Rojnameya Heftane

PYD xeta çareseriyê diparêze

Mihemed Seydî

Kongreya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya 8’emîn,  di 24 û 25’ê sibatê de hat lidarxistin. Kongreyeke asayî bû lê ne di rewşeke asayî de hat lidarxistin. Dihat payîn ku di meha cotmeha sala 2019’an de were lidarxistin. Lê ji ber rewşa şer û êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Girêsipî û Serêkaniyê) hatibû taloqkirin. Dema em behsa PYD’ê dikin, em behsa dîrokeke têr û tijî ya têkoşîna li hemberî zihniyeteke nijadperest, şovenîst û mêjîketî dikin.

Pêşengên vê partiyê Şîlan Baqî û hevrêyên wê di kemînekê de li Mûsilê di 29’ê mijdarê 2004’an de jiyana xwe ji dest da. Ev jî êrîşa destpêkê ya li hemberî PYD’ê tê pênasekirin. Ji ber ku damezirînerên wê hatin hedefgirtin. Piştî wê bi destê gelek aliyan êrîş û girtin bû çarenûsa gelek endamên pêşeng ên partiyê û encam û armanc ji holê rakirina pêşengan bû.

Wekî Osman Dadelî di bin îşkencê de li zindanên beisiyan, Îsa Hiso bi êrîşa ji aliyê mêjîketiyan ve û  Gulê Selmo li Helebê bi destê komên çeteyan hat qetilkirin.

Ev kongre çiqas bi asayî were ziman jî lê dema em bala xwe bidinê, ji damezrandina partiyê heta niha rewşa derûdorê ne asayî bûye. Ji ber wê yekê tu partî nikarin wekî vê partiyê têkoşînek di vê astê de bidin meşandin. Bedêlên ewqas pîvanek in. Ev ne pesindayîn e lê dîroka wê ya têkoşîn û berxwedanê van gotinan li ser me ferz dike ku em bînin ziman.

Bi destpêkirina şoreşa rojavayê Kurdistanê de, barê herî giran dîsa vê partiyê girt ser milê xwe. Abid Xelîl serokê meclisa Serêkaniyê bû û li hemberî komên çeteyan li Serêkaniyê parastina gelê kurd kir û li wir jiyana xwe ji dest da. Rêya daye pêşiya xwe domand. Ew ji bo demokrasî û yekitiyê her tim bi israr bû.

Em werin ser roja îro û xebatên ku PYD dimeşîne, dîsa barê herî giran li ser milê wê partiyê ye. Ji ber ku ew nasnameya şoreşa Rojava û bakurê Sûriyeyê ye. Her çend pêşengên vê partiyê û têkoşîna wê bo gelê kurd bû jî lê niha rewşa ku heye pir cuda bûye.

Me kongreya 8’emîn a partiyê şopand, me dît ku êdî asta wê ji partiyeke kurdî derbas kiriye. Gelek endamên wê yên ereb û suryan jî hene. Heta dirûşma wê jî bi sê zimanan hatibû nivîsandin.

Lê li derve çima PYD hîn xwedî nasnameyeke kurdî maye û li gorî xebata ku niha dide meşandin (ji bo hemû gelên herêmê) nikare xwe ji vê nasnameyê xilas bike. Me ji hevserokên giştî partiyê yên berê birêz Şahoz Hesen û yê nû birêz Enwer Muslim pirsî. Her duyan jî bersiva “Ew kêmasiyek e ku heta niha nikaribûn derbas bikin. Lê di kongreyê de li ser vê xalê em sekinîn. Êdî li gorî merheleya nû û nasnameyek ku bi armanca Sûriyeyeke wekhev ku mafê hemû gelan diparêze û navendî bixebitin. Em ê deriyê her kesî bixin ku dawî li aloziya li Sûriyeyê jî were. Lê armanca herî esasî jî bidawîanîna li dagirkeriya li ser axa Rojava û vegera kesên e ku ji cih û warê xwe wan hatine derxistin e.”

Bi minasebeta vê kongreyê bi hêviya serkeftinê, yekitiya navmala kurdî û demokratîbûna Sûriyeyê em jî lidarxistina vê kongreyê di sêrî de gelê kurd û tevahî gelên li Sûriyeyê pîroz dikin. Ji ber ku xeta PYD’ê tenê rêya xilasiya ji vê krîzê ye.