spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PZK’ê qala serdanên xwe yên bi partiyan re kir

Platforma zimanê kurdî PZK li avahiya Cemiyeta Rojnamevanan (GGC) ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. PZK’ê têkildarî hevdîtinên dawî de agahî da. Berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrî daxuyanî da. Cizîrî anî ziman ku hevdîtin ji gelek partiyan xwestine. Lê hineka ji wan hê jî bersiv nedaye daxwaza wan. Cizîrî anî ziman ku di hevdîtinan de bi giştî helwesta partiyên ku bi wan re hevdîtin kirine erênî bû. Cizîrî qala serdana partiya DAWA û Gelecekê kir û got: “Berpirsiyarên wan partiyan anîn ziman ku di rêziknameya partiyên wan de mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî heye.”   Cizîrî qala serdana partiya Saadetê jî kir û wiha lê zêde kir: “Di serdanê de ji mere gotin mafê perwerdeya bi zimanê kurdî mafekî rewa ye û wekî şîrê dayika we li we helale.”

Der barê hevdîtina bi partiyên desthilatdariyê de jî Cizîrî wiha got: “Me daxwaza hevdîtina wan kiriye lê heta niha bersiva me nedane.”