20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PZK’ê şaxek li xwe zêde kir

Platforma Zimanê Kurdî (PZK) li Şaxa Genel Îş’ê ya Êlihê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê HDP’ê Hevserok û rêveberên HDP’ê yên Amed û Êlihê, Hevşaredarê Êlihê, rêveberên PZK, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî civînê bûn. Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî diyar kir ku ew li Êlihê nûnertiya xwe vedikin û wiha got: “Cara ewil e ku 9 partî hatin cem hev û ketin nav avabûna vê platformê. Xebata platformê didome. Me piştî Mêrdînê, li Êlihê jî nûnertî vekir. Di dorê de Semsûr, Şirnex, Wan û Riha jî hene. Em ê li van bajaran jî nûnertiyan vekin.”

Cizîrî diyar kir ku armanca wan ew e ku zimanê kurdî bi tevlîbûna partî û dezgehên siyasî li hemû qadên jiyanê belav bikin û wê ji bo vê yekê xebatê bikin.