Duşem, Tirmeh 26, 2021

Prz. Bayraktar: Zagon bi îmzeya 5 generalan dihat amadekirin

Mehmet Alî Ertaş

Parêzer Kazim Bayraktar ê ku parêzeriya Kemal Pîr û Mehmet Hayrî  Dûrmûş dikir, qala rojên zindana Amedê yên sala 1982’an kir. Bayraktar, destnîşan kir ku Zindana Amedê dişibiya Kampa Naziyan û wiha got: “Me tenê dikaribû 1 deqîqeyê muwekilê xwe bidîtaya. Daraz di serdema 12’ê Îlonê de amûra destê conta eskerî bû û niha jî amûra destê îqtîdara Erdogan Bahçelî ye. Di herdu serdeman de jî daraz amûr û çeka têkbirigna çeka muxalif bûye.

Zindana Amedê, li aliyekî cihê îşkence, înkar, heqaret û lêdanê bû. Li aliyê din cihê berxwedan, biryar, sekn û têkoşînê bû. Li aliyekî nûnerên dewletê, li aliyê din jî nûnerên gel hebûn.  Nûnerên dewletê, biryar girtibûn ku girtiyên siyasî bi îşkence, heqaret û lêdanê terbiye bikin û vîna wan bişkînin. Lê girtiyên siyasî ku nûnerê gel bûn, bi biryar û bawerî bûn û li dijî vê zilm û zordariyê serî netewandin. Her ku nûnerên dewletê rêjeya îşkence û neheqiyê zêde kir, girtiyên siyasî jî ew qas bêtir li ber xwe dan. Herî dawî li dijî vê îşkenceya giran di 14’ê tîrmehê de biryar dan ku êdî dest bi rojiya mirinê bikin.

Girtiyên siyasî di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de li zindana Amedê, li dijî tundî û înkara dewletê dest bi berxwedanê kirin. Pêşengê PKK’ê M. Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz, li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê dest bi rojiya mirinê kirin. Li Girtîgeha Hêjmar 5 a Amedê, di serî de qedroyên pêşeng ên PKK’ê, îşkence li piraniya girtiyên li zindanê dihate kirin, li dijî van îşkenceyên hovane, qedroyên pêşeng ên PKK’ê dest bi berxwedanê kirin. Lê niha hîyarerşiya sivîl, dijzagonî û qirêj heye. Li ser têkiliyên qirêj pêş dikeve.”

Parêzer Kazim Bayraktar  ku wê demê parêzeriya Kemal Pîr û Mehmet Hayrî  Dûrmûş dikir û bû şahide îşkence, tundî û polîtikayên wan rojan, ji rojnameya Xwebûnê re qala wan rojan kir.

Prz. Kazim Bayraktar, anî ziman ku wê deme parêzeriya Kemal Pîr û Mehmet Hayrî Dûrmuş ên di sala 1982’an de li Zindana Amedê di berxwedana rojiya mirinê de nemir bûn, dikir û wiha got: “Wekî buroya parêzeran me parastina Mazlum Dogan, Riza Altun jî di navde parastina nêzî 20 PKK’iyan dabû ser xwe.”

‘Di danişînê de nikaribûn li cep û rastê xwe binerin’

Bayraktar, anî ziman ku mirov nikaribû ji wî meskenî re bigota girtîgeh û wiha axivî: “Wekî ku kampên komkirinê yên Nazî di serdema faşîzma 12’ê Îlonê de li Tirkiye xwe nûjen bikin bû. Di dîrokê de komkujî û hovîtiya li dijî kurdan xwe nûjen dikir. Ji avahiyên polîsan dest pê dikir, heta nava dîwarên van kampan qat bi qat zêde dibû. Bi rêk û pêk û plan îşkence dihat kirin. Encamê vê îşkenceyê yên derûnî pir giran bû. Her cureyên hovîtiya giran li wir diha kirin. Di serî de travma derûnî rê li pêş teslimiyetê vekiribû. Mirov ev yek bi hêsanî li derve jî didît. Ji bo muvekkilên me bi mere hevdîtinê bikin, zor li wan dikir û sirûdên nijadperestî bi wan didan gotin. Di danişînên dozê de disîplîna eskerî li ser wan ferz dikir. Girtiyan ewilî ev bindestiya eskerî qebûl kiribûn. Heta eskeran destûr nedaya nikaribûn  biaxivin. Dema destûr didan jî wekî esker diketin sekna “Amade” û kunyeya xwe dixwendin. Heta dawiya danişînê destê wan li ser çongên wan bû. Nikaribûn li cem û rastê xwe binerîyana. Em parêzer bûn şahide vê yeke.”

‘Me tenê dikarîbû 1 deqeyekê muwekilê xwe bidîta’

Baykartar, diyar kir ku wan bi heyeta dadgehê re niqaş dikir, lê fêde nedikir û wiha got: “Dema me danişîna dadgehê boykot kiribûya, me dê muwekilê me bi tenê hiştibûya. Li girtîgehê dema hevdîtina bi muwekkîlên me re tenê 1 deqîqe bû. Bi lêdanê dianîn salona hevdîtinê û dîsa bi lêdanê dibirin. Piştî em fêrî vê rastiyê bûn em bi fikar bûn biçin ziyareta girtiyan. Salek ango salek û nîvê darbeyê wisa derbas bû.”

‘3 armancê îşkenceyê hebûn’

Bayraktar, destnîşan kir ku 3 armancên politikaya îşkenceyê ya faşîzmê hebûn û wiha lê zêde kir: “Armanca ewil, dûrxistina fikrê, kesayetiyek bê nasname û di aliyê ruh û siyasî de bikuje bû. Armanca duyemîn di lêpirsînê de, bide axaftin, li gorî xwe bersîvan jê bigire, delîlan kom bike bû. Armanca sêyemîn jî dixwest gelan û hêzên muxalif çavtirsandî bike bû. “

Bayraktar, bibîr xist ku îqtîdarên faşist dema serî li rêbazên îşkenceyê û qetlîaman didin pir hindik digêjin armanca xwe û wiha berdewam kir: “Civakê û muxalifan lawaz dikin. Ji bo demek dirêj bandora neyînî liser wan dihêlin. Lê tu carî bi temamî nagêje armanca xwe. Îqtîdara faşîst hebûna xwe bi tundî, zext, bişaftin, zordarî, îşkence,  komkujiyan berdewam dike. Ji ber vê yekê ev serkeftinek demdirêj bi xwe re nîne. Hin caran difikire ku bi ser ketiye, lê bi kabusê hişyar dibe. Mînaka vê yekê ya herî şênber encama darbeya 12’ê îlonê ya faşîst e. Hêj ev darbe bi ser kenet, tevgera gelê kurd rabû ser piyan. Berxwedana Rojiya Mirinê ku li Zindana Amedê dest pê kir û çalakiya “Şeva Agirê Çaran” bû guleya hişyariyê ya vê tevgerê. Ceribandina faşîzmê ya li Amedê bi têkçûnê bi encam bû. Xwestin gelê kurd tune bikin û rûpelek din li sicîla bi xwîn a dîroka xwe vekin. Lê gelê kurd bêtir bi hêz bû û derket pêşberî wan.”

‘Baweriya mafdariyê bû hêza berxwedana li dijî îşkenceyê’

Bayraktar, bal kişand ser hêza têkoşîna girtiyên siyasî û ev tişt got: “Yek ji sedemên ku li dijî vê zilm, îşkence û tundiyê bû hêza berwxwedanê, baweriya mafdariyê ya ji dil bû. Ev yek bi dirûşmeya “Em mafdar in em ê bi ser bikevin” şênber bû. Ev ne nêzek tekakesî bû. Ev hêzek kolektif bû. Li pişt berxwedana tekakesî hêzek kolektif hebû. Dîroka rast ew, dîroka fermî çînên serdest dinivîsin. Dîroka rast nayê jêbirin, Lê dîrokên fermî, bi hemû sicîlên qirêj li benda roja xwe ya di muzeyan de bêne pêşandan.

‘Zagon bi îmzeya 5 generalan diket meriyetê’

Bayraktar, bal kişand ser darizandin û zagonên wê demê û wiha lê zêde kir:” Di faşîzma 12’ê Îlonê de zagon bi îmzeya 5 generalan dihat sazkirin û dixistin meriyete. Wekî zagonên Konseya Ewlehiya Mîllî (MGK) dibûn fermî. Serokwezîr û wezîr ango hikûmeta li ber çav ji aliyê wan ve dihatin peyvirdarkirin. Piranî esker bûn. Darizandinên siyasî ji aliyê dadgehên eskerî ku 5 generalan kontrol dikir ve pêk dihat. Hin caran zagonên xwe pêk dianîn an jî pêk nedianîn. Canê wan dixwest zagonên xwe îhlal dikirin.

Rêveberên girtîgehên ku girtiyên siyasî lê girtîbûn, esker bûn. Hikûmet û çeteyên conta aktören sereke yên van sepanan bû. Îşkence û zilma dihat kirin, ji îqtîdarê ne serbixwe bû. Hikûmet û cuntaya faşîst a 12’ê Îlonê, ji bo perdeyê têxin nava têkiliya xwe daxuyaniyên dirû didan. Li aliyê din zilm û îşkence bi fîîlî dikirin. Îro jî wisa ye. Ji bo em vê yekê bibînin, divê em li doz û darizandinên kujerên nediyar binerin ku çiqas bi encam bûne ya na. Di serdema 12’ê îlonê de ev rêje ji hezarî ne 1 bû. Îro ev rêjeya darizandina kujer û bersûcan kêmtir bûye. Di navendîbûna siyasî ya faşîzma 12’ê Îlonê de 5 general hebûn. Bi armanca parastina dewletê ya klasîk, bi awayekî şeklî bûya jî hiqûq hebû. Lê îro rêveberiya “Yek zilamî” û şirîkê wî yên sûc hene. Bûne navenda siyasete. Wekî hîyarerşiya reîsan û berjewendiyan dixebite. Ji darizandina tu rêveberê cemaweriyê natirsin.”

‘Darazê erka siyasî qistibû kontrola xwe’

Bayraktar, bal kişand ser pergala daraza siyasal a faşîzma 12’ê Îlonê û wiha dirêj kir: “Di pergala daraza siyasal a faşîzmê de li ser bingehê hiyerarşiya eskerî pêş diket. Darazê hemû erka siyasî xistibû kontrola xwe. Daraz bi temamî di kontrola 5 generalan debû. Ev welat, di bin fermandariyên rewşa awarte de  li gorî herêmên îdarî hatibûn parçekirin. Di bin her fermandarê rewşa awarte de, dadgehên eskerî hatibûn avakirin. Darizandinên siyasî li van dadgehan dihat kirin. Fermandarê her herêma rewşa awarte, dadgeh, dadger û dozgerên herêma xwe dişopandin û kontrol dikirin. Fermandarê rewşa awarte dikaribû biryara dadgehê temyiz bikiraya. Lê dîsa ew pêkanîn ne bi qasî îro keyfî û bê qûral bûn. Li ruxmê fermandarên rewşa awarte, biryar derdiketin. Hekîm û dozger dikaribûn li ser erka xwe bimînin.”

Îro di pergala darazê de hiyarerşiya 2 Erdogan Bahçelî heye

Bayraktar, bal kişand ser cudahiya daraza wê demê û niha û wiha bi dawî kir: “Dema ku mirov dadgehên di kontrola faşîzma 12’ê Îlonê û dadgehên bloka îqtîdara îro, di aliyê hiqûqê de dide ber hev, aliyê dişibin hev hene. îqtidarê ji bo muxalefeta siyasî tune bike, darazê dike çek û bikar tine. Ji ber vê yekê zulm û îşkenceyê di hiqûqa bê nav de tune ye. Daraza di serdema 12’ê Îlonê de hiyerarşî ji eskeriyê re vekirî bû. Li gorî mevzûatê gav diavêt. Di pergala daraza îro de hiyerarşiya eskerî tune ye. Lê hîyarerşiya du mirovan (Erdogan-Bahçelî) heye. Hîyarerşîya sivîl heye. Li ser têkiliyên dijzagonî yên qirêj hatiye avakirin. Sînorê faşîzma 12’ê Îlonê derbas kiriye. Mevzuata sivîl heye. Lê hiqûqê aşkere binpê dike. Di daraza 12’ê Îlonê de delîlên şênber esar digirtin. Dema delîl bi dest nedixistin, bi zora îşkenceyê îfade didan îmzekirin. Tenê nikaribûn îfadeya li midûriyeta polîsan 0wekî delîl esas bigire. Ji bo demek dirêj îşkence bike di destpêkê de heta 90 rojan di bin çavan de digirtin. Pişte daxistin 45 rojan. Wê demê mafê neaxaftinê tune bû.

Îro mafê alîkariya parêzer û bêdengiyê (Neaxaftinê) heye. Lê pêdiviyê bi delîla şênber nabînin. Tenê bi şiklekî temas hebe dikarin wekî endamê rêxistnê tawanbar bikin. Bêyî delîl dikarin bigirin û ceza bibirin.

Di 12’ê îlonê de îtirafkar dihat darizandin û nasnameya wî aşkere bû. Heta niha çiqas hikûmet hatin û çûn dest nedan cewherê Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê.”