25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pûtîn ji bajarên mezin bêzar e

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Wek gelek welatên cîhanê Rûsya jî ji ber vîrusa Covîd-19’ê di rojên zor û zehmet re derbas dibe. Der barê vîrusê û tedbîrên tên girtin de rayedarên Rûsyayê li gor welatên din bi hin zahmetiyên cuda re jî rûbirû dimînin.

Li ruxmî hemû tedbîran pêşî li belavbûna vîrusê nayê girtin. Li gelek bajar û navçeyan qedexeyên derketina derve hatiye ragihangin. Der barê tedbîrên tên girtin û xebata ku dewlet di vê mijarê de dide dikin de serokdewletê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn bengewazî li gel kir. Pûtîn di nirxandinên xwe de bi belavbûna şewba koronayê ve girêdayî hin mijarên ku di rojeva dewletê de ne jî nirxandin.

Pûtîn di despêka axaftina xwe de da diyarkir ku heya niha li 85 herêmên Federasyona Rûsyayê vîrus hatiye tespîtkirin. Ji ber li gelek deveran wek tê xwestin gel bi baldarî tevnagere pêşî li belavbûna vîrusê nayê girtin. Lê di heman nirxandinê de Pûtîn bal kişand ser mezinbûna bajaran û bi vê ve girêdayî ji ber nufûsa zêde krîza tên jiyîn jî wek pirsgirêka bingehîn nirxand.

Dewleta Rûsyayê dixwaze krîza bi vîrusa koronayê daye der ji bo xwe vegerîne avantajekê. Lewma Pûtîn di nirxandina xwe de got ku; “armanca me ya yekem ew e ku em bikaribin hejmara bajarên mezin kêm bikin û berê gel bidin navçe, bakarok û gundan. Ji gelê me li van devaran rehet bijî jî wek dewlet em ê hewil bidin ku li hemû deveran pêdiviyên gel pêşwazî bikin.”

Ev nirxandin di nav gel de bi navê kontrolkirina civakê tê nirxandin. Di heman demê de armanca dewletê ew e ku gel teşwîqî herêmên çandinî û lawir lê tên xwedîkirin bike. Bi vê ve girêdayî ji bo gel li van herêman zehmetiyên mîna xwendin, tenduristî, bazirganî û çûnûhatin jî nejî dewlet wê xizmetê bike.

Zarokên gelê li van herêman xwendina xwe ya heya amadeyî temam kirine wê bi alîkariya dewletê biçin zanîngehê. Dîsa ji bo li van herêman asta xwendinê bê bilindkirin wê ji hêla dewletê ve fona teşwîqê bê dayîn.

Belê dewleta Rûsyayê ketiye ferqê ku hejmarek zêde ya li bajaran çawa pergalê dixitimîne. Her wiha ji ber gund û bajarok vala dimînin civak nikare berhemên xwe biafirîne. Dîsa ji ber nufûsa ciwanan hemû berê xwe dide bajaran çanda neteweyî ya debarkirina xwe bi xwe jî wenda dibe. Lewma di van rojên koronayê de rêveberiya Pûtîn dixwaze krîza heye veguherîne avantajê.

Lê li Rûsyayê hin pirsên pir girîng hene ku nahêlin mirov bi awayekî erênî yan jî nahêlin ku mirov ji vê projeya wisa hêja û xweş bawer bike. Ew pirs çi ne?

Bi derketin û belavbûna şewba koronayê re ji bo gel neçe ser kar ango ji mala xwe dernekeve dewleta Rûsyayê jî wek gelek weletan li hin bajarên rewşa wan nebaş qedexeyên derketina kolanan da despêkirin. Lê bi qedexeyan re girêdayî dewlet di warê aborî de bi gel re nebû ango nabe alîkar. Lewma di serî de li herêma Vladîkafkas û Rsatovê li gelek deveran çalakiyên protestokirina dewletê tên lidarxistin.

Dema mirov vê rewşa ku di van rojên teng de tê jiyîn dibîne baweriya mirov li hemberî projeyên Pûtîn dişikê. Ev projeyên hatine aşkerakirin bêguman pir hêja û bi wate ne. Lê ev proje encax ji hêla kesên bi hêza civakê bawer e û di ferqa zanenûna nirxên civakê de ne derbasî jiyanê bên kirin. Ji bo rêveberiya Rûsyayê ya niha mirov dikare vê bêje; ev hinekî zehmet e.