Cenevreyê ye û wiha pê de çû: “Bêguman Ocalan penaberekî siyasî bû ku mafê penaberiyê jê re hat dayîn lê belê ji aliyên wan dewletan ve hat sirgûnkirin ku nehiştin bikeve hundirê axa wan.”

‘Ocalan bi fikrên xwe sînor rakirin’

Norman Paech diyar kir ku dewleta tirk nekarî armanca xwe ya îzolekirina  Ocalan pêk bîne û wiha domand: “Şert û mercên ragirtina dijmirovî ya li Îmraliyê ji hêla Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û rayedarên tirk ve divê careke din werin lêkolînkirin. Ocalan bi gelek pirtûk û nivîsên xwe, xwe gihand derveyî sînorên Tirkiyeyê û tecrîdkirina wî pêkanîneke dijmirovî ye. Ne ku tenê di şert û mercên girtîgehê de guherînek çêbe, divê serbest were berdan.”

‘Hewce ye bibe hêza siyasî’

Her wiha Peach bal kişand ser pêşengiya Ocalan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ocalan ji bo danûstandina konsepteke aştiyê li ser bingeheke wekhev dikare bibe kesekî navendî. Nelson Mandela 27 salan li Girava Robenê asê ma û hatibû tecrîdkirin. Lê piştre bû serokê navdar ê Afrîkaya Başûr a azad û demokratîk. Divê Abdullah Ocalan di pêvajoyeke ew qas dirêj û dermirovî de neyê girtin. Niha jî dikare bibe hêza siyasî ya herî mezin a aştîxwaz û demokratîk a Tirkiyeyê.” BERLÎN