Tuesday, September 28, 2021

Protestoyên li ber Civîna G7’an

Civîna G7’an ya welatên herî pêşketî û xwedî aboriya mezin li Brîtanyayê destpê kir. Civîna ku bi tevlibûna Almanya, Amerîka, Brîtanya, Fransa, Îtalya, Japonya, Kanada doh destpêkirî dê 3 rojan bidome.

Di roja yekem ya civînê de protestoyên li Cornwallê yê aktivîstên avhewayê derketin pêş. Aktivîstên ku Civîna G7’an protesto kirin xwestin ku ev her 7 dewlet li hember qeyrana avhewayê bi awayekî lezgînî û wekhev çareser bikin.

Di roja civînê ya yekemîn de aktivîstên ku navê Raperîna Oqyanûsê (Ocean Rebellion) li xwe kirine çalakiyeke tiyatral li dar xistin.

Aktivîstan rûpoşên serokên dewletên G7’an dan ber rûyê xwe û peyamên wek ‘Cîhan ber bi tunebûnê ve diçe, lê serokên van dewletan tenê temaşe dikin’, ‘Borîs serê xwe ji binê qûmê derîne’, ‘Tenê bi peyvê nabê, çalakî hewce ye’ dan û protesto kirin.

Naveroka berêEm û Sînor
Naveroka ya piştî vêJin û Dengbêjî