20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PYNK: Serhildana Qamişloyê bingeha Şoreşa Rojava ye

Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) û Tevgera Civakên Demokratîk (TEV-DEM) îro bi munasebeta salvegera Serhildana Qamişloyê ya 17’emîn, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rejîma Baas’ê li hemberî gelên kurd û pêkhateyên din ên Sûriyeyê, nijadperestî û şovenîzmê pêk aniye  û hat gotin ku ew soz didin wê her tim li ser rêya şehîdên serhildanê bin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev êrîş wekî komployeke plankirî ya rejîma Baas’ê bû û wiha hat gotin: “Rejîma Baas’ê xwest bi rêya maça ku di 12’ê Adara 2004’an de di navbera tîmên futbolê Cîhad û Fitûwe de li Stada Qamişloyê dihat lîstin, fitne û nakokiyan têxe navbera gelê kurd û gelê ereb.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku rejîma Sûriyeyê wê demê ji têkçûna rejîma Baas’ê ya li Iraqê tirsiyaye û bi vî awayî  xwestiye ku bi rêbazên çewisandin û zextê vîna gelê kurd bişikîne, destkeftiyên kurdan tune bike, kurdan teslîm bigire û nakokiyan di navbera gelê kurd û ereb de derxîne.

Bingeha Rêveberiya Xweser

Di daxuyaniya PYNK’ê de hat diyarkirin ku Serhildana Qamişloyê bûye bingeha şoreşeke mezintir û rê li ber şoreşa gelên Sûriyeyê ya 2011’an vekiriye û wiha hat gotin: “Bi taybetî şoreşa ku di 19’ê Tîrmehê de li Rojava dest pê kir û projeya demokratîkkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe dispêrin serhildana 2004’an a Qamişloyê. Me bi  pêkhateyên kurd, ereb, asûr, suryan, ermen, çerkez re Rêveberiya Xweser a Demokratîk ava kir. Her wiha ji bo projeya demokratîk hêzên me yên hevgirtî û birêxistinkirî parastina azadiyê dikin. ”

Di dawiya daxuyaniyê de, şehîdên Serhildana Qamişloyê hatin bibîranîn û soz hat dayîn ku ew ê her tim li ser rêya şehîdan bin û wiha hat gotin: “Em bang li hemû gelên xwe dikin, di vê pêvajoya ku rêveberî û projeye me ya demokratîk bûye armanca dijminên gelan, piştgiriyê bidin hev.”