25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Prz. Çelebî: Ji ber stranên kurdî strîn girtî ceza kirin

Rêveberiya Girtîgeha Xarpêtê, ji ber ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û 13 girtiyên jin bi kurdî stran gotin, cezayê dîsîplînê li wan birî. Parêzeran biryara ceza ya girtîgehê îtîraz kir. Parêzerê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Serdar Çelebî, diyar kir ku ev biryar li dijî hiqûqê ye û ji bo Tirkiyeyê şerm e.

Rêveberiya Girtegeha Jinan a Xarpêtê, ji ber 14 jinên girtî bi kurdî stran gotin, mehek cezayê hevdîtin û ragihandinê li wan birî. Rêveberiya Girtîgehê li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik, Cîgira Seroka Giştî ya Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Fethiye Ok Çîçek, Berîtan Anahtar, Emîne Erkan, Nûray Çelîk, Dîcle Bozan, Mihrîban Şorlî, Remziye Yaşar, Necmiye Boz, Dîlan Aydin, Mizgîn Otatîz, Sevîl Agkaya û Zîlan Demîr, ji ber bi kurdî stran gotin, mehek cezayê hevdîtinê li wan birî.

Parêzeran biryar îtîraz kir

Parêzerê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Serdar Çelebî, têkildarî cezayê li girtiyan hatiye birîn anî ziman ku ev ceza li dijî hiqûqê ye û wan li dadgeha jor ev biryar îtîraz kiriye. Prz. Serdar Çelebî anî ziman ku di 15’ê tebaxa 2021’an de li Leyla Guven û hevalên heman qawîşê ji ber ku govend gerand û stranên bi kurdî strîn mehek cezayê ragihandinê û hevdîtinê dane wan û wiha got: “Hem me parêzeran û hem jî muwekilên me li dadgeha jor îtîraz kirin. Heta niha dadgehê der barê îtîraza me de biryarek nedaye. Li gorî girteka rêveberiya girtîgehê mirov nikare wate bide ceza. Dema mirov li naveroka girtekê dinere, wekî zimanê nayê zanîn û zimanê nayê famkirin tê pênasekirin. Ev pêşdarazî û bê tehamuliya li dijî kurdî nîşan dide. Ji ber li dijî kurdî bêtehamuliyê nîşan didin bêyî naveroka wê fêr bibin ceza birîn. Ji ber bi kurdî stran gotin û govend gerandin ceza li wan birîne. Dîsa vê yekê jî bi 15’ê tebaxê ve girê didin. Ew ji bo ku ceza bidin şahiyek di 15’ê tebaxê de pêk bê hincetek têr dibinin. Bêyî ku binerin dirûşme hatine berzkirin an nehatine berzkirin, bêyî ku li naveroka stranê binerin ku sûc heye ya na, ji ber şahî di 15’ê tebaxê de pêk hatiye dikin sedema sûc. Girtekê de tê gotin ku ji ber stran gotiye û govend gerandiye ceza hatiye birîn.”

Zextên li ser girtiyan zêde ne

Çelebî, anî ziman ku li girtîgehên herêmê zextên li ser girtiyan zêde ne û wiha got: “Bi taybetî ji ber girtî nikarin dengê xwe bigînin derve zextên li ser girtiyan zêdetir in. Di raporên saziyên sivîl û hevdîtinên parêzeran de ev yek pir bi hêsanî tê dîtin. Dîsa têkildarî van zextan serlêdanên ku têne kirin mixabin bê encam dimînin. Ji ber ku dadgeh li gorî girtekên girtîgehan tev digerin. Helwesta rêveberiyên girtîgehê bi tu awayî nayê lêpirsîn. Di vê mijarê de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn gelek biryarên îhlalê dane. Dadgehan cezakirina girtiyan a ji ber bi govend, stran û awayekî din fikrên xwe anîne ziman, wekî îhlala mafên mirovan pênase kiriye. DMME’ê di vê mijarê de gelek biryar dane. Lê mixabin ev biryar li ber çavan nayê girtin. Helwesta girtîgehan, dadgehê û wezaretê li hemberî vê biryarê nayê guhertin. “

Ji ber şahiya kurdî ceza birîne

Serdar Çelebî, da zanîn ku esas sedema cezayê ku li Leyla Guven û hevalên wê birîne ji ber şahî bi kurdî hatiye lidarxistin e û wiha berdewam kir: “Ev mesele girêdayî polîtîkayên dewletê yên li hemberî kurdî ye. Konjekturel e. Di pêvajoya çareseriya demokratîk de li hemberî kurdî nêzîkatiyên hişk tune bûn. Mirov dikaribûn bi hêsanî bi kurdî bi axivin. Lê piştî ev pêvajo bi dawî bû zextên li ser kurdî û kurdan zêdetir bûn. Dema ev zext zêde dibin jî di tevahiya civakê de bertek derdikevin holê. Li bajarên Tirkiye karkerên demsalî ku bi kurdî axivîn bi linçe re rû bir û man. Ev polîtîkayek gelemberî ye. Li girtîgehê jî girêdayî vê polîtîkayê dev digerin.  Ji ber vê yekê dema mirov li vî cezayî dinere, dibîne ku ji ber bi kurdî ye ev ceza hatiye dayîn. Ev rewş ne li gorî hiqûqê ye.”

Em ê heta dawî parastinê bikin

Prz. Serdar Çelebî herî dawî da zanîn ku we dê heta dawî mafên girtiyan biparêzin û wiha bi dawî kir: “Em parêzer in, hiqûqnas in, em ê heta dawî mafê parastinê yên muwekilên xwe bi rêya hiqûqî berdewam bikin.  Em ê mafê wan biparêzin. Me îtîraz kir. Em hêvî û bawer dikin ku ev îtîrazên me encamê bigirin. Em hêvî dikin ku cezayê neheq ji holê bê rakirin. Aşkere ye ku ev ceza li DMME’ê û AYM’ê bê mahkumkirin. Ev li dijî rastiya civakê ye. Li Tirkiyeyê nêzî 20 milyon kurd dijîn. Hêj muameleya kurdî zimanekî nayê zanîn tê kirin. Zimanê kurdan nayê dîtin. Ji ber axaftina kurdî cezakirin. Ev yek ji bo welat û Tirkiye pirsgirêk û şerm e. DMME’ê div ê mijarê de gelek caran biryar daye. Teqez e ku ev biryar dê li DMME’ê bê mahkumkirin. Cezayê bi vî rengî neheqî û bê hurmetiya li dijî kurdan e. Bi taybetî karmendên cemaweriyê bi vî şiklî wêrekî tev digere welatiyan pir diêşîne.”