25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qada online derfeteke baş e ji bo zimanê kurdî

Di van demên dawî de bi taybetî jî ji ber şert û mercên pandemiya covîdê piraniya kar û xebatên civakî, edebî û aborî êdî li ser platformên dîjîtal tên kirin. Her wiha em zanin gelek sazî û dezgehên ziman û edebiyata kurdî jî vê qada online baş bi kar tînin û heta niha gelek program û proje jî di vê qadê de didomin. Me jî xwest di vê hevpeyvînê de balê bikişînin ser kar û barên Komxebata Helbestê û em bi Koordînasyona Rêveber re axivîn.

Hûn yek ji damezrînerên vê komxebatê ne û di heman demê de yek ji xebatkarên koordînasyona vê komê ne, gelo fikra vê “Komxebata Helbestê” çawa derket holê û hûn dikarin behsa wê pêvajoya despêkê bikin?

Bersiva Azad Zal: Berî her tiştî bo vê komxebatê bi van hevalan re dimeşînim bextewar û serbilind im. A rast fikra vê komxebatê ne ayîdî min tenê ye, lê piştî fikreke weha derket holê hem Komeleya Wêjekarên Kurd hem jî Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê piştgirî dan vê xebatê û piştre jî me ev proje ji ser Kamran Simo Hedilî re bi Enstîtuya Kurdî Ya Stokholmê re jî parve kir û wan jî ev pêşniyaz pejirandin. Di dawiyê de jî di pêşengiya van her sê saziyan de komxebatê dest pê kir. Berî ku komxebat dest pê bike, em wekî koordînasyon, me di nava xwe da ahengek ava kir û karbeşiya xwe kir. Mamoste Kamran Simo Hedilî hem birêvebirina giştî û hem jî ew ê rêzesemîneran bidana, Gulîstan Kanîreş û Nurcan Delil ew ê hêsankarî û moderatoriyê bikirana, Azad Zal û Emin Aksu ew ê berpirsiyariya birêvebirina teknîkî û ahenga torê bimeşandana. Bi vî awayî me dest bi xebata xwe kir.

Her weha hûn jî yek ji damezrîner û endamê kordînasyona komxebata helbestê ne, gelo heta niha her tişt wekî plansaziya we didome an we bi demê re hin mijar û bûyerên din dan pêşiya xwe?

Bersiva Nurcan Delîl: Belê dema me biryar da ji bo kargeha komxebatê di navê de me plansazî jî dabû pêşiya xwe. Em her tim di nav pêwendiyê de bûn, cara yekemîn bû komxebateke helbestê dihate kirin, ji bo wê jî divê plansaziyeke baş hebûya, em bi kelecan û kêfxweş bûn. Bi vê fikrê hevalên beşdar jî gelek kêfxweş bûn. Dema me dest bi komxebata kargehê kir tevlibûnek baş çêbû. Piştî semînerên komxebatê di dawiyê de koordinasyona me bo bernemayê pêşiyê dicive û haziriyê dike û dîsa berî destpêkirina semînerê jî em koordînasyon, berî komê dicivin û heke hebin pirsgirêkên teknîkî çareser dikin, ango em hinekî bi disîplîn tevdigerin, lewma civînên me serkeftî û li gorî plansaziya me didomin.

Mamoste hûn jî hem wekî Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê û hem jî wekî kedkarekî yê Koordîna komxebatê û di heman demê de jî axfatvanê semînerên vê komê yî; gelo berî niha jî komxebatên weha hatibûn kirin an na û armanca we ya beşdarbûna vê komxebatê çi bû?

Bersiva Kamran Simo Hedilî: Ewilî spas bo derfeta vê hevpeyvînê. Li ser pirsa te dikarim vê bêjim bi rastî min bi xwe di komxebata bi vî rengî de cih negirtî bû û bi qasî dizanim nehatiye kirin jî heke hatibe kirin jî hayê me jê çênebû ye. Her çendî berî niha komxebatên bi mijarên din ve eleqedar hatibin kirin jî lê belê ne wekî vê bi awayekî sîstematîk û bi rêkûpêk û her hefte semînerek li ser mijareke cuda me nekiribû. Bi rastî hevalên vê Koordîna komxebatê xebateke baş û kedeke mezin didin û ev ked û xebat herikbariya komxebatê bo min jî hêsantir dike.

Belê hûn hem wekî endamê kordînasyonê û hem jî wekî Moderasyona vê komxebatê dikarin hinekî behsa tevlîbûna beşdaran û danûstandinên xwe bikin û heke hebin zor zehmetiyên hûn dikişînin çi ne ?

Bersiva Gulistan Kanîreş: Bi rastî vê komxebatê hem wekî jineke kurd û hem jî wekî helbesthezekê kêfxweşiyek mezin da min jî. Lê vê bêjim, piştî me dest bi semînerên xwe kirin û hinekî jî berbelav bû carinan rojê bi dehan kesî reme têkilî datînî. Ev yek her çendî zehmet be jî lê şanazî bû bo me. Wekî tê zanîn hevdîtina xwe ya ewil me ji bo hevnasînê veqatand. Lê piştî semîneran dest pê kir û babetên bi helbestê ve têkildar hatin nîqaşkirin, me dît jina kurd di qada edebiyatê de jî xwedî vîn û hêzeke girîng e. Ev jî dikarim bêjim cihê şanaziyê ye bo me.

Bi qasî em dizanin va ye nêzîkî du mehan e karê vê komxebatê didome, gelo bi komxebatê armanc û hedefa we çi bû an jî hûn heta niha çiqasî nêzîkî daxwaz û hedefa xwe bûne?

Bersiva Azad Zal: Ewilî wekî Azad Zal vê bêjim di roja me ya îro de pêşketina teknîk û teknolojiyê dinya bi qasî tikandinekê biçûk kiriye. Ango berovajî demên bihorî teknolojiyê ew mesafe di navbera me de nehiştî ye. Me jî xwest em van derfetan bi kar bînin û bi vê yekê hem helbestvanên ku bi kurdî dinivîsin, bi kurdî difikirin bêhtir hevûdin nas bikin û hem helbesta kurdî hem jî ya dinyayê bêhtir nas bikin; bi hev re wî cewherê helbesbest û helbestvaniyê kişf bikin.Yek jê daxwaza me ew e; ew kesên di helbestê de pêş ketine û ked dane helbestê, em ji zanîn û fikrên wan jî sûd werbigirin. Vê Komxebatê helbesthezên kurd yên li welatên cuda dijîn anîn ba hev û bû sebeba têkiliyeke xurt di nava wan de.

Di vê komxebatê te mîsyonek çawa derdikeve holê, an jî mîsyona vê komxebatê hûn dikarin çawa vebêjin?

Bersiva Nurcan Delîl: Mîsyon bi taybetî di afirandina nasnameyan de xwedî cihekî girîng e. Mîsyona me ya derketiye holê ya herî giring ew e ku em ê bikaribin xwe bigihînin hemû nivîskarên xizmeta zimanê xwe dikin û em ê hewl bidin pirekê ava bikin ku wan bigihînin hevûdu û fikir û ramanên nivîskaran, dîroka kurdan û çanda zimanê kurdî vejînîn û bi pênûsa wan mîraseke kurdewar bihêlin ji nifşên nû re. Ji bo wê jî em ê hewl bidin kar û xebatên weha bidomînin. Bihevrebûn serxwebûn û xurtbûnê tîne.

Mamoste em dixwazin hûn hinekî babetên helbestê yên hûn di semîneran de li ser dişêwirin bikin. Wekî serenav hûn dikarin behsa mijarên semînerên jî xwe bikin?

Bersiva Kamran Simo Hedilî: Em li gorî plansaziya xwe her hefteyê mijarekê diyar dikin û li ser wê mijarê semînera xwe didin. Bingeha mijarên em dikin jî em ji pirtûka bi sernav “Helbest Çi Ye” hildibijêrin. Wê pirtûkê deh dozdeh hêmanên helbestê esas girtine bi hûrgilî ev babet vegotine. Heta niha mijarên wekî; helbest û rola wê di pêşxistina civakê de, helbest û ziman, helbest û îlham, helbest û hişyariya hevpar û hestên azadiyê, di helbestê de sembol, sembolîzm û helbest û felsefe, me di semînerên xwe de pêşkêş kirine. Vê jî bêjim bi qasî dibînim eleqeyeke baş jî ji beşdaran heye. Ev eleqe dibe sedem pirî caran zemanê me têra pirs û şîroveyên tên kirin nake û em dema semînera ji mecbûrî dirêj dikin.

Piştî xebatên komxebatê des pê kir hûn di qada helbestê de rastî bertekên erênî-neyînî hatin an jî rexne di vê mijarê de li we hatin kirin?

Bersiva Gulistan Kanîreş: Belê di mijarê de navnîşanên me yên elektronîk di komê de hatine parve kirin û em ji hemû fikr û nêrînên hevalên xwe re vekirî ne. Ji rexneyan bêhtir dikarim bêjim bo herikbariya komê pêşniyaz û nêrînên cuda tên û em jî wekî koordînasyona komxebatê van pêşniyazan dinirxînin. Pirî caran em li gor mijara wê hevdîtinê jî van pêşniyazan bi kar tînin.Li gorî tesbîta me hevalên me yên beşdarî vê komxebatê dibin hemû jî bi projeyê gelek kêfxweş in.

Vê pirsê hem wekî Azad Zal û hem jî wekî endamê kordînasyonê vê komxebatê dixwazim ji bipirsim. Bi we ev komxebata an jî Komxebatên weha hûnerî rêyeke çawa li ber hûnerhez an jî edebiyathezan vedike?

Bersiva Azad Zal: Komxebata me ya em niha dimeşînin, kesên ku xwe li helbestê qewimandine, xwestine helbestê binivîsînin û an jî dinivîsin û dixwazin helbesta xwe xurt bikin, ev komxebata hanê yê çiqasî derî li ber wan veke, yê çiqasî pêşengiya vê yekê bike ew giring e. Heta niha li gor fikra min ev komxebat di vî warî de baş tê meşandin. Lewma ev komxebat bi awayekî civakî bû qada perwerdehiyê. Wekî din jî wateya komxebatê ne ew e yek tenê derkeve ser ekranê û ders bide an jî biaxive, helbet yê kesek pêşkêşiyê bike û mijarê diyar bike û ragihîne lê wateya Komxebatê ew e hemû beşdarên komê bi fikr û ramanên xwe aktîf beşdarî gotin û vegotinê bibin.

Hûn ê komxebatê kengê û bi çi awayî biqedînin?

Bersiva Nurcan Delîl: Komxebata helbestê; ew ê bi şevbihêrkeke şahiyê bê lidarxistin û di vê şevê de helbest yê bên xwendin û wekî mêvan yê çend stranbêj jî bi stranên xwe tev li şahiya me bibin, di heman demê de me di nava koma xwe de pêşbirkeke helbestê jî organîze kiriye û dê di dawiyê de encama vê pêşbirkê jî bê eşkerekirin.

Komxebatên bi vî rengî bandoreke çawa li yê li helbestê an jî li helbesthezên kurdî bike, yê çi li zimên an jî li helbestê zêde bike, ev komxebatên hanê, an jî bi we komxebatên weha yê bandorekê çêbike an na?

Bersiva Kamran Simo Hedilî: Bi sedî sed yê bandorekê çêbike, heke wekî axaftvan û koordînasyon bandorê li me dike ez bawerim li hevalên beşdar dibin jî dike. Vêca heke em li dinyayê jî mêze bikin (yên wekî klasîkên dinyayê tên hesibandin û hîn em dixwînin) em ê bibînin exlebê helbestvanên wan yan li dora kovarekê, yan jî dora weşanxayekê, an jî di bin sîwaneke din de li hev kom bûne û li ser babetên helbestê munaqeşe kirine. Ya me jî ez bawerim yê bi vî awayî pêş bikeve. Her çendî helbestvaniya me ya takekesî kevin be jî lê helbestvaniya kolektîf hîn nû ye. Di nav koma helbestvanan de helbest xwendin û nirxandin hîn nû pêş dikeve di nava me de. Min zêde li ser lêkolîn nekiriye lê ez bawer im di vî warî de jî koma me belkî yekemîn e. Ango em her hefte 40-50 kesên bi helbestê ve mijûl, tên cem hev û li ser mijareke helbestê bi hev re minaqeşe dikin.

Wekî mînak civîna me ya borî mijara me helbest û felsefe bû. Di wê civînê de me behsa ferqa di navbera feylesof û helbestvan de kir, me behsa ferqa di navbera zimanê helbestê û zimanê felsefeyê de kir, me behsa rola helbestê ya di felsefeyê de, ya felsefeyê di helbestê de kir. Dixwazim vê bêjim vêca dema 40-50 kes serê xwe bi mijarê ve biêşînin ne mimkun e mirov jê sûd wernegirin û bandor nebin. Ji ber ku her yek ji me di pencereyeke cuda re li jiyanê mêze dike.

Komxebata Helbestê

Komxebata Helbestê bi pêşengiya Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê û Enstîtuya Kurdî Ya Stokholmê dest pê kir. Mamoste Kamran Simo Hedilî hem birêvebirina giştî dike hem jî rêzesimîneran dide. Gulîstan Kanîreş û Nurcan Delîl hêsankarî û moderatoriyê dikin, Azad Zal û Emîn Aksu berpirsiyariya birêvebirina teknîkî û ahenga torê dimeşînin.

Hevpeyvîn: Emîn Aksu