Rojnameya Heftane

Qad û dem cuda bûn lê armanca wan yek bû

Navenda Nûçeyan

Di nav civakan de her çiqas zanist, teknolojî, muhendîsî, matematîk, siyaset, fîlozofî û hwd. wek qadên mêran bên dîtin jî di dîrokê de gelek jin hene ku di van qadan de navên xwe bi tîpên zêrîn nivîsandine.

Wekî di her qadên jiyanê di van qadan de jî jin li dijî zîhniyeta mêr ku jinan an bi temamî nedidîtin an jî kêmî xwe dîdîtin li ber xwe dan û bi têkoşîna xwe ji jinên piştî xwe re bûn mînak.

Em dikarin bi çend mînakan behsa jinên ku bi xebatên xwe derbasî dîrokê bûne bidin.

Programkara kompîturê

Ada Lovelace ku di sala 1815’an de li paytexta Îngilistan Londonê hat dinê û navê wê yê rastîn Augusta Ada Byron e, li cîhanê yekemîn programkara kompîturê tê zanîn.

Lovelace li Zanîngeha Cambridgeyê bi profesorê navdar ê matematîkê Charles Babbage re di qadên matematîk û mantiqê de gelek xebatên girîng kirine û bi serkeftina xwe ya di qada matematîkê de bala mamosteyê xwe kişandiye.

Lovelace di sala 1842-1843’yan de makeleya Luigi Menabrea yê muhendîsê artêşa Îtalyayê bû ku li ser motoran nivîsandibû, bi zêdekirina zanînê xwe werger kir. Ev zanînên wê ku wek yekemîn bernameya kompîturê tê pênasekirin, yekemîn algorîtmaya ku dê ji aliyê makîneyan ve bê dîzaynkirin dihewand. Xebat û nîşeyên Lovelace di dîroka programkariya kompîturê de bû xwedî cihekî girîng.

Charles Babbage yê li Cambridgeyê bi Ada Lovelace re xebat dikirin, ji ber qabiliyeta matematîkê ya Lovelaca bi navê ‘Sêrhbaza hejmaran’ xîtabê wê dikir û xîtaba wî bi vî awayî derbasî dîrokê bû.

Di oxira zanistê de…

Fîzîkvan û kîmyager Maria Sklodowska ku bi eslê xwe fransî ye û wek Madam Curie tê nasîn (1867-1934) di qada zanîstê de yek ji jinên pêşeng e.

Curie ku di qada radyoaktîvîteyê de dixebitî û bi xebatên xwe pêşengî ji fîzîka keriyan şeşan a atomê re kirî, di destpêka sedsala 20’emîn de di ceribandinên xwe yên elementa uranyumê de zêdekirina fealiyeta parçika şeşan a atomê kişf kir. Û bi vê kişfkirina xwe derbasî dîrokê bû.

Bi van xebatên xwe re Curie di sala 1903’yan de di qada fîzîkê de û di sala 1911’an de jî di qada kîmyayê de layiqê Xelatên Nobelê hat dîtin. Bi vê re Curie hem bû jina yekem ku Xelata Nobelê girt hem jî di heman demê de bû jina yekem ku cara duyemîn vê xelatê girtiye.

Di heman demê de Curie tev li Konferansa Solvay bû ku sê salan carekê pêk dihat û fîzîkvan û kîmyagerên navdar ên cîhanê tev lê dibûn. Ji ber vê yekê bû jina yekem ku tev li vê konferansê bûye.

Curie di dema xebatên xwe de ji ber zêde bi radyasyonê re rû bi rû ma ji nexweşiya pençeşêre canê xwe ji dest da. Ji ber vê yekê Madam Curie wek ‘Jina ku di oxira zanistê de canê xwe ji dest da’ derbasî dîrokê bû.

Barre Sinoussi

Jina zanist a fransî Françoise Barre Sinoussî bi kişfkirina HIV’ê ya dibe sedema nexweşiya AIDS’ê derbasî dîrokê bû.

Barre Sinoussi di sala 1983’yan de di nav koma ku ji bo lêkolînkirina mîkrop ango vîrûsek dibe sedema nexweşiya AIDS’ê hatibû avakirin de cih girt û tenê di nav du hefteyan de ev zanîna xwe piştrast kir.

Ev vîrûs ji ber xisardayîna pergala parastina laşê mirovan navê ‘human immunodeficiency virus (vîrûsa kêmaniya pergala parastina mirovan)’ yanî HIV hat dayîn.

Her wiha Barre Sinoussi bi vê kişfa xwe di sala 2008’an de li kategoriya fîzyolojiyê ango tibê de Xelata Nobalê girt.

Rita Levi Montalcini

Lêkolînvana tibê Rita Levi Montalcini ku di sala 1909’an de li bajarê Turîn ê Îtalyayê hat dinê, bi kişfkirina faktora mezinbûna tûrê re gelek xebatên li ser pêşketina pergala tûrê û cudabûnên wê kirine.

Levi Montanlcin ku ji ber kişfa xwe ya ‘faktorê mezinbûna tûrê’ Xelata Nobelê ya Fîzyolojiyê ango tibê girt, di 103 saliya xwe de canê xwe ji dest da.

Her wiha Levi Montalcini ku bi xebatên xwe yên zanistê tê nasîn, ji ber gihiştina 100 saliya xwe bû xwedî nasnava mirova zanista yekem a Xelata Nobelê.

Amelia Earhart

Amelia Earthart jina pîlot a yekem e ku bi balafirê Antlantîkê bi tena serê xwe derbas kiriye. Earthart li eyaleta Kansasê ya Amerîkayê hatiye dinê. Wekî jineke wêrek di qada hewavaniyê de gelek rakoran şikandiye û bi van rekorên xwe ji zîhniyeta mêr ku digot tu nikare vî karî bike re bû bersiv.

Balafira Earthart di dema rêwîtiya ber bi Girava Howlandê de li ser Oqyanûsa Pasîfîkê winda bû û tevî hemû xebatên lêgerînê jî çi ew çi jî balafira wê nehatin dîtin.

Ji ber vê yekê Amelia Earthart ku di 2’yê tîrmeha 1937’an de winda bibû, di 20’ê hezîrana 1938’an de mirî hat îlankirin.

Simone de Beauvoir

Feylesofa hebûnê, nivîskar û teorîsyena siyasî. Parêzvana navdar a mafê jinan. Pirtûka wê ya ‘Zayenda Duyemîn’ hema bêje bû manîfestoya tevgerên jinan. Wek avakara femînîzma modern tê qebûlkirin.

Bi nivîsîna pirtûk, gotar, helbest û romanên xwe di dîrokê de bû yek ji pêşengên parêzvanên mafên jinan.

Nancy Astor

Nancy Astor jina yekem e ku ket parlamentoya îngilîzan û siyaseta îngilîzan ji binî ve guhert. Astor parlamenterî di nav jinan de belav bibe û jin jî bikevin nav parlamentoyê xebitiye. Di Partiya Karkeran û Lîbarelan de ji bo jin bikevin parlamentoyê gelek xebat kirine û di nav du salan de gelek jin kirin parlamentoyê.

Astor her çiqas bi demê re bi dijberiya xwe ya komunîzmê û cihûyan hatibe nasîn jî wê navê xwe wek jina yekem ku ket parlamentoya îngilîzan li dîrokê nivîsand.

Benazir Butto

Serokdewleta yekem a jina misilman e û du caran serokdewletiya Pakistanê kir.

Butto di nav misilmanan de tabuyek serobino kir û bi vî awayî navê xwe li dîrokê nivîsand.

Butto ku ji ber rewşa siyasî 8 salan li sirgûnê jiya, di sala 2007’an de tevî hemû gefên El Kaîdeyê dîsa ji bo tev li hilbijartina serokdewletiyê bibe di 18’ê cotmeha 2007’an de vedigere Pakistanê. Butto roja vegera xwe ya ku ji aliyê alîgirên xwe ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin, dibe hedefa suîkasteke bombeyî. Di wê êrîşa suîkastê de 130 kesan canê xwe ji dest dan.

Butto di 27’ê kanûna 2007’an de di mîtînga xwe ya hilbijartinê de bi suîkastekê hat kuştin.

Ji bo heman armancê

Ev jinên ku me qala kurtejiyana wan û xebatên wan kir, her çiqas qad û demên cuda de jiyabin jî ji bo heman tiştî têkoşiyane. Van jinan di qad û demên cuda de li dijî zîhniyeta mêr ku li her qada jiyanê jinan tune dihesibînin li ber xwe dan û mohra xwe li gelek xebatên girîng dane.