25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pûtin: Li Ukraynayê komkujî heye

Her ku diçe Rûsya nerazîbûnên xwe yên li dijî hikûmeta Ukraynayê zêdetir dike. Serokê Rûsyayê piştî der barê şerê li Rojhilata Ukranyayê bi Serokê DYA’yê Joe Biden re hevdîtin kir, wiha got: “Li rojhilatê Ukraynayê komkujî tên kirin”.

Wekî tê zanîn çekdarên ku piştgiriya xwe ji Rûsyayê digirin ji sala 2014’an ve li rojhilatê Ukraynayê bi artêşa hikûmetê Ukraynayê re şer dikin.

Piştî tevgerên leşkerî ên Rûsyayê li ser sînorê Ukraynayê zêde bûn û derdora 70 hezar leşkerên xwe li wir bicih kirin, metirsî hebû ku Rûsyayê êrîşî Ukraynayê bike.

DYA’yê jî Rûsya hişyar kir û der barê vê mijarê de sêşema borî hevdîtineke bi rêya telefonê di navbera Biden û Pûtîn de jî pêk hat.

DYA’yê da xuyakirin ku ew leşkerên xwe naşînin herêmê, lê heke Rûsyayê êrîşî Ukraynayê bike dê bi dane û ambargoyên dijwar re rû bi rû bimîne.