Rojnameya Heftane

Qada şerê dêwan Dara

Havîna pêrar bû. Em li nav bajarê antîk ê Darayê digerin. Zarokên Dara yê bi kurdiya xwe ya şîrîn ji me re rêbertiyê dikin. Li her dereke Darayê, rêberên me diguherin. Ez fam dikim ku her cihek, aydê hinekan e. Wexta em dadikevin zindana Bertewîl a Darayê, 4-5 rêberên qîz ku temenê wan di navbera 7-10 salî de ye, me li nav zindana Bertewîl a Darayê digerîne. Ji bo axaftinê, yek rê nade yekê. Ez dixwazim a tewra piçûk bipeyive. Rêbera min a piçûk û porgijik destpê dike: “Ev ewil embara avê bûye. Romayiyan xerca wê bi sipîka hêka ‘deve qûşû’ çêkiriye…”

Wexta rêbera min a piçûk dipeyivî, te digot qey şekirê mêtinê li ser zimanê wê ye; wanî bi mirçemirç dipeyivî û tahma devê xwe xweş dikir. Em hemû gotinên rêbera xwe ya porgijik rast dipejirînin û derbasî ser hewzhezwkan dibin. Li wir jî rêberên piçûk û xwînşîrîn me pêşwazî dikin.

Li nav nekrepolê ango li nav bajarê miriyan jî, vê carê stranbêjekî nepen ku xuya bû ne yekî temam e, derdikeve pêşberî me û dest bi strana xwe dike: “Wêran wêran gundê mino/wêran wêran gundê mino/wêran wêran gundê mino!” Stranbêjê min û we hem distra û hem jî direqisî.

Niha em ê stranbêjê xwe yê nepen û gundê wî yê wêran li nekrepola Darayê bihêlin û em ê ji 2 hezar û 500 sal beriya niha dest pê bikin û werin heta gundê stranbêjê xwe yê wêran.

Îskenderê Mezin            

Kêm zêde 2 hezar û 500 sal berê, Kroj ê neviyê Aştîyago yê serwerê împaratoriya Medan, bi hevkariya Harpago yê bêbext, bapîrê xwe Aştîyago ji textê wî dike û bi vî awayî hukmdarîya împaratoriyê, ji destê kurdan derdikeve û deikeve destê Persan.

Êdî kî lawê bavê xwe ye Persan bide sekinandin. Lêdixin diçin welatê Lîdya, Lîkyayê dagir dikin û di ser giravên Egeyê re derbasî Yewnanistanê dibin. Li welatê Yewnanistanê jî kesekî bi navê Efialtes hebûye. Çawa ku Harpagoyê kurd, bêbextiyê bi gelê xwe dike, Efialtes ê yewnan jî wanî bêbextiyê bi gelê xwe dike û dibe sedema têkçûna qralê Spartayê, Leonîdas û 300 şervanên wî.

Bi vî awayî pers, ji Atînayê bigre heta Makedonyayê tevî wêran dikin û heta persetegehên yezdan û xwedawendên wan jî dişewitînin…

Bi vî awayî, tir û vira Persan derdora 200 salan dajo. Paşê B.Z di sala 336’an de, Îskenderê kurê Felîp ê makedonî radibe bi artêşeke ji 35 hezar leşkeran pêk tê, serî li hemberî qralê Persan, Daryûş ê sêyem radike.

Îskender, cara ewil li rex çemê Granîkos (Bîga) li dijî Persan re şer dike û bi awayî cara ewil Pers têk diçin. Îskender li wir nasekine, tê li geliyê Îsosa bi ser navçeya Îskenderûna niha ve, cara duyem Daryûş têk dibe. Tê gotin ku Daryûş hevjîna xwe ya bi navê Asya û diya xwe li pişt xwe dihêle û direve.

Daryûş direve, Îskender li pey wî ye. Daryûş dike nake nikare Îskender razî bike û şerê man û nemanê li gundê Gaûgamala yê bi ser Erbîla îro ve dest pê dike. Li vê derê jî Pers têk diçin û Daryûş ji qada şer difindirîne, dibêje xirp û direve. Îskenderê min û we diçe Persepolîsa ku dilê Persan bû dişewitîne. Bi vî awayî bernavê xwe yê Mezin bi dest dixîne û dibe Îskenderê Mezin.

Tolhildana Persan

Îskenderê Mezin û generalê wî Selevkos nigên xwe rakdikin, împaratoriya Romayê pêl li dewsa piyên wan dike; ango bi awayekî ji awayan Roma, mîrasa wan werdigire. Vê carê împaratoriya Romayê û hukumdariya Partan derdikevin hemberî hev.

Di navbera van her du dêwan de, hukumdariya Komagene û Kurdûene hene. Ev her du hukumdarî jî yên kurdan in. Lê Part û Roma, tu tahmê nadin wan, nexasim jî Part ango Pers. Bi vî awayî, axa Mezopotamyaya jorîn, di bin simên hespên Roma û Partan de, nola hevîr tê vestrandin.

B.Z di sala 53’yan de, li herêma Herana îro, şerekî mezin di navbera Romayê û Partan de diqewime. Di vî şerî de, Part bi ser dikevin û genaralê Romayê, Marcus Licinius Crassus dîl dikeve destê Partan. Ev generalê bi navê Crassus, ew general e ku wî serhildana şoreşgerê mezin Spartakûs têk biribû.

Tê gotin ku Persan zêr helandiye û berdaye gewriya general Marcus Licinius Crassus ê romayî. Bi vê jî dilê wan rehet nabe, çermê wî digurên û tije ka dikin û kêfê lê diqewitînin. Piştî vê gosirmeta mezin, bi qasî 300 salan şûnve, ango P.Z di sala 243’yan de, şahê Sasaniyan ê bi navê Şapûr, li derdora Ûrfayê, împarator Valeryanûsê romayî dîl digire.

Tê gotin ku Şapûrê şahê Sasaniyan, tibabekî Valeryanûs li gel xwe digerîne. Her cara Şapûr li hespê xwe siwar dibe, bangî Valeryanûsî dike. Valeryanûs xwe jê re ditewîne, Şapûr pêl li pişta wî dike û li hespê xwe siwar dibe.

 

Jinûveavakirina Darayê

Her çiqas dîroka Darayê ya xwe dispêre 2 hezar 300 sal beriya niha jî, di esasê xwe de di sala 505’an de, împaratorê bîzansî yê bi navê Anastasius, sûrên Darayê ava dike. Dirêjahiya sûran 4 km ye. Împarator Anastasius, li hemberî Sasaniyan di hundurê sûrên gelek zexim de garnîzonek ava dike. Hemû tiştên pêdiviya wan bi wan heye, di nav sûran de bi cih dike û di bin erdê de jî gelek embarên avê çêdike. Heft km ji geliyê Kordîs û her wiha Kurka Çeto, bi qasî metre û nîvekê erdê dikole û tunêla avê tîne berdide berî ser embaran dide. Di heman demê de, embarên zexîreyan jî tên avakirin. Ev amadekariyên wan ên ji bo bergiriyê, têra wan dikin ku dikaribin bi mehan li hemberî dorpêçê li ber xwe bidin û jiyana xwe bidomînin.

Di dawiya sedsala pêncan de, şahê Sasaniyan yê bi navê Qewad, bi 20 hezar siwarî, ew çend jî piyade û 120 hezar ji xelkê sivîl, digre ser Darayê. Dikin û nakin tu keysa wan lê nayê. Bi mehan li dora Darayê diçin û tên. Jahrê davêjin nav avê, lê tu bandor li leşkerê romayî nake. Lewra romayiyan bergiriyên xwe baş kirie û coav di bin erdê re, xef aniye nav bajêr. Ji ber ku wan berê texmîn kiribû, çaxa Sasanî bigirin ser wan, ew ê jahrê bavêjin nav çemê tê nav bajêr. Loma jî tu kesekî ji wê ava bi jahr venexwaribû û ev plana wan pûç bûbû. Şahê Sasaniyan Qewad, dixwaze neqebekê di dîwarê sûrê de veke, lê di vê plana xwe de jî bi ser nakeve.

Sîmyakarek radibe û aqilekî dide şahî. Şah bi ya simyakar dike û zeytê dixin cirran û davêjin ser dîwarê sûrê. Paşê jî agir berdidin dîwarê zeytkirî. Bênavber vê yekê pêk tînin. Dûre jî cirrên sirkê davêjin ser dîwarê sincirandî. Bi vî awayî kevirên sûrê di ser hev de diherifin tên xwarê û Dara dikeve destê Sasaniyan.

Piştî 16 salan, Roma dîsa Darayê ji destê Sasaniyan derdixîne û ji nû ve ava dike. Sêzdeh sal derbas dibe, car din Sasanî Dara ji Romayê distînin. Ev rewşa hanê gelek car wanî xwe dubare dike.

Piştî hingê, vê neqlê Dara dikeve destê artêşa musulmanan û ev der hêdî hêdî îhtişama xwe wenda dike.

Bertewîlê Darayê

Di serdema Merwaniyan de, kesayetiyekî bi navê Bertewîlê Daraê radibe û dibe hukumdarê Darayê.

Ji ber ku Dara li ser riya hevrîşîmê ye û her wiha xwediyê çeme jî, Bertewîlê Darayê hem baca riya hevrîşimê ji bazirganan distîne û hem jî heqê avê ji êlên Ereban distîne. Tê gotin ku Bertewîlê Darayê, bendavek jî li ser vî çemî çêdike. Wexta havînê av kêm dibe, ev bendav gelekî nirxdar dibe û Bertewîlê Darayê, tibabekî ji vê rewşê sûd werdigre.

Ev rewşa hanê, di navbera Bertewîlê Darayê û êlên Ereban ên li jêr de, gelek caran dibe sedema şer û pevçûnan. Lê ji ber ku Bertewîlê Darayê, mirovekî helorpelorî, pirî xurt û bi qilafet bûye, zû zû tu kesî newêribûye xwe têderbixista.

Heta niha jî xelkê herêmê, ji mirovên nola pêlewanan xurt re dibêjin, filankes bi qasî Bertewîlekî ye. Ev yeka hanê, pêlewantiya Bertewîlê Darayê bi me dide selimandin.

Efesa Mezopotamyayê: Dara

Dara, dikeve navbera Mêrdîn û Nisêbînê. Nêzî 10 km dûrî sînorê di navbera bakur û rojavayê Kurdistanê ye. Di sala 1980’yî de dest bi kolandina arkeolijîk a Darayê tê kirin. Heta niha ji sisêya yekê wê jî nehatiye kolandin. Ango beşeke wê ya mezin, hîn jî di bin axê de ye û li benda derxistina ser rûyê erdê ye. Tê texmînkirin ku beşek ji vî bajarê antîk ê xwediyê cihekî gelek stratejîk e, di bin erdê de hatiye avakirin.

Heta niha, beşek çarşî, keleh, pir, coav, sarinc û embarên avê; dêr, qesir, zindan, topxane, gorên di tahtê de kolandî û wargehên sivîlan hatine dîtin.

Cihê ku herî zêde bala meriv dikişîne, şikefta sê qat e. Di vê şikefta ku bi dest hatiye kolandin de, hestiyên 3 hezar leşkerên romayî veşartin. Li ser devê vê şikeftê, rulyefên niwaze yên li gorî baweriya ola xiristiyaniyê hatine niqirandin hene.

Wek serencam

Dema min ev nivîs ji bo rojnameya Xwebûnê amade dikir, generalê Îranê Qasim Silêmanî ji aliyê Amerîkayê ve hat kuştin. Ev yeka hanê, puxteya vê nivîsê ye! Ev serê 2 hezar 500 salan ne û beriya wê jî, vê erdnîgara me aramî nedîtiye. Gelê kurd, her cara ku ji xwe re sitargeh û jîngeh ava kirine, hêzeke barbar hatiye û ew wargehên wan wêran kirine.

Ê de bistrê stranbêjê Darayê yê nepen, bistrê! Li ser gundê xwe yê wêrankirî bistrê: wêran wêran gundê mino! Wêran wêran gundê mino!..