25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PZK’ê helbestvan Cegerxwîn bi bîr anî

Nûnertiya Platforma Zimanê Kurdî ya Êlihê bi wesîleya salvegera koça dawî ya helbestvan û nivîskar Cegerxwîn ku yek ji hostayê mezin ê wêjeya kurdî ye çû gundê lê ji dayik bûye û ew bi bîr anî. Bernamey bîranînê li gundê Hesarê bi ser navçeya Kercewsa Êlihê ve pêk hat. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Uca û gelek nûnerên rêxistinên sivîl û nûnerên sendîkayan beşdarî bîranîna li gundê Hesarê bûn. Di bîranînê de pankarta “Em te ji bîr nakin” vekirin Hevseroka Komeleya Lêkolîn û Çanda Ziman a Arî (Arî Der) Elîf Kivircik daxuyanî xwend.

Daxuyaniya ku ji aliyê Kivircik ve hat xwendin wiha ye:

”Esas navê wî Şêxmûs Hesen e. Di sala 1903’an da li Hesarê gundê Gercuşê hatiye dunyayê ku îro em li vêderê bune mêvanê Cegerxwîn. Ji bilî xebatên xwe yî sîyasî ,di sala 1928’an da di kovara Hawar da bi navê Cigerxwîn dest bi nivîsa helbestan kir.

 Ji mere mîrat hişt

10 Dîwan, 2 Pirtukên çîrok, li ser ferheng û çîrok û zimanê kurdî 4 berhem û 3 cîlt Dîroka Kurdistanê ji me re mîrate ma. Cegerxwîn yek ji pêşewayê modernîzekirina naveroka helbesta kurdî-kurmancî ye Ewî helbesta kurdî ji esmanan daxist anî di nava gel de belavkir. Ew bû pirek di navbera helbesta klasîk û ya modern de.Ew î hizra nasnameya kurdî bi destê helbestê praktîze kir. Helbest di destê Cegerxwîn de dibe çek. Cegerxwîn di helbestên xwe de bitenê qala bindestiya milletKurd nake; şerê dijmin jî dike di helbesta xwe de û bang li Kurdistanîyan dike ku li hemberî dijmin têbikoşin.Her wiha ew î bi helbesta xwe piştgiriya hemû gelên bindest û çîna karkeran kir.Wek Qanadê Kurdo dibêje; Ew bû ensiklopediya rabûn û rûniştin û hevbendiya kurd.

Di 22.10.1984’an de ku 81 salî bû li Stockolmê koça dawî kir.

Platforma Zimanê Kurdî ku nûnertiya xwe li Batmanê ava kirîye bi vê helwesta ku ev zimanê şîrîn anîye asteke payebilind; Em  di salroja 37’emîn a wefata helbestvan, welatperwerê Kurd, kedkarê doza Kurdistanê Cegerxwîn li gundê wî bi  bîr tînin.”